Xeyalek û Xelekek

Rengekî kurdewarî li xwe pêçabû û ber bi xwe ve diçû. Kes hay jê nebû lê herkes her tişt di bala wê de bû.  Rojnameyek ji dikanê girt û berê xwe da zaningeha xwe. Heta gihaşt kantîna zaningehê bi sedan tişt di hişê wê re derbas bûbû. Lê wê mejîyê xwe li tiştek tenê hûr kiribû. Tenê ew çîrok ew leheng bûbû benîştek bêhnxweş û bi mejiyê wê ve zeliqîbû.

Welat!

Axxx ev peyva hanê çi şêrîn dihat jê re. Bi welat re tiştina xwe di mejîyê di mejiyê wê de bi cih kiribû ku çiqas diçû hejmara wan zêde dibû. Cot cot, çar çar di mejî û dilê wê de zêde dibû.
Ax!
Dewlet!
Milet!!!!

Axx welat axx !
Ger tu azad bibûya wê mejiyê min jî azad bibûya, ez bibûma kurdek serbilind û min ê jî weka her zarokek xwedî dê xwe biavêta hembêza te û têra xwe bi milê te de bigiriyama, min ê jî wek her hezyarî di guhê te de helbestên evînî bixwenda. Min jî wek her….

Lê ne welat azad bû ne jî mejîyê wê karibû xwe rizgar bike ji fikr û xeyalên westanker.
Di masa xwe de rûnişt rojname vekir xwend û mîna her kurdekî/ê dilşewat dilê xwe bi xwe û welatê xwe şewitand.

-Mîna, tu çima digirî?

Bi dengê hevala xwe Nazê bi xwe hesîya. Hêj nûh ferq kir ku hêsir ji çavan diherikin.
Bi çavên şil li Nazê nihêrt û bi girî xwe avêt hembêza hevala xwe. Îcar bi dilekî rehet karibû rondikên binevşî birijîne ser milê dostekê ku di rêya azadîyê de bûbû heval.

Dilbirîn Dilo

Derbar Çand Name

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply