ELÎSABÊT XUDANTACA
INGILÎSTANÊ
Qralîçe Elîsabêt li rex mêre xwe ê xudantac û digel milete xwe ê dilqewîn ji bo zefer û serdestiya welat û kişwerê xwe bi her awayî û li her derê dixebite. Elîsabêt herçî civatên arikariyê ji bo şerevaniyên ingilizî hene tê de ye û bi lebatên wan civatan re bi kar û wezifa xwe a milî mina yeke ji xelkê radibe. Dikeve destegahên ko tê de gore û kirasên hiri çêdikin; radihêje singikan, hiriyê dirêse û ev dayika dilovan ji kurên xwe en esker re goran çêdike.
Di resmê jorin de xudantaca Ingilîstanê, li Londrê, li ber deriyê xestexaneke Frensizên aza tête ditin. Elisabêt ev xestexane digel serkanê Frensa aza û fermandarê hinerwer, general De Gol ziyaret kiriye. Qraliçe piştî ziyaretê, li ber dêrî sekiniye û bi general De Gol re dipeyive.
1 Nîsan 1942, Çarşemb, Sal 1, Hejmar 1, Kovara Ronahî
Amadekar: Ridwan Xelîl
Nîşe: Ev xebat ji bo ku nûçegihaniya îro bi ya berê re bê muqayesekirin hatiye kirin.