Dengê ”A” û Guherîna Wî

Herfa ”a” di kurmanciya giştî û standard de[1] nîşana vokala nizm ya paşî ya ne-gilor e, bi gotineke din vokala vekirî ya paşî ya ne-girovir e. Mebest ji ”nizm” yan ”vekirî” ew e ku di dema çêbûna vî dengî de ziman li binê devî ye (ne bi banê devî ve ye). Mexseda ”paşî” ew e ku ziman di dema peydabûna vî dengî de li paşiya devî ye (ne li pêşiya devî ye). Merem bi ”ne-gilovir, ne-gilor” jî ew e ku lêv nayên gilor- anku girovirkirin û nayên pêşve lê pehn û li cihê xwe yê asayî dimînin.

Bi alfabeya erebî li nav û dawiya peyvê ew wek ا tê nivîsîn. Li destpêka peyvê di kurdî de ew wek ئا tê diyarkirin lê di erebî û farisî de ew wek آ tê nîşankirin. Bi alfabeya kurdî-krîlî ew wek ”а” dihat nivîsîn. Dengê ”a” yê kurdî û heman dengê tirkî ji eynî cihî derdikeve lê ”a” ya kurdî ji ya tirkî di peyvên tirkî yên xwemalî de dirêjtir e.

Ev deng bi alfabeya dengnasî ya navneteweyî (IPA) bi nîşana [ɑ]  (ne bi ”a”) tê diyarkirin. Mirov dikare li vê derê guh bide vî dengî:

http://en.wikipedia.org/wiki/File:Open_back_unrounded_vowel.ogg

Vokalên serekî di kurmanciya giştî de

  pêşîn navendî paşîn
girtî î  i, u û
nîvî ê   o
vekirî e   a

Peydabûna A di peyvê de

Dengê ”a” di kurdî de dikare li destpêk, nav û dawiya peyvê peyda bibe:

  • li destpêkê: agir, aş, alif…
  • li navê: baran, xwarin, dav…
  • li dawiyê: ba, dinya, vegeriya…

Li nava peyvê ”a” pirr mişe û berbelav e. Li destpêka peyvê ew di peyvên xwemalî de kêmtir peyda dibe. Li dawiya peyvê jî mişe ye heke mirov peyvên girêdayî (wek ”mala min”) û çemandî (wek ”li du mala” ya devkî li cihê ”li du malan” ya nivîskî) bihejmêre. Lê di peyvên xwerû û neçemandî de peydabûna ”a” li dawiya peyvê bisinor û nadir e.

Di nivîsînê de gelek caran ”a” li destpêkê ye lê di gotinê de di rastiyê de ”eyn” (ع) berî wê ye:

  • aciz, alem, am, Amûdê…

Di peyvên wiha de mirov dikare bibêje ku li gor dengnasiyê ”a” ne li destpêka lê li nava peyvê ye.

Dengê ”a” di peyvên esil-biyanî de

Dengê ”a” di piraniya zimanên dinyayê de heye. Loma di peyvên biyanî yên ku ketine zimanê me, ”a” jî peyda dibe:

  • ”amîn” (bi rêya erebî ji îbrî), ”aheng” (ji farisî), ”axa” (ji tirkî), ”aman” (ji ermenî), ”demokrat” (bi rêya fransî yan inglîzî ji yûnanî)…

Guherîna ”a” bi dengekî din

Dengê ”a” gelek caran bi vokaleke din diguhere û hin caran jî vokaleke din bi ”a” diguhere. Mirov dikare van guherînan li ser sê beşan parve bike:

  • guherîna dîrokî
  • guherîn li gor devokan
  • guherîn ji ber çemandinê

 

Guherîna dîrokî

Mebest bi ”guherîna dîrokî” ew e ku texmînen carekê ”a” di peyvê de hebû lê niha bûye dengekî din. Bo nimûne, di peyvên ”hêdî, kitêb, êciz” de carekê ”a” hebû lê bûye ”a” ji ber ku ev peyv ji erebî ketine kurdî û di erebî de ew peyv bi awayê ”hadi`, kitab, ’aciz” in.

Bi heman awayî ev guherîna ”a” bi ”ê” di peyvên xwemalî/îranî de jî peyda bûye. Bo nimûne, ”hêk” bi zazakî ”hak” e û ”hêsan” ya kurmanciya navendî bi farisî ”asan” e û bi kurmanciya rojhilatî bi metatezê anku guherîna cihê dengan di peyvê de ”sanahî” ye. ”Kêr” (çeqo, amûra birrînê) bi kurmancî ”kêr” û bi soranî ”kêrd” e lê bi zazakî, hewramî, farisî ”kard” û bi belûçî ”karç” e û bi pehlewî jî ”kart” bû. Anku di kurmancî û soranî de ”a” bi ”ê” guheriye.

Ji ber ku guherîna ”a” bi ”ê” di kurmancî de diyarde û fenomeke berbelav e, tê texmînkirin ku eslê van peyvan bi kurmancî jî carekê bi ”a” bû lê paşî bûye ”a”.

Guherîna devokî

Li gor hin devokan ”a” bi taybetî dibe “e”: dîsa/dîse, xwandin/xwendin, xwastin/xwestin, standin/stendin, (di …) da/de, (di …) ra/re, (bi …) va/ve.

Di hin devokan de jî “a” gilovir dibe û nêzîkî dengê ”o” dibe, bi taybetî jî berî dengê “n”: nan/non, dan/don.

Guherîna ji ber çemandinê

Mebest ji “guherîna ji ber çemandinê” ew e ku “a” di peyva xwerû de her heye û naguhere lê gava ku peyva xwerû tê çemandin, hingê “a” bi dengekî din diguhere. Di çemandina lêkeran de ev guherîn di hemû devokên kurmancî de û herwiha di soranî de jî heye:

  • çandin à di-çîn-im
  • bijartin à di-bijêr-im
  • parastin à di-parêz-im

Kurmanciya navendî û rojavayî (lê ne rojhilatî) herwiha di çemandina navdêrên nêr de di rewşa yekhejmariya diyar de “a” bi “ê” (di hin devokan de bi “î”) diguherîne:

  • agir à bi êgir (bi kurmanciya rojhilatî ”bi agirî”)
  • welat à li welêt (bi kurmanciya rojhilatî ”li welatî”)

Rêgirtin li peydabûna dengê “a” li destpêkê

Hin devok rê li ber peydabûna dengê ”a” li destpêka peyvê digirin. Bo nimûne, ew peyvên kurmanciya giştî yên wek “anîn/înan, avêtin” wek “hanîn/hînan, havêtin” dibêjin.

Lê ev guherandin ne kamil e. Bo nimûne, heman devokên ku ”anîn, avêtin” dikin dîsa jî peyvên “agir, aş” nakin “hagir, haş”.

Dengê “a” di peyvên esil-erebî de

Di hin peyvên esil-erebî de “a” heye ku hin kurd wê bi ”a” û hin jî bi “e” dibêjin û dinivîsin. Bi taybetî jî dudilî û lihevnekirin di nivîsîna navên hin welat û parzemînan de heye. Gelo em binivîsin “Amerîka, Afrîka, Almanya, Albanya, Fransa…” yan jî “Emerîka, Efrîqa, Elmanya, Elbanya, Frensa…”

Kurdên bakur û rojhilatî ji ber tesîra tirkî û farisî wan bi “a” dinivîsin lê kurdên rojavayî û başûrî ji ber tesîra erebî wan bi “e” dinivîsin. Di eslê peyvê de bi zimanên ewropî “a” heye, ne “e”: bi inglîzî “America, Africa, Albania, France…” Loma mirov dikare “a” bo zimanê nivîskî tercîh û pêşniyar bike.

[1] Di zaravayên din jî yên kurdî de bi piranî wisa ye.

Husein Muhammed

www.candname.com

Derbar Husein Muhammed

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply