Rola Jina Kurd di Beriya Mêrdînê de

Bi min xweş e ku di roja Cîhanî a Jinê de karibim ronahiyê berdim ser rola jinê di civaka Kurdên Beriya Mêrdînê de.  Erê mebesta min ku ez ronahiyê berdim ser rola jinê di Beriya Mêrdînê de, rola jinê di civaka Kurdî de, rola jinê di mala kurdî de û vê gotina ku bav û kalên me gotiye: (Jin stûna malê ye), biçesipînim.. Belê, bêguman rola mêr mezin e, lê barê giran li ser pişta jinê ye û rast jin stûna malê ye.

Erê jin nîvê civakê ye û wek ku diyar e, di vê serdemê de ji nû guhdaneke baş bi jinê hatiye kirin.. Nexasim ji rex saziyên sivîl, dewletên demokrat û Netewên Yekgirtî ve û wiha ev dewlet û saziyên têvel bi hewildanin ku wê zilm û zora ku ji sedê salan ve li ser jinê dihat kirin û tê kirin, hilînin û nema bikin. Bêguman em kurd jî beşek in ji netewên cîhanê, gelek zilm û zor li jina Kurd jî bûye û hêjî dibe û zilma ku li jina Kurd hatiye û dibe, dubare ye; ji rexekî ve civakî ye, wek a jinên cîranên me û ji rexekî ve bindestiya ku gelê Kurd bi tevayî têre derbas dibe, ji rex dagîrkeran ve..

Tevî vê rewşa xerab a ku Kurdistan têre derbas bûye û dibe, gelê Kurd bi rûmet û rêzgirtinê li jinê mêze kiriye û derfetên berfireh di jiyana rojane de li ber vekirî hiştiye.. Di encam de jina Kurd di gelek waran de xwe parastiye, serê xwe hildaye û nav û deng daye.. Mirov dikare wan waran bi van xisletan bi nav bike: Merdî, dilovanî, mêranî, zanîn û huşmendî, wefadarî, deyax û cangorî.. Hêja ye wek nimûne ez Xensa Paşê, wek jineke kurd ji Beriya Mêrdînê ku, di destpêka çerxê bîstan de nav û deng daye, bi we bidim naskirin:

Xensa Paşê an Xensa Xelecî: Ew kebaniya Îbrahîm Paşayê Millî bû; Jinek jîr û jêhatî bû, xwedî kesayetiyek bi vîn û biryar bû. Di heyamê mêrê xwe Îbrahîm Paşa de û di pey wî re jî, wê karîbû êla Millan a mezin û zarok xwe di deverên teng re, bi serketin, derbas bike.. Ew bû ya ku di şerê erebên Iniza û Şemeran de nav di mêrên Millan, Xelecan û Kîkan de dida û ji wan re digot; “Yaxên we yaxên guran e“. Anku yaxên guran jî pezkujin, yaxên we jî mêrkujin.. Ew keça Daoud Axa, pismamê Îsmaîl Axa serokê êla Xeleca bû, lê bi navê Xensa Îbrahîm Paş dihat naskirin an bi navê Xensa Paşa. Piştî ku di payîza 1908 an de zilamê wê Îbrahîm Paşayê Millî li Sifeya, nêzîkî Kewkebê Millan canê xwe ji dest da û çû ber dilovaniya Xwedê û zarokên wî li Nisêbînê hatin girtin.. Xensa xatûn bi kar û barê êla Millan rabû û bi zîrekiya xwe zarokên xwe ji zindanê berdan.. Xensa xatûn xwedî rêz û rûmet bû li cem axayên Kurdan û keyaxên ereban, nîşana rêzgirtina wê ku, di hevdîtinan de serê wê maç dikirin..

Konê Reş, Qamişlo,

07.03.2020

Derbar Konê Reş

Check Also

Helbesta Meleyê Cizîrî – Yusuf Agah

“Bi dînarê dinê zinhar da yarê xwe tu nefroşî Kesê Yûsif firotî wî di ‘alem …

Leave a Reply