Yên Min Bikujin

Ez rabûm min çira vêxist, ‘‘pirtukeke ku heqê min dixe kuştin’’ hilda, da ser çoka xwe û dest bi xwendinê kir. Rûpel bi min re bûn heval, çira şewitî û şev hêdî hêdî herikî. Bi texmîna min gundî û cînar, zar û zêcên xwe re weke her carî runiştibûn, ez jî bi pirtuka xwe re diaxifîm. Min pirtuk qasekî xwend, çavên min êşiyan. Min pirtuk bi hirmet û rêz danî, ez çûme ber şibakê. Di pace û kulekên malên gundiyan de ronahî dipijiqî.

Dengê çend merivan hate guhê min, min çira xwe hilda, ji sivderê derbasbûm û bin şêmîkê min pifî çirayê kir, temirand. Reperepa piyên çend heban hat. Ez ber bi deriyê xanî ve revîm. Sê xortbûn: Elî, Sulho, Lezgîn. Lezgîn got, ‘‘Zû gund derkeve, yên te bikujin!’’ Elî ji cêva xwe hine pere derxist kir ku bide min, min nehîşt. Wî zehf israr kir, kir nekir min hilneda.

Min xatirê xwe ji wana xwest, ew çûn, ez  vegerîyam malê. Neyar û xêrnexwazên min pirbûn. Min hevana xwe a herdem amade û hazir hilda, keleş avêt milê xwe. Derî û pace min dadan û ez ketim şevereşê. Ber bi newala biniya gund ve ez bilez meşiyam.  Di tariya şevê de bayê ecem rûyê min dixist, sira keleşê hema wisa xwe dida hîskirin. Zûrîniya guran ji çolê, ewte ewta kuçikan ji gund dihatin.

Hatibûn kuştina min, ez niha jî dizanim yên min rojekî bikujin. Ez vê yekê bêjim ku qet nebe xwîner bila bizanibin ez zêde nikarim nivîsandina çîrokan dewam bikim. Sedema destpê nekirina nivîsandina romanê jî ev e; ez hiznakim romana min nîvî de bimîne.  Ew çawa be jî yên min bikujin, wana ser kuştina min sond xwarine. Ez vê yekê rind dizanim. Hêj min bîrnekiriye ez bibêjim: ku ez werim kuştin dibit ev nivîsa bibe delîl jî; yên min dixwazin bikujin min gund derxistin. Lê rind dizanim, yên min bê afil bê safil bikujin û xema kesî jî nîn e.

Tirsekê xwe berdabû ser dilê min, gurme gurma qelpê min bû. Ez ketim newalê, min pêşiya çavên xwe nedidîtin. Ez nişka ve şiqitîm, heta jêrê hatim. Fîşengên min ji berika êlengê min derketibûn, hevana min bela bibû. Dest û milên min hemû herişîbûn û xwîn dibûn. Min hevana xwe dît lê fîşengên keleşê nedîtin. Ez wêderê runiştim. Hêvîya sibeya xêr sekinîm. Min parqe li xwe pêçand, ketim xewê.

Bi banga melê şeveqê ez xwe hisiyam. Min hevana xwe da hev, fîşengên xwe di nav xulî û çêre komkir. Ez revî revî ber bi bajêr ve çûm. Wesayîtek ber min sekinî, ez hildam. Ji sukê min bi pereyên xwe yên heyî ve çend tişt mişt standin û ez çûm ku şorbeke nîska bixwim. Ez derketim qata loqantê a jorê û şorbe hat. Min bihîst çend heb ketin loqantê. Saya Xwedê nehatin jorê, çimkî min ev dengan nasdikirin. Elî got, ‘‘Kuro ew bû mîlyaket û firî?’’ Dengê Sulho hat: ‘‘Bêhişno! Min we re negot em malê de bikujin?’’

Serhad BARAN

Derbar Çand Name

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply