Memê Miksî: “Mirov bi çi zimanî binivîse nirxê wî zimanî ye, wî zimanî nemir û edebiyata wî xurttir dike.”

Edebiyata kurdî ya nivîskî her diçe pêş dikeve û dewlemendtir dibe. Heta hin berhem hene di asta klasîkên modern ê cîhanê ne.

Lokman Polat – Pirs : 1 – Birêz Memê Miksî ji kerema xwe, tu dikarî xwe bi xwendevanan bidî nasîn?

Memê Miksî – Bersiv 1: Ez di sala1988 an li gundê Arincê ku girêdayê Miksa Wanê ye ji dayik bûme. Dibistana seretayî li gund, ya navê jî li navçeya Miksê min qedand. Ji ber hin şert û mercan min nekarî xwendina xwe bidomînim. Piştî zewacê, di sala 2010 an min mal barkire li bajarê Stenbolê. Hêjan bi malbata xwe ve li wir dijîm.

Lokman Polat – Pirs : 2 – Te kîngê û çima dest bi nivîsa kurdî kir? Berhema te ye pêşîn kîjan e? Û naveroka wê li ser çiye?

Memê Miksî – Bersiv 2: Min di sala 2014 da bi saya medya civakî, bi teybetî li ser (Facebook)ê bi alîkariya hin camêran xwe hînê nîvîs û xwendina kurdî kir. Piştra bi xwendina helbestên li ser medya civakî min jî xwe li helbestkariyê ceriband. Çendî xelkê bi giranî helbestên azad dinivîsîn, min bixwe helbesta klasîk tercîh kir; Di sala 2018 an berhema min a pêşîn ” Ez û Ew” ji aliyê weşanxaneya SÎTAVê ve hate çapkirin; Berhema min ji helbestên klasîk pêk tê.

Lokman Polat – Pirs : 3 – Dema ez çûm Miksî, xweşiya wir a xwezayî îlhama helbest nivîsînê da min. Di dilê xwe de min got mirov li Miksê bijî dê bibe Şaîr/helbestvan. Waye cenabê te jî bûye helbestvan û helbest nivîsiye. Naveroka helbestên te li ser çi ne?

Memê Miksî -Bersiv 3: Bandora Xwezayê elbet li ser şa’ir û nivîskaran çêdibe lê ez dikarim bibêjim ji xwezaya şênber bêhtir bandora xwezaya hestên Feqiyê Teyran a razber bandor li min kir û bi xêra xwendina xezel û destanên wî xêzkirina çend rêzikan bû nesîbê min jî. Helbestên min bi giranî li ser evînê ne, her wiha yên civakî, olî, gelperwerî jî hene.

Lokman Polat – Pirs : 4 – Û em werine pirtûka te a mîzahî? Mîzah, qerfe, henek, ji ber dewlemendiya zimanê kurdî gelek peyvên hevmane ji bo mîzahê di kurdî de hene. Çima Mîzah? Û naveroka mijarên mîzahên te li ser çine?

Memê Miksî – Bersiv 4: Ev peyvên ji berî ve di kurdî da cihê xwe girtine, bav û bapîrên me heta roja îro pê axivîne, çendî eslê xwe bi kurdî nebin jî îro bûne malê kurdî. Lê çawa cenabê we dibêje ewqas peyvên hemwate hene bi rastî pêdiviya me bi vê peyva erebî tune û li ser berga pirtûka min di şûna (Mîzah)ê ” Pêkenok” me nivîsiye. Naveroka pêkenokên min ji kelepûra civaka me pêk tê. Metelokên min di civatan da seh kirî, anku bûyerên min bi xwe dîtî yanê çawa bibêjim ji her mijarê min di vê pirtûkê da nivîsiye. Her wiha ji ber mebest (Kenandin) bû, hin pêkenokên meşûr ên fars, ereb û tirkan jî min lê zêde kirin.

Lokman Polat – Pirs : 5 – Pirtûkên te yên ku ji bo çapê amadene lê hêj nehatine çap kirin hene? Heger hene mijara wan li ser çine?

Memê Miksî – Bersiv 5: Bêlê çar heb pirtûkên min ê ji bo çapê amade hene. Ji wan pirtûkan, yek helbest e ” Celadê Me yî”, yek çîrokên bi menzûm in ku min ser navê wê jî ” Mesnewiya Çîrokan” daniye, yek wergera pirtûka Andersen a “Bilûrvanê Gundê Bimişk”e, bi qafiye/helbestkî min nivîsye. Ya dawî jî wergera fablên La Fontaîne ye. Fablên di vê pirtûkê da ji nav 11 pirtûkên La Fontaîne hatine bijartin. Ev pirtûk jî bi menzûm e û ji 120 fablan pêk tê.

Lokman Polat – Pirs : 6 – Dibêjin yên ku pêşî helbest binivîsin û paşê ji helbestê derbasê çîrok û romannivîseriyê dibin, di vê hêlê de bi ser dikevin. Tu nafikirî ku çîrok û roman binivîsî?

Memê Miksî- Bersiv 6: Ji ber ku helbest bi hûnandina peyvan û mecazê( metafor) ve dewlemend e, ji bo şa’rekî pexşan hêsantir dibe bêguman. Lê ev rastiyek e, her şa’irek di pexşanê da şareza nîn e. Elbet ez jî dixwazim ne tenê bi helbestê ve bême girêdan. Beriya romanê dixwzim li ser çîrokê hûr bibim. Heta pêrar çiroka ji bo cerabê min nivîsîyî di pêşbirka çîrokan da xelata sêyemin wergirt; çawa ku xelata yekemîn wergirtî be bi rastî ez keyfxweş kirim.

Lokman Polat – Pirs : 7 – Hinek nivîskarên ku bieslê xwe kurd in, bi tirkî dinivîsin. Lê, te tercîha xwe bi kurdî nivîsînê kiriye. Nivîskarên ku bi eslê xwe kurd in lê bi tirkî, arebî, farisî dinivîsin, nivîskarên kurd in yan nivîskarê zimanê tirkî, arebî, farisî ne? Tu ji bo nivîskarên ku bi eslê xwe kurd in, lê berhemên xwe bi zimanên neteweyên serdest (tirkî, erebî, farisî) dinivîsînin çi difikirî?

Memê Miksî – Bersiv 7: Mirov bi çi zimanî binivîse nirxê wî zimanî ye, wî zimanî nemir û edebiyata wî xurttir dike. Wextekî ji ber şert û mercên giran belku derfet tunebû anku nediwêrin bi zimanê xwe binivîsin; ez bi xwe evê yekê nalomînim, lê îro bi dehan weşanxaneyên kurdî hene û hêceteke ku wan mecburê zimanekî biyanî bike ez nabînim. Ji ber vê yekê ez berhemên wan naxwînim.

Lokman Polat – Pirs : 8 – Edebîyata kurdî ya devkî dewlemend e. Gelo tu rewşa edebiyata kurdî ya nivîskî çawa dibînî?

Memê Miksî- Bersiv 8:
Edebiya kurdî ya nivîskî jî her diçe pêş dikeve û dewlemendtir dibe. Heta hin berhem hene di asta klasîkên modern ê cîhanê ne. Lê sed mixabin niha jî qedrê heq kirî nedîtine.

Lokman Polat – Pirs : 9 – Li gor te kîjan şaxê edebiyata kurdî (helbest, çîrok, roman û şano) li pêş e û herî pir dewlemend e?

Memê Miksî – Bersiv 9: Di edebiyata kurdî da giranî li ser helbestê ye û ji ber ji pexşanê hêsantir e, en zehf pirtûkên helbestan tên çap kirin; ji ber vê yekê helbest li pêş e. Lê ji aliyê dewlmendiyê ve romana kurdî dewlemendtir e.

Lokman Polat – Pirs : 10 – Li gor bîr û raya min, nêrîn, dîtin û ramanên min, rexnegirî tena serê xwe rexne nîn e. Digel rexneyê berhemê fêmkirin, şîrovekirin, ravekirin û nirxdayin e. Bi gotineke kin û kurt, rexnegirî: Hunera şîrovekirin û nirxandina bi hişê têgihîştî ye. Rexnegirî, hunera nirxandinê ye. Şîroveya berhemê ye. Xwendina berheman e û herweha kar û xebateke lêkolînî ye. Tu ji bo rexnegiriya edebî çi difikirî?

Memê Miksî -Bersiv 10: Ji bo berhem serketî û bi rêk û pêk bin, rexne şert e. Rexne hişyarî ye, ancax bi rexneyê nivîskar li çewtiyên xwe vedigere.

Lokman Polat – Pirs : 11 –Tu difikirî ku rexnegir bi têra xwe girîngiyê didin xebatên te? Eger wisa nafikirî, sedemên vê yên girîng çi ne?

Memê Miksî – Bersiv11: Çendî li ser medya civakî ji bo helbest û pêkenokên min rexneyên erênî tên kirin jî, dîsa ji ber xwînerên pirtûkan kêm in anku derfetên reklamên danasînê kêm in, îro di halê hazir hêviyeke min ê wisa tune.

Lokman Polat – Pirs : 12 – Rexnegiriya kurdî di çî radeyê de ye? Li gor te, çima rexnegirî? Û fonksîyona rexnegiriyê çiye?

Memê Miksî -Bersiv 12: Ji nivîskarên kurd, kesek nabêjê dewê min tirş e, her li hêviya rexneya erênî ne û rexneya neyênî jî qebûl nakin. Hekî qebûl bikin jî di bersivên wan da nerazîbûna wan kifş e. Bi rastî em zehf caran rexneya neyênî jî tînin wê astê, di şûna pêşketinê da dilşikestin rû dide.

Lokman Polat – Pirs : 13 – Derbarê herdu pirtûkên te de rexne hatin kirin? Yan jî gotarên danasîn û nirxandinê hatin weşandin.

Memê Miksî- Bersiv 13: Li ser hin bernameyên medya civakî danasîna berhemên min hatin kirin. Lê ez hêj rastê gotarên danasîn û nirxandinê nehatime.

Lokman Polat – Pirs : 14 – Dibêjin ne hemû bin jî piraniya nivîskarên kurd pirtûkên hev naxwînin, tu pirtûkên nivîskarên kurd dixwînî?

Memê Miksî – Bersiv14: Ez bi xwe wisa nafikirim. Çendî dizanim hin kesan pirtûkên min nexwendine, dîsa ez yên wan dixwînim, sûd û faydê ji wan dibînim. Lewra kesek ji xwendinê zirar nake.

Lokman Polat – Pirs : 15 – Rexnegiriya helbestan ji ya romanê û çîrokê cuda ye. Rexnegir carna maneyên ku helbestvan qest nekiriye didine helbestê. Di eniya Wêjeya Kurdî de helbestvan gelek in lê rexnegirên helbestan kêm in. Tu li ser vê mijarê çi difikirî?

Memê Miksî – Bersiv 15: Ez bi xwe li dijê wê helbesta wisa sergirtî me ku ancax xwediyê wê bizane ka çi gotiye. Her wiha ew helbest nabe malê gel jî. Helbest divê nêzîkê zimanê gel be.
Helbestên hêja bi zimanekî zelal jî têne nivîsîn.

Lokman Polat – Pirs : 16 – Ev rastiyek e ku gelek nivîskar tehamulî rexnekirina berhemên xwe nakin. Helwesta te li hemberê rexneyên li pirtûkên te hatine kirin yan jî rexne lê bêne kirin çiye?

Memê Miksî -Bersiv 16: Min tu car xwe ji rexneya (di heddê xwe da) aciz nekirye û ji bo ez kêmasiyên xwe serast bikim, her wekî şîretê ji xwe ra qebûl kirye. Tu kes bê kêmasî nîn e, lewra yê xwe di ber vî barî bike, divê tehemûla rexneyê jî bike.

Lokman Polat – Pirs : 17 – Berpirsiyariya nivîskar û rexnegir li pêşberî hev çine? Helwesta wan a li hemberê hev divê çi be, çawa be?

Memê Miksî – Bersiv 17: Rexnegir divê bi zimanekî erênî nêzîkê nivîskarî be ku ew rexne bikêr be, nivîskar jê sûd bigire. Hakeza divê nivîskar jî xwe ji rastiyê nexeyidîne.

Lokman Polat – Pirs : 18 – Çêbûna atmosfera rexneyê bi çi ve girêdayî ye? Çima rexne nayê pêşwazîkirin?

Memê Miksî – Bersiv 18: Ji bo hûnereke tekûz û serketî rexne pêwîst e. Lê belê çiqas nivîskar jixwebawer be jî dîsa ji aliyê rexnê ve dilê wî rehet nîn e, çimkî çend caran li ber çavan derbaz bike jî dîsa hin kêmasiyên xwe nabîne.

Lokman Polat – Pirs : 19 – Çawa ku di berhemên edebîyata cîhanê de erotîzm, pevşabûnên pornoyî hene, pir tebiiye, normale ku di berhemên kurdî de jî hebin û ji xwe di hinekan de hene. Kurd neteweyek in û ji blî dewleta wan tişteke wan kêmê neteweyên din nîn e. Dive erotîzm û pornoya wan jî hebe.

Lê hinek nivîskar şerm dikin û erotîzmê û pornoyê li cihek bêhil, qet hevûdu ramîsanê, hev maçî kirin jî di berhemên wan de tunin. Tu di vê mijarê de çi difikirî?

Memê Miksî – Bersiv 19: Çendî di sedsala 20an da Mele Ehmedê Nalbend ev kirasê şermê dirrandibe jî, ji ber ku eyb û fihêt tê dîtin, nivîskar xweş xweş newêrin xwe li aliyê vê erotîzmê ve bidin. Madem di stran û bêrîtên kurdî da ev yek bideng û normal hatiye dîtin, çima di nivîsê da bêdeng nayê xwendin; ez jî nizanim.

Lokman Polat – Pirs : 20 – Di hinek romanên min de û di hinek romanên Mehmed Uzun, Firat Cewerî, Bavê Nazê, Mîr Qasimlo, Helîm Yûsiv, Mihemed Şarman, Siud Kîkî, Devliken Kelogirî, Sevda Kaplan, Yildiz Çakar, Gabbar Çiyan, Nîhad Ekîncî, Cîhanroj û hwd, de sahneyên erotîk hene. Cenabê te romanên van nivîskarên ku min bi nav kir û yên din ku di wan de sahneyên erotic, pevşabûn û şadimaniyên seksê hene xwendiye yan na? Heger te xwendiye tu wan berheman çawa dinirxînî?

Memê Miksî – Bersiv 20: Belê min xwendine. Her wekî fîlman, erotîzma di pirtûkan da jî balkêş e û meraqê di xwînerî ra peyda dike. Lê ez bixwe sehneyên pevşabûnê ji yên pornografîk maqûltir dibînim.

Lokman Polat – Pirs : 21 – Di berhemên edebî yên kurdî de bandora kîjan ekola cîhanê a navnetewî heye?

Memê Miksî – Bersiv 21: Realîzm û romantîzm a herî ber bi çav e.

Lokman Polat – Pirs : 22 – Tu derbarê ekolên hunera helbestê de û herweha derbarê realîzm, surrealîzm, modernîzm û postmodernîzmê de çi difikirî? Di nav berhemê kurdî de ev cure berhemên li gor van ekolan hene yan na?

Memê Miksî – Bersiv 22: Helbesta kurdî îro bi giranî serbest tê nivîsîn.
Ji ber bindestiyê ye nizam; her wek di klasîka modern da, romantîzm û realîzm lê pêş e. Çendî hin nivîskarên me xwe li postmodernîzmê qerrisandine, hêjan zehf ji xwînerên kurd li vê ekolê dilgerm nebûne bêhtir ji modernîzmê hez dikin. Realîzma kurdî jî bi min dîsa bi bindestiyê ve girêdayî ye. Hingî tiştên qewimiyî hene, mijarên xeyalî yanê (Sûrealîzm) li paş ve maye.

Lokman Polat – Pirs : 23 – Nivîskar afirîner e. Afirînerî beriya hertiştî bi xeyalê pêk tê. Ji bo afirîneriyê xeyal, hest û eqil pêwîst e. Li gor min di edebîyata kurdî de xeyal kêm e, realîzm zêde ye. Li gor te di helbest, roman û çîroka Kurdî a nûjen-modern de xeyal çiqas heye?

Memê Miksî – Bersiv 23: Li gor roman û çîrokê di helbestê da xeyal zehf e çimkî barê helbestê ne wekî yê roman û çîrokê giran e. Û ji ber raçandina tevneke xeyalî jî ne hêsan e, di çîrok û romanên kurdî da ev yek kêm e.

Lokman Polat – Pirs : 24 – Afirînerên edebiyatê avahîsazên cîhaneke wêjeyî ne û cîhana wêjeyî wê bibe çîrok, roman, avahî û naveroka wê çîrokê, romanê dê hebe. Ji bo wê jî mijar hewce dike. Mijar, bi xeyal, hest û mêjî ve di hundirê şiyana afirîneriyê de ye. Li gor min piraniya mijarên berhemên gelek nivîskarên kurd biyokrafîk in, hinek jê jî otobiyokrafîk in. Li gor te mijara berhemên kurdî ên nûjen li ser çine? Û Tu bi gelemperî ji bo mijara berhemên edebî çi difikirî?

Memê Miksî – Bersiv 24: Di van salan da nivîskarên me gelek berhemên curbecur afirandin lê di çîrok û romanan da, çi berhemên biyografîk çi yên otobiyorgrafîk heta li yên nûjen bigehe mijar bi giranî li ser zilm û zora vê bindestiyê, derd û xemên vî gelî ne. Çendî ev mijar ji nivîskarên me ra bûne weke tiştek klasîk, dîsa ev yek nayê lomandin.

Lokman Polat – Pirs : 25 – Di dema çûyî de yekê li Fransê, yekê li başûrê Kurdistanê û du kesan li Swêdê gotin romana kurdî tune. Yên ku weha gotin ji wan du kesan wan bi xwe çend roman nivîsîne, du kesên din jî kurteçîrok nivîsîne.

Helbet ev dîtina wan e. Li gor min û piraniya nivîskarên kurd ev dîtineke şaş e, tewş e, nerast e, heta hinekan got pêwîst nake mirov minaqeşe ya vê dîtina beredayî bike.

Tu derbarê vê mijarê de ango dîtina romana kurdî tune de çi difikirî?

Memê Miksî – Bersiv 25: Li gor gotina we wan jî navê roman û çîrokê li berhemên xwe kirine û heman kesan inkara romana kurdî jî kirine. Ji ber vê yekê bi min jî ne hewceye mirov serê xwe bi gotina wan biêşîne.

Lokman Polat – Pirs : 26 – Tu kîjan helbestvan û nivîskarên kurd nêzikê xwe dibînî û ji berhemên kîjan helbestvan û nivîskarên kurd hez dikî?

Memê Miksî – Bersiv 26: Çi klasîk çi nûjen gelek helbestvan û nivîskarên me yên hêja û ez ji wan hez bikim hene; lê cihê hinekan li rex min cuda ye. Ew jî ev in:
Feqiyê Teyran
Melayê Bateyî
Seydayê Cîgerxwîn
Helîm Yûsiv
Mehmed Uzun
Gernas Koçer.

Lokman Polat – Pirs : 27 – Te qet pirtûkên min xwendiye?

Memê Miksî – Bersiv 27: Xwendina berhema cenabê te ya ” Çîrokên Rengîn” bû nesîb. Bi heviya yên mayî jî yek û yek bixwînim.

Lokman Polat – Pirs : 28 – Niha li ser çi dixebitî? Di nêz de berhemeke nû heye an na? Di pêşerojêde dê kîjan berhema te bê weşandin?

Memê Miksî – Bersiv 28: Ez niha wergera klasîkeke Şerqê dikim. Jê ra ” Tûtîname” dibêjin. Ji bo weşandina sê pirtûkan min têkilî bi weşanxaneyekê ra daniye. Ji her sêyan ewil kîjan çap dibe, hêj me biryar nedayê.

Lokman Polat – Pirs : 29 – Gotina te ya dawî…

Memê Miksî – Bersiv 29: Bê guman rexnegirî karekî gelekî zor û zehmet e. Li ser edebiyata kurdî jî qasê dizanim yê vî karî bi rêk û pêk didomîne mamoste Loqman Polat e. Ji ber vî keda mamoste ya giranbuha û hevpeyvîna bi min re kirî minetdar û spasdar im.

Lokman Polat – Spas ji bo bersîvên te.

Derbar Lokman Polat

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply