Forum

Adar, 2016

  • 2 Adar

    Esfendîyar û Rostem(1) – Bi Zazakî

    Goştasb bîyo kal. Roj bi roj ey ra aseno ke padîşayeya ci dest ra şina. Kes o nêwetano rîye ey de eşkera vajo labelê a kişt na kişt miyanê millete de vato-vatoyên o doş beno. “Padîşa ewro esto meşte çîn o, eceb kam do Padîşa bo?” Di lajê Goştasbî estê, Paşhten û Esfendîyar. Paşhten diwês serre yo. Porê ci dergeyda …

  • 2 Adar

    Înterneta Yekem û E- Nama yekem

    Tora yekem di 1956an de di nava hêzên Emrîkî de ji bo ragihadinê hatiye sazkirin. Ev tora înterneta yekem e. Paşê pêşketiye. Ev pergel di 1970ê de ketiye nava gel. Bi giştî di salên 1990î de pêşketiye. Sala 1969an de şîrketa ARPA saz bûye û têgeha Înternetê hatiye bikaranîn. ARPA di nava kompîturên 4 zanîngehên cuda de bi têkildar bûye. …

  • 1 Adar

    Di Çanda Kurdî De Hin Navên Li Ber Windabûnê

    Çand malê gel e. Bi qasî kurahiya çanda xwe mirov dibin netew. Rastiyeke jiyanê ye ku çand, li gor dem û waran tê guhertin. Mirov heta bejeyekê avadike an sazdike gelek dem dibihurin. Her bêjeyek berhema mêjiyekî giran e. Bi pêşketina zanistê mirov roj bi roj bêjeyên xwe yên kevin jibîrdikin. Ev di navbera dîrok û jiyana rojanê de tengasiyê …

  • 1 Adar

    Pênûs û Lênûsk

    Zayîna mirov, heya mirina wî, çiştên tên  serê wî ew çarenûsa wî ye. Hin hene tên guhertin, hin hene qet. Gava çavên xwe vekirin pê de, têkoşinekê mezin û dijwar despê dike, di navbera mirov û jiyanê de. Lê mixabin Her caran yê têkbirin jiyan e. Bi xurûr, bi difre, bi pozbilindî… Yê têk diçe jî însan e. Bi xemgîn, …

  • 1 Adar

    Xewnameya Betilî

    yek du ez tu û jiyaneke betilî, xewên ku di bêrîkirina şevê de aramî li xwe heram kiri bûn. Di mexzenê çavên te de biryara xwe kuştinê didan. Kortikên çav, êş bû. êş li şeveke betilî re yar bû..   Navê te tisbiya nodneh livî, birayê min kuştin li ber dengê baranê, xwîn xwe kuştin birîn welatek di çîrokên berê …

  • 1 Adar

    Dengê ”A” û Guherîna Wî

    Herfa ”a” di kurmanciya giştî û standard de[1] nîşana vokala nizm ya paşî ya ne-gilor e, bi gotineke din vokala vekirî ya paşî ya ne-girovir e. Mebest ji ”nizm” yan ”vekirî” ew e ku di dema çêbûna vî dengî de ziman li binê devî ye (ne bi banê devî ve ye). Mexseda ”paşî” ew e ku ziman di dema peydabûna …

  • 1 Adar

    Anadolu û Kurdistan

    Îro em di nav gotinên xwe de an di xeberan de dibêjin û dibhîzin: “Anadolu, Anadolu, Anadolu…” an GAP/Projeyê Başûrê Rojahilat, DAP/ Projeya Rojhilata Anadoluyê, Guneydoğu/ Başûrê Rojhilat, Doğu Anadolu/Rojhilata Anadolu, İçanadolu/Navîna Anatoliyê…” bi zanebûn an bi nezanî em tev dibêjin. Gelo Anadolu çî ye? Anadolu li ku ye? Sînorê Anadoluyê di kûr de derbas dibe? Ev nexşe pênasiya anadoluya dîrokî …

Sibat, 2016

  • 29 Sibat

    Rewşa Zimanê Kurdî (1900-2016)

    Ev grafîk rewşa zimanê Kurdî – Asîmîlasyona pergala dewleta tirk ya ji dîroka salên 1900 ê ve ji çavkanî û lêkolînên Kurdistanê ve hatiye amade kirin… Zimanê Kurdî bi zaravayên Dimilî(Zazakî) – Kurmancî li gundan çêtir xwe parastiye… Ji bo xebat û lêkolînên berfireh xêra xwe, çavkanîyên di destê we da heyî ji me ra bişînin… Her wiha herkesek bila …

  • 29 Sibat

    Dudiliya Dilekî – Hesenê Metê

    Min got: – Erê, tu jina min î… lê kitêbên min û kitêbxaneya min jî yara min e. Vêya welê bizane. Li ser van gotinên min, wê hêrsa xwe mezintir kir, çavên xwe mezintir kir û got: – Na, jin û yar li cîhekî, di malekê de nabe. Van gotinên wê bêhn li min tengtir kir û min gotê: – …

  • 28 Sibat

    Çima Kurd Bi Zimanê Serdestan Dinivîsin?

    Me di salên nodî de li Swêdê minaqeşeya nivîskarên kokkurd ku bi kurdî nanivîsîn, lê bi zimanê dewletên dagirker (wekî tirkî, arebî, farisî) û herweha bi zimanên din (wekî rusî, almanî, fransî, swêdî, îngilîzî) dinivîsin nivîskarên kurdin yan na? dikir. Di kovara “Helwest” û kovara “Nûdem”ê de gelek nivîsên derbarê vê mijarê de hatin weşandin. Dîtina herdu kovaran jî ev …