Biwêj û Çîrok

Carinan hin kesên xurt û neqenc hene ku bi sedema hêncetekê kesên ji xwe jartir didin ceza kirin. Di rastiya xwe de kesê ku tê ceza kirin ne kesekî xwedî qisur e, belê ji berk u kesên xurt ji heyîna wî eciz in. Wê kêmasiyê bi wî ve dikin. Ew biwêj di zimanê Kurdî de, di wateya;

-Tu bi qisur î.

-Te karê ne di rê de kiriye.

-Tu gunehkar î, de tê bikaranîn.

Weke nimûne;

Got;

-Ez ji te gelek eciz im!

-Min çi kiriye?

-Te keskikê Xwedê xwariye…

Binyata vê biwêjê digihîje serpêhatiya gur, rovî û kerê.

Dibêjin;

Rojek ji rojan gurek, roviyek ê kerek bi hev re bûn destbirak.

Demekê bi hev re geriyan, gur û rovî birçîbûn, dilê wan çû goştê kerê, herdu destbirakan li hev kir ku hêncetekê ji kerê re peyda bikin û wê bixwin. Dema ku rovî gur bi aliyê xwe xist got;

– Em ê heryek serpêhatiyeke xwe bibêjin, ger ku di serpêhatiya me kê de qisur û guneh hebin, em herduyên din vegerin ê din bixwin. Piştî ku li hev kirin dor dane gur, gur ya xwe got;

– Min carekê li milê Berazan mihek xwar, rebenê du heb berxikên wê hebûn. Rovî xwe avêt pêşiya gur û got;

– Xalê delal, xwarina mihan ji şana guritiyê ye. Ger ku em werin ser wan berxikên ku bê dê mayî; xwedê wan ew dane ber miyên din û dan mijandin, ew mezin bûn, ji wan keriyek pez peyda bû. Te bêtir xêr kirine û hîç ne qisûr e, ne jî guneh e.

Dema dor hate rovî, rovî got;

– Ger ku ez ya xwe bibêjim, min carekê li milê eşîra Bêzik di koxikê de mirîşkeke kurk derxist, xwar. Bîst heb çîçikên wê rebênê hebûn. Ez gelek gunehkar im. Gur hima xwe avêt ber rovî û got;

– Xwarziyê rovî, xwarina mirîşkan ji şana rovîtiyê ye. Ger ku em werin ser çîçikên wê. Teqez xwediyên wan xurt bûn, çîçik hemû mezin kirin, her yek ji wan bû kurk û bi dehan çîçik derxisti, komek mirîşk ji wan peyda bû. Ew ne kêmasî ye ne guneh e.

Dor hatibû kera reben, kerê got;

– Wele ez jî ne hindik gunehkar im. Ez rojekê di axa eşîra Bezariyan de derbas dibûm, min dît bîstanek li wir e, zebeş lê çandine, xwediyê wê zebeş xwaribûn, qaşûle wan avêtibûn tîxûbê zeviyên min jî ew keskikê Xwedê xwarin. Dema kerê wisa got; rovî xwe avête ber û got;

– Birayê ker tu gelekî gunehkar î, te keskikê Xwedê xwariye, lazim e em jî te bixwin. Li ser gotina rovî, gur zikê kerê dirand, xwe berdan ser destbirakê xwe yê ker, qenê pûrtê wê jî nehîştin..

Ömer Özcan

Ji pirtûka ‘101 biwêj, 101 çîrok’

Derbar Ömer Özcan

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply