Ferz bike

Her şev di peravên bajarên bi xof û metirsî de li xwe digerim û te com dikim. Bi zimanekî biyanî têm benda xwe, xwe dikujim. Min nedizanî kî, kûjerê kê bû. Min nedizanî benê ezmûnê di desta kê de bû. Min nedizanî hebûna min kengî di meclîsa elestê de cîh girtî bû û kengî ez ê ji rûyê zemînê hatibûm qewitandin. Hevokên min kin û azarên min dirêj bûn.

Guh didim denga çûkên sibehê, lê nebihîzim.

Tenê denga qetlîamên bêqayid tên guhên min.

Denga Guher Xanimê, denga Xanê Çengzêrîn û yên din.

Xew ji min re heram e. Jîyanê her tiştê min herîmand. Ewil xewa min ji dest min çû, paşê xewn û xeyalên min û yên din. Ji xwe re dibêjim:  “Ferz bike ku berik di ser te de barandin, baranê li ber xwe şerm kiriye, axê şerm kiriye, avê şerm kiriye. Ferz bike ku tu hîç nehatî dinyayê, te rêwîtîyên xwe hîç nekirin, tu nabî hêvîyê yeke din, yekî din axûya xwe berê te neda, bi kîna xwe ne xwe jahr kir nejî tu jahr kirî. Ferz bike ku te ji kesî hez nekir yan jî kesî ji te hez nekir, hezkirin keştikaxezek bû û her ku me xwe bere avê dida, noqî bin avê dibûn. Ferz bike ku te di xewna dayîka xwe de çavên xwe vekirîbû û te di xewna Xwedê de çavên xwe girtîbû. Ferz bike ku tu neçûbû bajarên dûr û tu ne jî ji weletên biyanî vegerîyayî.”

Sewtên hov û kovî, sewtên wehşî û ecêb dibihîzim. Reşahiyên rûpoş tên û zarokên çavên min, ronahiya awirên min, şevçiraxa kaniyên min ditemirînin û diçin. Edî ez mirineke din im, jîyanekê din im, qiyametekê din im. Hêviyên min, bi min, bi êşên min, bi kêmasiyên min, bi xeribiya min, bi koçberiya min nake.

Hêviyên min li hêlekê dimînin, ez li hêlekê dimînim. Zarokên min ên sêwî tên û destên min digirin, birînên hevdu dikewînin, kulên xwe yî nexuyayî derman dikin û Feqîya min hîn birçî, hîn tî, hîn tazî dibe. Her kes di êşa xwe de wer dibe, her kes di rastîya xwe de tê xwarê, her kes gora bervanga xwe darve dibe, ji xwe mikûr tê, ditêkoşe.

Bi sûlavên şîntarî dibêjim: Ferz bike ku te hîç rêya xwe nedît, tu tim li ser navê yên din hatibû hesandin. Ferz bike ku tarîyeke qetranî tim bû hevrêya te, bû sirdaşa te, bû kevira te yî mihenge. Ferz bike ku tim bayê yên din di ser te de digeriya, her ku te lêpirsina xwe li bê dikir, bi komkujiyeke bersiva te dida, bi celbeke re tu dadirazindin û diavêtin hucreyeke tarî. Ferz bike ku hemû ûmrê te di navbera îblîsan de çû, di navbera îblîsên te û yên din de. Îblîsên te tu îxbar dikirin û yên din jî qayid dikirin, bi wan qayidan tu tawanbar dikirin û cendeka te diavêtin keviya rêyan. Ferz bike ku tu zarokekî daristanan, xortekî goristanan û pîrekî çolistanan bû yî.

 

Faîk Ocal

 

Derbar Faik Öcal

ocalfaik@gmail.com

Check Also

Mirina Çîrokê

piştî esir xwîn hêdî hêdî hat kişandin ji lingan min xwest ku çîrokeke bêdem û …

Leave a Reply