Forum

Nîsan, 2016

  • 21 Nîsan

    Zimanê Kurdî Dewlemend e

    Zimanê Kurdî, zimanekî zengîn û kevnare ye û têra xwe ji ava dîrokê jî vexwariye. Lêbelê, di hinek mijarên felsefî, zanistî û nûjen de, mixabin baş nehatiye xebitandin. Di rewşa a niha de, ev valahî bêtir tê hîskirin. Ziman çi dibe bila bibe, divê bikaribe bersiva jiyana mirovan bide. Nabe ku em bibêjin bila Zimanê Kurdî bi tenê zimanê wêjeyê …

  • 21 Nîsan

    Biwêj û Çîrok

    Carinan hin kesên xurt û neqenc hene ku bi sedema hêncetekê kesên ji xwe jartir didin ceza kirin. Di rastiya xwe de kesê ku tê ceza kirin ne kesekî xwedî qisur e, belê ji berk u kesên xurt ji heyîna wî eciz in. Wê kêmasiyê bi wî ve dikin. Ew biwêj di zimanê Kurdî de, di wateya; -Tu bi qisur …

  • 20 Nîsan

    Giringiya Zimên

    Di dîroka mirovahiyê de dozîneya herî girîng, ziman e ji bo bûyîna civakê, pêşketina zanyarî, zanistî û şarezatiyê ziman cîhekî taybet digre û bi riya ziman mirov komî hevdû dibin û dibin civat û netewe. Bingeha hişmendiya neteweyî jî bi riya ziman tê avakirin û herweha tê nasîn. Heya ew ziman hebe, dê ew netew jî hebe, heye. Ziman navgîneke hilberînê û …

  • 20 Nîsan

    Dostanî

    Li Îskoçyayê cotkarekî gelek feqîr dijiya. Navê wî Flemîng bû. Rojekê ji rojan dema di zeviya xwe de dixebite, qîrînekî dibihîze . Yekser, bi bezê diçe ciyê ku deng jê tê û li wirê çi bibîne; zarokekî heta navtenga xwe ketiye teqnê û di nav hewildana ku xwe jê derxe de ye . Ji aliyekî ve jî zarokê reben, heta …

  • 19 Nîsan

    Yên Min Bikujin

    Ez rabûm min çira vêxist, ‘‘pirtukeke ku heqê min dixe kuştin’’ hilda, da ser çoka xwe û dest bi xwendinê kir. Rûpel bi min re bûn heval, çira şewitî û şev hêdî hêdî herikî. Bi texmîna min gundî û cînar, zar û zêcên xwe re weke her carî runiştibûn, ez jî bi pirtuka xwe re diaxifîm. Min pirtuk qasekî xwend, …

  • 19 Nîsan

    Cudatiya Te Ji Heft Milyar û Nîv Mirovan Çi Ye?

    Ciwanên Hêja! Hin caran bi piranî ciwan bo min dinivîsin ku “Çima Zimanê Kurdî nayê xwendin?” Jixwe derdê giran, êşa bêderman û hewara zimên ev pirs e! Bêguman ziman ji her kesî re rihê nijadî ye. Dema ew rih derket, ew kes jî miriyekî zindî ye. Hingê di nava heft milyar û nîvê de cudatiya te ji kesekî dî namîne. …

  • 18 Nîsan

    Pirsname – Rojbin Özkan

      20 Pirs? – 20 Bersiv √ – Rojbin Özkan   Peyva ku herî jê hez dikî? Rojbin Özkan: Ya Rebbî! Van rojan kîjan stranî guhdarî dikî? Rojbin Özkan: Adem Tepe/Ez im 3-Ji bo te nirxa herî pîroz çî ye? Rojbin Özkan: Din û Welat. 4-Tu ji bo çi dijî? Rojbin Özkan: Boy Rıza Xwedê. Ji kurdan re ya ewul çi lazim e? …

  • 17 Nîsan

    Balafirvan – Nûçeyek 74 Sal Berê 2

    BALAFIRVAN Di şerê Lîbyayê de piştî ko eleman di dora Xezalê de sekinîne şerê balafiran xurt bûye. Her du ali bi balafiran li wargehên hev didin. Balafirvanên ko di resmê jorîn de têne dîtin bi ken li balafirên dijmin dinihêrin. Balafirên dijmin bi ser wan de tên û dikin li wargehê wan bidin. Piştî Kêlîkê balafirvanên ingilîzî û elemanî di …

  • 17 Nîsan

    Du Nûçeyên 74 Sal Berê

    Piştî şerekî behrî vapor û filûqeyên ingilîzî nîzingî li noqareke talyani dikin. Ev noqar di wî şerî de birîn bûye û bin av dibe. Ingilîz deryavanên wê noqarê dikin hêsir bigirin. *** Ji mêj ve ye dora asêgeh û pêşiya xetên şer bi têlên bi derzî digirtin û tê re derbas bûn ji mihaciman re îşekî dişwar bû. Le niho …

  • 17 Nîsan

    Elîsabêt Xudantaca Ingilîstanê – Nûçeyek 74 Sal Berê 1

    ELÎSABÊT XUDANTACA INGILÎSTANÊ Qralîçe Elîsabêt li rex mêre xwe ê xudantac û digel milete xwe ê dilqewîn ji bo zefer û serdestiya welat û kişwerê xwe bi her awayî û li her derê dixebite. Elîsabêt herçî civatên arikariyê ji bo şerevaniyên ingilizî hene tê de ye û bi lebatên wan civatan re bi kar û wezifa xwe a milî mina …