Di Çanda Kurdî De Hin Navên Li Ber Windabûnê

Çand malê gel e. Bi qasî kurahiya çanda xwe mirov dibin netew. Rastiyeke jiyanê ye ku çand, li gor dem û waran tê guhertin. Mirov heta bejeyekê avadike an sazdike gelek dem dibihurin. Her bêjeyek berhema mêjiyekî giran e. Bi pêşketina zanistê mirov roj bi roj bêjeyên xwe yên kevin jibîrdikin. Ev di navbera dîrok û jiyana rojanê de tengasiyê derdixe. Ango nifşê nû ji berhemên bav û kalên xwe tiştekî fêm nakin. Ev di dîroka netewan de dibe xeleka winda.

Gelek bejeyên kurda hene ku li ber windabûnê ne. Her alav an toreyeke nû ku derdikevê ji bo ku bi navkin li navên nû digerin. Zimanekî çêkirî avadikin. Ev zimanê çêkirî zimanekî bi zorê ye ne ku zimanekî siruştî ye. Ev rastiya jiyanê divê neyê jibîrkirin. Li gora dema alavên ku mirov bikartînin têne guhartin. Her alava nû li gora ku karê dibîne divê bê binavkirin. Bi vî awayî dewlemendiya ziman winda nabe.

Ferhengsazî di jiyana netewan an mirovan de cihekî gelek girîng digire. Ji ber vêna ye ku netewên bê ferheng li ber windabûnê ne. Bi vê armancê, min hin bêjeyên ku li ber windabûnê ne ji devê dê, bav, bira û xwişkên xwe girtin û nivîsîn. Ez hêvîdar im ku bêjeyên di ferhengan de cih negirtine ji îro pê ve di ferhengên Kurdî de cih bigirin.

 Navên lîstikên me

  • Şûpelik
  • Heramê Qurçê
  • Xar
  • Qaqilkê Reşko
  • Kerko Kerko Kê Tu Ajotî
  • Hingulîsk
  • Perê Dîwara
  • Leşker û Qaçax
  • Derbik
  • Kerkê Dirêj
  • Pîp
  • Qişto
  • Qaluç
  • Xwişk
  • Benkê Xalo
  • Qoncalk
  • Heftik
  • Sîtîlk
  •  Pîra Mast
  •  Qafik
  •  Gur û Mirîşk
  •  Xwişka Fileha
  •  Kab
  •  Çavgirtînk

 Alavên kevneşopiyên me

  •  Destar
  •  Tenûr
  •  Cirn û Mîrkut
  •  Êtûn
  •  Tifik
  •  Gindor
  •  Teşî
  •  Kurtan
  •  Arzêl
  •  Kolik
  •  Kaloka Şe’ra (şiîra)

 Navên giyayêm me

  •  Kereng
  •  Gurîz
  •  Surim
  •  Parpar
  •  Xerdel
  •  Gezgezk
  •  Tolik
  •  Şoqil
  •  Kardî
  •  Qîfal
  •  Pişkulk
  •  Şinêrek
  •  Tûzik
  •  Kelbêş
  •  Sersîpîk
  •  Strîzerk

 Çend kevneşopiyên dawetên me

  •  Darikê Zavê
  •  Sevilkê Bûkê
  •  Pişt Dêrî
  •  Ser Sebat
  •  Revandina Şekala Bûkê
  •  Revandina Desmalka Zavê
  •  Ser Doşek
  •  Rê Girtin
  •  Cirît
  •  Kahrê Aziba
  •  Mewlid
  •  Hine
  •  Zerfa Pera
  •  Xelatkirina Bûk û Zavê
  •  Ser Sibahiya Bûkê

 Alavên cot

  •  Halet
  •  Gêsin
  •  Şira
  •  Bosta
  •  Mijane
  •  Nîr
  •  Umbûr
  •  Bermilk
  •  Misas

Derbar Dilazad ART

Berpirsyarê Giştî ê Zanîngeh Akademî Li ser çand û hûner, weje û sînemayê dixebitê. Nivîs û helbest û lêkolînen nivîskar di kovarên Kurdî û Tirkî de hatine weşandin. Wek dî lêkolînên nivîskar di gelek malperên înternetê te hatine weşandin. Bi zimanê zikmakî re (Kurdî) zimanê Tirkî û hinekî Îngilîzî jî dizanê.

Check Also

Helbesta Meleyê Cizîrî – Yusuf Agah

“Bi dînarê dinê zinhar da yarê xwe tu nefroşî Kesê Yûsif firotî wî di ‘alem …

Şiroveyek

  1. Merheba,
    karekî baş e, spas dikim ji bo vê xebata we. Xwezya we wateya wan jî li cem wan nivîsandibane. Mixabin wateya gelekan nizanim 🙁

Leave a Reply