Pênûs û Lênûsk

Zayîna mirov, heya mirina wî, çiştên tên  serê wî ew çarenûsa wî ye. Hin hene tên guhertin, hin hene qet. Gava çavên xwe vekirin pê de, têkoşinekê mezin û dijwar despê dike, di navbera mirov û jiyanê de.

Lê mixabin

Her caran yê têkbirin jiyan e. Bi xurûr, bi difre, bi pozbilindî… Yê têk diçe jî însan e. Bi xemgîn, bi xem, bi keser û stûxwarî xwe davejê ber diwarê hêviyan. Lê nîzanê ku binyada jiyana mirov bi mirov xwe tê damezrandin.

 Jiyan, zeviyekê gelek mezin e, ku tixûbê wê bi behr û çiya derpoçê. Mirov, mêvan û rêwiye vê riya direj û bê rawestgah e. Mirov, ewê eziz, bi qedr, bi şeref, bi rûmet… Ku xuda jiboy xatrê wî dinya xuliqandi ye. Û cin, melayîket jê re xistine xîzmetkar. Hemû team danîne ber piyên wî. Hemû şîn î, hêşîn î, fêkî, dahl, av, kanî, rûbar, cem, behr, Erd, ezman, hewa, sirûşt, Dîtin, gotîn, hezkirin, Hemû xistinê qismetê wî.

Lê sed hezar car mixabin.

Ev qedr û qimetê xwe û sedama hatina dinya ye  tênagihîşe / fêmnake.

Bêle her însan, serekê jiyana xwe ye. Her însan desthilatdarê nefs û bedena xwe ye. Egît û lehengê xewnê xwe ye. Xwestevanê xeyalê xwe ye. Agir û pizotê dilê xwe ye. Şervanê evînê xwe ye.

Mirov nikarê bi hêstirê çavan, hestê xwe, gotinê xwe, hezkirinê xwe û agirê dilê xwe bi reşînê ser lênûska. Nikarê xwe bi mijkulê eşq û evîne berdê ser çeqlê kaxizên lênûskan.  Nikarê hêviyên xwe, xwestiyên xwe, baweriyên xwe, bêriyên xwe, êşên xwe, kulên xwe, derdên xwe, xemgîniyên xwe, xizan û hejartiya xwe, belengaziya xwe, perîşantiya xwe bi xwîna dilê xwe binivîse.

Êdî hewcetiya xwe bi alîkariya hevalek sadiq û dilsoz têne çih. Çi? Erê çi? Gelo çiyê di vî zemanê ku herkes dijmintiya hevdu dike, herkes daf, dafik, û kemîniya li ber hevdu divê de, kî ye, çi ye evê ku bi dilêkî paqij, bi însan ve giredayî ye. Belê ma gelo ji pênûsê pê ve,  kî heye û çi heye ku hilqasî xizmeta însan bike û ji lênûskê pê ve kî heye ku hilqas salî vî barê giran deynê ser pişta xwe û hilgire. 

Belê, carna ez hûr û kûr diponijim. Ma hûn ji difikirin halo carna gelo, pênûsk û lênûsk nebana însan ê bi çî, xwe dabana nasin bi jiyanê re. Çiştin tên bira wê.

Bawerim  mîna lat û kevira, teht û çiya, ê şaş û matmayî mabana, mirov. Mîna jiyana gelê kurd ê lal û bêdeng bibana. Û biêş û bikul û bixemgîn bijîna heya mirinê.

Derbar candame

Check Also

Helbesta Meleyê Cizîrî – Yusuf Agah

“Bi dînarê dinê zinhar da yarê xwe tu nefroşî Kesê Yûsif firotî wî di ‘alem …

Leave a Reply