ETÎK Û EHLAQÊ NÛJEN

Mijara ehlaq, di esasiya xwe de tevger û têkeliyên mirova ye. Yên olî li gorî bawermendiyên olî bingeh dibin û ev mijarên olî di danûstendina civakan cihê xwe digrin û tesîrek mezin li tevgerên civaka dikin.

Li gorî hûrnerîna Kant û mirovên civaknas yê nuneritiya civaknasiyê dkin ev mijara ehlaq di vê peyamê de hatiye pirsiyari kirin û rexnekirin. Yên weke Nietzche û civaknasên dinê ku nûneritiya civakan kirine û bi wan re jiyiyane ev nerîn lêkolîn û bizav kirine. Piştra, ji vê nerînê, nerînek cüda û nerînek serbixwe pêşniyar kirine.

Di sedsala 20 an de ehlaq bi gelemperî (pirranî), mesûliyeta şexsan (ferdan) li hemberî civakan çiye, li ser çi mijarê bi rê de dimeşe û di çi astê de ye, şîroveyên xwe peşkeş kirine.

Ji alîkî peşkevtina şaristaniya teknolojî ya nûjen li gorî civakan û pê ve girêdayî, hatiye şopandin û guhreandin pêk hatiye û meşiyaye û bi huqûqnasiya nûjen ya deletê hatiya şopandin.

Lewra di vê demê de zanyarî û hişmendî, bi pêşketina teknolojiyê zêdetir berfireh bûye, pêşkevtiye û li hawîrdora cihanê belav bûye. Bi vê şêweyê darizgeriya ehlaq, pîvanên wê, pêwîst bûye ku bê zeximkirin.

Lê belê beşek civaknas weke Foucoult ev nerîn rexne kirine ku ev nerîn di xuyanîkirine de, her çiqas wiha xuya dike jî, rastiya vê  ne weke xuya dike û ne rast dîtineke. Ji demên buhirî û vir de belavbûna vî ehlaqî di nabêna mirova de bingeh bûye û tesîra xwe li ser civaka didomîne. Li gorî nerînên van civaknasa ( filozofên felsefe) her ku dem dimeşe xurttir dibe û didome û nerasterast xuya dike. ( li gorî tevgerên teknololi nûjen)

Di nerînên civaknasî (felsefe) yên vê demê de têgih (konsept-rêman) bi gelemperî bi baş û xerab dişope û di tekili-iyên civaka de, hêjayiyê wan berdewamin.

Têbînî. Ev mijar ji pertûka Mehmet Altan Bi navê (Küresel Vican) (Ûcdanê Gerdûn) hatiye wergerandin û iktibaskirin

Mamostê Baqî

Derbar ziman

Check Also

Bêtifaqî û nebûna yekîtî û hevgirtina kurdan di helbestan de

Li dinyayê her netewe û miletek bi çend taybetmendî û sîfetan tê naskirin. Li Rojhilata …

Leave a Reply