Kurd çima ewqasî ji alfabe, xalbendî, rastnivîs û ferhengên duzimanî hez dikin?

Li ser medyaya civakî rastî gelek rûpelan têm ku qaşo şopînerên xwe hînî zimanê kurdî dikin. Ev rûpelên ku bi hinek navên giran ên wekî “dibistana kurdzanîngeha kurdkoma xwendinê ya filan û bêvan derê” dest bi xebatê dikin, qet ji pola yekem dernakevin û vê gotina pêşiyan tînin bîra mirovî: “Navekî giran li ser gundekî wêran”. Hertim qala alfabe û rastnivîsê dikin; carinan gotinên xwe bi peyvên duzimanî dixemilînin û nîşandana çend nîşaneyên xalbendiyê jî îhmal nakin.

Ez gelekî li ser vî xisletê van kurdan ramiyame û gihiştime wê qinaetê ku xwedî û şopînerên van rûpelan naxwazin ji pola yekem derbasî polên dîtir bibin. Ez dinêrim carinan hinek kurdên Ewropayê jî bi heman şêweyî materyalên destpêkî yên xwendin-nivîsandina kurdan diweşînin û li ser van parvekirinên xwe dest bi siyasetê dikin. Ji salên 70-80yî pê ve serê mehê çend kurd bi hincetên curecureyî xwe digihêjînin welatekî Ewropayê, zû dest bi karekî dikin û piştî çend salan jî dibin hemwelatiyên wan welatan. Hinek qala bi milyonan kurdên diyasporayê dikin û ez li hemberî vê rêjeya giran a kurdan û “palebetalî”ya wan matmayî me. Hûn ê bibêjin çima?

Gelî xwişk û birayan piraniya kurdên ku bi rev ji Kurdistanê derketine, kurdî dizanibûn û pêwendiyeke wan bi derdorên welatperwer re jî hebû. Ji bilî çend kesên bijarte, hingî ku çûne wê derê ji bo zimanê kurdî tiştek nekirine. Wekî nimûne, di nava wê hebûn û derfetên welatên pêşketî de materyalên hînkirinê yên wekî Hînker û Bêjanê ji kurdên welêt peyda dikin; bi gotineke din derfetên zanistî yên wê derê qet bandor li hişmendiya wan nekiriye ku materyalên xwe yên perwerdehiyê biafirînin, pirtûkên dersê yên ji pola yekem heta sala 12an bi bêhneke fireh amade bikin. Em qala 40-50 salên koçberiyê dikin ku hema hema piraniya koçberên pêşîn li wê derê mirine û qet pergaleke wan a perwerdehiyê jî tuneye. Ez qala kurdên keysperest ên ku riya revê dîtine û çûne wan deran nakim, ew rebenên Xwedê ne xema wan e ku çi bi serê kê de hatiye, xwarina wan xweş û nivîna wan belaş be besî wan e.

Dîsa ev nêzikî 40-50 salî ye ku li bakur û rojhilatê Kurdistanê berxwedanên civakî-siyasî-çekdariyê hene; rast-şaş, qenc-xerab qala mafên kurdan dikin û hewl didin ku doza xwe bigihêjinîn encamekê (ji ber ku li başûr û rojava gihiştine hinek mirazên xwe, qala wan nakim û her wiha li nava kurdên Sovyeta berê hê hê jî kurdî hinekî zindî ye, ew jî derveyî rexneya min in). Îcar kesên ku dûrî dem-dezgehên siyasî mane û qaşo li pey nanê kulfetê xwe ketine jî tiştekî nakin. Ev kesên ku li dûrî tevger û dezgehan mane, ewqas nan dane ser hev ku deh piştên wan jî jê têr dibin, lê gava tu qala xebateke neteweyî bikî dê bibêjin ku “ew li pey nanê zarokan ketine û nikarin ji vê çarçoveyê derkevin”.

Îcar ji min re çi ye ku kê çi karî dike? Helbet gava em qala karekî neteweyî dikin û pêşniyaran ji bo pêşvebirina civaka kurd dikin, ev kesên li diyasporayê û li pey nanê zarokan mîkrofonê ji dest me digirin û hewl didin ku pênûsa me jî bidizin. Tu dinêrî wekî Cenabê Xizir -silav lê bin- li ser avê dikevin, qala mafê dewletbûnê, şert û mercên serokatî û binokatiyê dikin, taybetmendiyên saziyan û naveroka wan li dû hev rêz dikin ku heta niha bi qasî serê derziyekê jî alîkariyek nedane wan tiştan.

Piraniya kurdên diyasporayê û yên li pey nanê zarokan karsaz, endazyar, bijîjk, parêzer, mamoste û qe nebe karmend û karker in. Van kesan heta niha ji bo pîşeyê xwe du rêzên nivîseke sererast li pey xwe nehiştine; derbarê pîşeyên xwe de metneke yekrûpelî ya bi kurdî neafirandine, ji bo wan kesan zimanê kurdî nostaljiyek e û divê li gund-bajarên Kurdistanê bimîne, li gorî wan ne divê zimanê kurdî derkeve asta cîhanê ne jî derkeve fezaya bêdawî.

Vê yekê jî bibêjim: Ev nêzikî 20 salan e, hinekan nas dikim ku qaşo serên xwe li ser mijarên zimên diêşînin, gotina wan a berî 20 salan û îro yek e, şaşî-pêşniyarên wan ên berê-niha eynî ne, ji ber ku gotinên wan peritîne jî êdî bi qîjevîj-dekbazî-êriş-heqaretan li nava civakê dijîn. Îcar ez neheq im ku dibêjim?: “Ev beşa kurdan naxwaze derbasî poleke jortir bibe, naxwaze bikeve ezmûnan û bi ser keve yan jî têk here, naxwaze ku kesek ji wî jî derbas bibe.” Dîsa ma ez neheq im ku qala “kavirê gêj” bikim?: “Ew kavirê ku hertim li dora xwe dizivire, li dora xwe diçêre, li şûna xwe mexel tê û heke kesek bi xêra xwe nebe gomê ew dê li derve bimîne, yan dê bibe para dizan yan jî rawiran.”

Di dawiya dawîn de vê yekê jî bibêjim ku bila dilê min rehet be: Hinek kes jî ji hêz, şiyan û derfetên xwe zêdetir hewl didin ku hemî polan bi awayekî serkeftî derbas bibin, ji bo kurdî têkoşîneke bêhempa didin, digihêjin mirazên xwe û çend kesan jî di gel xwe digihêjînin kaniya mirazan. Ji bo wan kesan jî deqeyeke rêzgirtinê heye ku ji kerema xwe re bila qebûl bikin.

Omitê Mistefê-umiddemirhan.wordpress.com

Derbar ziman

Check Also

ESASÊN PERWERDEHİYÊ

  Tu cara em qet jibîr nekin: “Siheta aqlî, ruhî û bedenî ji her tiştî …

Leave a Reply