Dudiliya Dilekî – Hesenê Metê

Min got:
– Erê, tu jina min î… lê kitêbên min û kitêbxaneya min jî yara min e. Vêya welê bizane.
Li ser van gotinên min, wê hêrsa xwe mezintir kir, çavên xwe mezintir kir û got:
– Na, jin û yar li cîhekî, di malekê de nabe.
Van gotinên wê bêhn li min tengtir kir û min gotê:
– De binere tu yeka çawa yî, Şevbîn xan!…
Mîna ku henekên xwe jî bi min bike, got:
– Ez yeka çawa me?
– Tu yeka welê yî ku… tu ne qelemeka baş î ku ez bi te berhemeka baş binivîsim.Tu tiştan tevlihev dikî, tu tiştên piçûk mezin dikî… te kitêbên min jî jixwe re kirine hewî û tu bi min û kitêbên min ketîyî.
Û yek ji min, yek ji wê… me da hev û em li ber hev pahn bûn, me ji çîkekî şewatek derdixist û me dilê hev hişt: me gotinên naxoş li ruyê hev xist, em ji hev aciz bûn, min rahişt defter û kitêbên xwe û serê wê payîzê ez ji malê derketim… mala ku li gor xanima min, jin û yarek lê nedibû. Ji ber ku xanî li ser navê wê bû, min ji wê re hişt û ez welê derketim. Û tevayiya demsala wê payîzê ez ji wê taxê bi dûr ketim û careke din jî min rêya xwe bi wan deran nexist. Ez li dereke din di odeyeke piçûk de sitirîm.
De îcar dibêjin mêr bi tenê dimînin jar dibin, jin bi tenê dimînin har dibin. Ez nizanim ew har bû an ne, lê ez jar ketim. Lewra piştî demekê êdî hedûriya min tenê bi kitêb û defteran nehat. Min xwest bi awayekî ez xwe nêzîkî Şevbînê bikim û wê bibînim. Ez çûm: bi ruhekî jar, bi gavên jar… ber bi taxa mala me, an jî ber bi taxa mala wê ve çûm.
Beriya ku ez dagerim taxa mala wê, ji dûr ve min ew li nava centrumê dît. Min nexwest ew ji nişka ve min bibîne. Piştî ewqas qîr û pevçûn çavpêketinên ji nişka ve dikane reaksyonên neçê jî çêbikin. Min xwest ew jî min ji dûr ve bibîne. Ez zêde nêzîk neçûm. Xwedê dizane loma wê jî ez nedîtim û dageriya hundurê kitêbxaneya centrumê: çiqas jî dilê min ma pêve! Lewra ew jina ku min û wê li ser hewîtiya kitêb û defteran li hev nedikir, ew jina ku min û wê, me li ser kitêban dilê hev hişt û em ji hev veqetiyan… anuha jî dadigeriya hundurê kitêbxaneyê. Min welê bawer kir ku piştî ewqas wext hîn nû bi rûmeta min û kitêban hesiyaye.
Min nexwest ew bizane ez ji bo dîtina wê hatime vê taxê. Min xwest ew bawer bike ku ez dîsa ji bo kitêban hatime. Lê dema ez jî piştî bêhna cixareyekê hêdîka bi vedizî derbasî hundurê kitêbxaneyê bûm, min dît: ne bi tenê bû. Li hêla pişt refikên kitêbxaneyê, cîhê ku meriv lê rûdine û bi aramî tiştekî dixwîne an jî li ser tiştekî kar dike, ew û yekî xort li pêşberî hev rûniştibûn. Ew î xort ji wê ciwantir û yekî bi dest û pê bû. Wan çend kitêb jî li ser maseyê danîbûn pêş xwe û welê rûniştibûn. Bi min welê hat ku wan dixwest nîşan bidin ku ew bi hev re li ser mijarekê kar dikin.
Wan ez nedidîtim, min ji dûr ve di navbera refikên kitêban de bi dizî li wan temaşe dikir. Wan hay ji min tunebû û ez welê bawer dikim wan hay ji kesekî jî tunebû. Weke du xwendekarên lîseyê li hev rûniştibûn. Ew î xort bi hêvî li Şevbînê mêze dikir û welê bi wê re dipeyivî, lê Şevbîn xemgîn û bi gwînekî vemirî bû: meriv digot qey şîn girêdaye, bi kincên reş bû… kincên ku hertim min digotê: baş li te dixwe.
Mîna yekî ku li kitêbeke taybetî bigere, min rahişt kitêbekê, nêzîkî çavên xwe kir û bêyî ku bi wan ve xuya bibim, ez di pişt refikan re gêhîştim refika nêzî wan. Di navbera min û wan de anuha tenê refikeke kitêban hebû. Baş tê bîra min ew refîk ji kitêbên Si¬mone de Beauvoirê çend lib ber bi çavên min ketin: Det andra könet, De vackra bilderna, Avsked, Farvdl till Sartre… di navbera min wan de tenê ev refika kitêban hebû û min dikanî anuha li pişt wan kitêbên Simone de Beauvoirê dengên wan jî bibîhizim bê çi digotine hev. Di valahiya ser van kitêban re min li wan dinerî û kitêba di dest min de jî her li ber ruyê min. Kêleka Şevbînê bi min ve bû: porê xwe î reş li ser guliyekî hûnabû û li hêla xwe ya çepê di ser sîngê xwe de berdabû. Ji hertim bêtir xwe çêkiribû.
Ew î xort destekî Şevbînê xiste nava herdu destên xwe, serê xwe danî ser maseyê û ji jêr ve li ruyê wê mêze kir. Meriv digot qey tiştekî jê dixwaze an jî ji bo tiştekî li ber wê digere. Ez gelekî narihet bûm û di wê gavê de min hîs kir ku anuha bêtir ji Şevbînê hez dikim. Û zêde nebuhurî ew î xort deng bi xwe xist û gotê:
– Şevbîna delal, ma çi pêwîstî pê heye ku tu welê xemgîn bibî, li kêfa xwe û li jiyana xwe mêze bike. Ma Xwedê ev jiyan daye… ku meriv pê li ber hinekan bikeve?
Şevbînê dengê xwe nedikir. Tenê guhdarî dikir. Nizanim çi difikirî lê awurên wê tenê li cîhekî asê bûbûn û welê guhdarî dikir. Ew î xort careke din deng bi xwe xist û gotê:
– Meriv pêşiyê dê û bavê xwe wenda dike, dûre dost û nasên xwe, dûre mêr û yarê xwe û dûre jî, Xwedê bisitirîne, zarokên xwe… te got, te zarok jî nîne?
Şevbînê serê xwe li çep û rastê xwe li ba kir, bi xem gînî li nava çavên wî mêze kir, lê dîsa dengê xwe nekir. Ew î xort bi bereketa gotinan ketibû û her dipeyivî:
– Baş e, ma tu çima hîn jî xemgîn dikevî, ji bo çi û ji bo kê… ma pê dike? Yekî ku ji bo defter û kitêban dev ji meriv berde, bihêle bila bicahime nava kitêban. Nivîskar xwediyê ruhekî welê ne, ew welê bawer di¬kin ku bextiyarî di nava rûpelên kitêban de ye. Tu jineka kubar,xweşik û bi aqil î… ew jinên ku bi qelema nivîskarên herî jîr û herî mezin jî hatine afirandin û di kitêbên romantîk de bi cîh bûne… bawer bike tu ji wan jî şîrîntir û tu ji wan jî xweşiktir î.
Bi van gotinên xwe re destê Şevbînê bilind kir, mîna ku bixwaze pifî toza tiliyên wê bike, heta ber devê xwe bilind kir û bi kubarî maç kir. Bi min welê hat ku dilê Şevbînê jî tunebû destê xwe ji ber lêvên wî vekêşe. Piştî wê maça xwe, ew î xort gotinên xwe berdewam kir û gotê:
– Tu êdî dev ji wî berde û li jiyana xwe binere. Xuyaye ew ne yekî hêja ye… û ne hêja ye ku tu jî hîn ji bo wî reş girêdî. Nivîskar welê ne, beradayî ne. Ji bo qahremaneka romana xwe dikanin heft salan rûnin û li ser orispiyekê biponijin, lê sebira wan tune ku bi qasî heft deqeyan li ber çogên xanimên xwe rûnin û heft gotinên xweş bibêjine wan.
Ji hîkmeteka îlahî bû an ji refleksên Şevbînê bû ez nizanim, lê Şevbînê hinekî jî bi narihetî gotê:
– Bi naxoşî behsa wî neke, ez naxwazim. Lewra ew weke zarokekî pak û bêguneh bû, tenê ji min bêtir bala wî li ser defter û kitêbên wî bû… weke zarokekî ku ji dêya xwe bêtir ji tîtik û leyistokên xwe hez bike, wî jî ji min bêtir ji kitêban hez dikir.
– Ma ev jî têr nake ku tu êdî wî ji bîr bikî? Ji bona Xwedê bihêle ez alîkariya te bikim, Şevbîn xan… bihêle ez ji te hez bikim û tu jî evê êşa xwe ji bîr bike.
Bi evan gotinên xwe re ew î xort mîna donjuanekî rastîn hustuyê xwe dirêj kir û maçek li kêleka lêvên Şevbînê kir. Lê dîsa bala min kişand ku Şevbînê xwe ji ber maçên wî jî neda alî. Di nava dudiliyekê de bû, dudiliyeke xurt: gelo bihêle wan maçan lê bike an ne, bi xort re têkeve têkiliyên welê an ne.
Dudiliya Şevbînê welê bû, dudiliyeke xurt bû, gelekî… rasterast weke dudiliya Bat Sebaya li hemberî nameya hezretî Dawûd. Û min jî nexwest ez dawiyeke weke dawiya çîroka Bat Sebaya jina Ûrîyayî hettîtî bibînim. Loma hêdîka min berê xwe çerx kir û bêdeng ji kitêbxaneyê derketim.

Çavkanî: Beroj.de

Hesenê Metê

Derbar Rêvebir

Check Also

Sê Qewmandinên Ecêb Ji Jîyana Ronakbîrên Me

Elîyê Ebdilrehman û êlêktrîka havîngeha wî Nivîskarê kurd Elîyê Ebdilrehman, ku di şerê dijî faşîstan …

Leave a Reply