Giringiya Zimên

Di dîroka mirovahiyê de dozîneya herî girîng, ziman e ji bo bûyîna civakê, pêşketina zanyarî, zanistî û şarezatiyê ziman cîhekî taybet digre û bi riya ziman mirov komî hevdû dibin û dibin civat û netewe. Bingeha hişmendiya neteweyî jî bi riya ziman tê avakirin û herweha tê nasîn. Heya ew ziman hebe, dê ew netew jî hebe, heye. Ziman navgîneke hilberînê û heyînîyek zindî ye wek zarokek ji diya xwe dibe tê dinyayê, mezin dibe û eger ku baş neyê xweyîkîrin, bêguman wê demê ew ziman dimre.

Mirov dikare jî bo vê yekê çend mînakan nîşan bide; wekî zimanê Sumerî, Babîlî, Asurî û çend zimanên dinê, niha ev ziman yan mirine, yan jî li ber mirinê ne. Ziman ne bi tenê hêmana ragihandina di nav mirovan de ye, herweha ji bo hevotina nifşên nû rênîşan e û bingeha jiyaneke rûmetdar…

Dema meriv li zagona bingehîn ya dewletan mêze dike, zagona yekem ziman û balkişandina girîngiya ziman e.Mirov çanda xwe, dîroka xwe, reftara xwe, kevneşopiya xwe bi zimanê xwe va fêr dibe û berdewam dike, ne bi tenê ev yek, mirov hestên xwe, ramanên xwe, dilgeşiya xwe, hezkirina xwe, xemgîniya xwe bi ziman radigihîne.

Girîngiya zimanê zikmakî di nav rûpelên Qurana pîroz da jî hatiye nivîsandin. ‘Sureya Rumê ayeta 22’ dibêje li ser rûyê dinyayê her netew û her reng û her ziman xweşikbûna hikmeta Xweda ye. Xwedî derketina hikmeta Xweda ji bo mirovan jî, xêreka mezin e. Îro li ser rûyê dinyayê 7.500 (heft hezar û pêncsed) ziman tên axaftin, her zimanek kesayetiyek, civandina çandekî, avakirina dîrokekî ye.

Rîçalên zimanê Kurdî jî, ji simta Zagros û kurahiya Mezapotamyayê tê. Zimanekî dewlemend, dêrîn û dîrokî ye. Lê mixabin ji ber bêxwedîbûnê ev zimanê me î şirîn, roj bi roj ber bi mirinê ve diçe. Ne bi tenê zimanê me, bi mirina ziman re çanda me, dîroka me, kevneşopiya me û kesitiya me jî dimre. Ew kesên ku ji zimanê xwe dûrdikevin, ew di nav ziman û çanda desthildaran da dihelin û kesitiya xwe jî, wenda dikin.

Feylezofê Birezîlî Paulo Freîre di gotineka xwe de balê dikşîne ser girîngiya zimanê zikmakî û dibêje; ‘çeka netewa serdest ya herî mezin, ziman e. Ew neteweyê bindest, bi çeka ziman tê kûştin, çimkî bi mirina ziman ne yek kesek, lê bi mirina ziman re neteweyek dimre!

Mîrê zimanê Kurdî Celaded Bedirxan jî dibêje: ‘Miletên bindest heyîna xwe ji serdestên xwe bi du tiştan, bi qeweta du çekan diparêzin; ol yek, ziman dudu. Lê heke ola netewêyên serdest û bindest yek be, hingê çek dimîne yek, ew jî ziman e.’

Ji ber wê yekê gere em di her qada jiyanê de zimanê dayîka xwe bi pêşve bibin û bi zimanê dayîka xwe bipeyîvin, binivîsin û bixwînin û bi jiyana xwe zimanê dayîka xwe bixemlînin.

Gul Y. Seven

Çavkanî: felsefevan.org

gulseven233@gmail.com

Derbar Çand Name

Check Also

Wêjeya Kurdî li Yekîtîya Sovyêt [1]

Pêşgotin Ev gotar nirxandineke wêjeya kurdên Yekîtîya Sovyêt e, ku ji çap kirina rojnama “Rîya …

Leave a Reply