Forum

Teyisînên xwendinê

Di xwendina berhemên wêjeyî de, mebesta ”wergirtina agahiyeke nû” ne li dar e û ”armanca tewawkirina kêmaniyan” jî, qet ne li pêş e. Em dikarin bêjin; xwendina berhemên wêjeyî tiştekî dîtir e. Xwendin, digel awayên xwe yên cur bi cur, di dema xwendinê de kartêkên rengorengo dike û piştî xwendin …

Read More »

HER TIŞT ÇÛ

Rojek ez te bûm Ev kelecanî, şahî Xemginî Hemû bo te bû   Rojek her xeyalên min da tu hebû Biraniyên min da tenê tu tê da dijiya   Rojek ev hêsirên çava Ev hêrsa min Hesudiya min Ev şewata dilé min Jana rihê min Hemu bo te bû   …

Read More »

Dildarekî gotina nivîskî Mehmed Emîn Bozarslan

Dema em li dîroka Kurdan mêze dikin, em dibînin ku mele û medreseyên Kurd ji vê pêşketinê re bûne alîkarên mezin. Ew kesayetiyên ku ji derdorê olî (dînî) dihatin alîkariyeke bêhempa dane pêşketina fîlolojiya Kurdî. Van kesan çar stûnên vê folklor, edebiyat û dîrok gelek xurttir kirine. Bi saya vê …

Read More »

Çend Rêbazên Civakî

1. Ji du caran zêdetir bi telefonê li kesekî negerin. Ger ew bersiva banga we nedin, bifikirin ku lênihêrîna tiştekî girîng heye ku têlefonan we nanê re. 2. Pereyên ku we deyn kirine berî ku kesê din bîne bîra we ku wî/wê deyn daye we, deynî xwe pêdin. Ew duristbûn …

Read More »

SALNAMEYA KURDÎ-1 BIHAR

Salnameya gel ango salnameya xwezayê li gorî buyerên xwezayê pêk tê.Pê re salnemeya çandî jî tê gotin. SALNAMEYA KURDAN Ji bo amede kirina vê nivîsê min bi dê,xaltî û zavayê xalê xwe re gelek caran axivî ûji wan şêwirî. Pişrte li ser medya civakî bi  çend hevalan bi zanînên xwe …

Read More »

KER, HESP Û ÇÊLEK

“Şahê fablan Aîsõpos(Ezop), 2500 sal beriya niha rewşa siyaseta me ya îro aniye ziman, anku bi hezar salan e rewşa siyasetê neguheriye. Wê dewrê çawan be, îro jî eynê ye.”   KER, HESP Û ÇÊLEK Mezin dibêjin carek Ji bo xwe dan biryarek Ker û hesp û çêlekê Ne ku …

Read More »

Bîranîna Seîd Nûrsî û Musa Enter

Mamoste êvarekê bû mêvanê Abdurrahîm Zapsu (Ebdurrahîm Rehmî Hekarî) . Wê demê ez ciwanekî kurd ê neteweperwer bûm. Min ji wî re got, ‘Tirkan tu avêtin zîndanê, sirgûn kirin. Min got, ‘Hûn hewl didin ku wan bibin bihuştê.’ Bi çavên tijî zanîn û ronahî li min zivirî û bi şêrîn …

Read More »

Dilê Xeydok

ez peleke ji dara xwe weşiyayî me li ber mîratiya bayê xerîbiyê berba dibim daxwazên birçî di malzaroka xeyalên xwe de xwedî dikim qêrîna dergûşê giyana xwe bi şîrê pêsîra heyveroniyê aşt dikim nameyeke bêbersiv û bênavnîşan im her şev ramanên westiyayî bi lihêfa helbestan dinixumînim li hingura êvarên tenêtiyê …

Read More »