Li Îskoçyayê cotkarekî gelek feqîr dijiya. Navê wî Flemîng bû. Rojekê ji rojan dema di zeviya xwe de dixebite, qîrînekî dibihîze .
Yekser, bi bezê diçe ciyê ku deng jê tê û li wirê çi bibîne; zarokekî heta navtenga xwe ketiye teqnê û di nav hewildana ku xwe jê derxe de ye . Ji aliyekî ve jî zarokê reben, heta ku jê tê diqîre.
Cotkar zarokî ji teqnê derdixe ango wî ji mirineke nebaş rizgar dike. Dotira rojê wesayiteke rewşedar tê û li peşiya mala Flemîngî disekine û jê esîlzadeyekî bi cil û bergên baş peya dibe.
Ev esîlzade xwe bi Flemîngî dide nasîn ku ew bavê zarokê ku ji aliyê wî ve hatiye rizgarkirin e û dibêje :
– We lawê min rizgar kir, ez dixwazim di bergîdanê de viya bidim te .
Flemîngê hejar û serfiraz dibêje:
– Ez nikarim vê yekê bipejirînim. Û diyariyê lê vedigerîne. Tam di wê heynê de, lawê cotkar yê biçûk di derî re dikeve hûndir.
Esîlzade dipirse :
– Ev lawê te ye
Dilovan Altuboğa