ÇÎROKÊN CIVAKÎ Û TOREYÊN KEVNEŞOPÎ

Kurdên binxetê ji berê ve alfabeya latînî-kurdî bi kar anîne. Ji bo kurdan û tevahiya Kurdistanê pirsgirêka standarkirina yekbûna alfabeyê di rojevê de ye û divê ji bo pêşerojê ev pirsgirêk ji niha ve were çareserkirin. Ji bo tevahiya – herçar parçeyên – Kurdistanê yek alfabeyeke pêwîste û ew jî alfabeya latînî-kurdî ye. Di du parçeyên Kurdistanê de alfaba latînî-kurdî û di du perçeyên din de alfaba arebî / aramî tê bikaranîn.

 

Dewleta Iraq û Îranê alfabeya arebî bikar dianî û kurdên başur û rojhilat hêj jî vê alfabeyê bikar tînin. Herçiqas alfabeya dewleta areb ya li Suriyê alfaba arebî be jî, kurdên başurê rojavayê biçûk ê Kurdistanê xwe weke perçeyeke Kurdistana bakur dîtine û alfabeya latînî-kurdî di kovar, rojname, pirtûk, belavok û hemû cure weşanên xwe de bikar anîne û tînin.

 

Di hêla pêşveçûna ziman, çand û edebiyata – wêjeya – kurdî de nivîskar, lêkolîner û rewşenbîrên kurd yên binxetê kar û xebatên hêja kirine û dikin. Berhemên nivîskarên kurdên binxetê berê jî û niha jî li bakurê Kurdistanê ji alî xwendevanên kurd ve têne xwendin. Nivîskarên kurdên binxetê birêz Helîm Yusiv û Jan Dost li bakurê Kurdistanê bûne navdar. Pirtûkên wan hatine weşandin û heta hinek pirtûkên wan ji alî wergêrên kurd ve li zimanê tirkî hatine wergerandin.

 

Pirtûkên Cigerxwîn, Osman Sebrî, Nuredîn Zaza û hwd, hêj jî li bakurê Kurdistanê ji nûve têne çapkirin û belavkirin. Herçiqas ew ji bakur bin jî, li binxetê jiyane û bi xebatên xwe edebiyat û siyaseta vê perça biçûk a Kurdistanê pêşve birine. Digel van nivîskaran, pirtûkên gelek nivîskarên kurd yên binxetê li bakurê Kurdistanê têne weşandin. Di rojname û kovarên kurdî yên bakur de gelek gotar û nivîsên Bavê Nazê, Jana Seyda, Konê Reş, Cankurd, Elî Cefer, Heyder Omer û hwd, hatine weşandin. Di hêla pêşvebirin û dewlemendiya şaxên edebiyatê, helbest, çîrok û romana kurdî de nivîskarên kurd yên binxetê gelek kar û xebatên giranbiha pêkanîne û berhemên hêja afirandine. Lewre jî wan pesnê heq kirine û divê xebatên wan bi nirx were şîrovekirin.

 

Nivîskarê kurd birêz Kamîran Haco jî nivîskarekî kurd ê binxetê ye. Pirtûka wî ya kurteçîrokan li Stenbolê di nav weşanên ”Avesta” de derketiye û li bakurê Kurdistanê belav bûye û gihîştiye xwendevanên kurd.

 

Navê pirtûka Kamîran Haco ”Kelevajî” ye. Pirtûk 63 rûpele û têde çardeh kurteçîrok hene. Kurteçîrokên ku di pirtûkê de ne, bi tevahî çîrokên civakî ne. Di hinek çîrokan de ravekirina toreyên kevneşopî hene ku gelek bala mirov dikşîne.

 

Pêwîst nake ku ez naveroka hemû çîrokan pêşkêş bikim. Lê, ez ê behsa naveroka yek kurteçîrokê bikim ku ji bo min balkêş e û mijara şîrovekirinê ye.

 

Naveroka çîroka sernavê wê ”Stêrka Rijiyayî”, adet û toreyeke kevneşopî ya kurdan rave dike. Ev adet û toreya kevneşopî hêj jî di nav civaka kurd de tê pêkanîn û adeteke – tradisyoneke- nebaş e, gelek xirab e.

 

Di nav civaka kurd de, di hinek adet û toreyên wan yên kevneşopî de tiştên gelek xirab hene.  Wek mînak adeta ku bira bi jina birayê xwe re dizewice, adeteke nebaş e. Dema yek dimire yan jî tê kuştin, jina wî bi birayê mêrê wê re dizewicînin. Ji bo ku Xwedêgiravî bûka malbatê neçe bi yekî din re nezewice, wê bi tiyê wê re dizewicînin.

 

Nivîskar Kamîran Haco di vê kurteçîrokê de vê mijara zewicandina bi jina bira re qal dike û herweha çîrokê li ser vê mijarê hunandiye. Ev kurteçîrok kurteçîroka yekem a pirtûkê ye û ji hêla naveroka xwe ve ya herî balkêş e. Lehengê çîrokê navê wî Pêşo ye. Pêşo li odeyê, li ber camê – pencerê – rûniştiye. Jinbira wî jî destî di nav hevîr de, hevîr dike. Pêşo û jinbira wî ji xwe re sohbet dikin. Dilê Pêşo ketiye keçikek û jinbirayê wî pê dizane. Ew behsa keçikê dikin. Jinbirayê Pêşo jê re dibêje ku keçik herroj behsa wî dike.

 

Birayê Pêşo navê wî Qenco ye û ew çûye serxetê. Apê wî nexweşe û ew çûye serdana apê xwe. Dema Pêşo pê dihese ku birayê wî çûye serxetê, dilê wî tê guvaştin û çavên wî li têlên sînor dikeve. Mala wan li ber sînorê têlkirî û mayinkirî ye. Têlên sînor li pişt mala wan e.

 

Navê evîndara Pêşo ”Nazê” ye. Pêşo xeyal dikir ku havînê, piştî paleyiyê wê dawet – dîlan – li dar be. Dema Pêşo di nav xeyalên xwe de diramiya, dengê gurmênê hat. Bi deng re Pêşo û jinbira wî mat man, li hevûdu nêriyan û mane heyirî. Di çavên herduyan de tirseke mezin peyda bû. Pêşo di pencerê de li derve mêze kir, toz û dûman ji aliyê sînor rabûbû.

 

Birayê Pêşo li ser sînor rastê mayînê tê, mayin diteqe û ew dimre. Piştî demek derbas dibe, bavê Pêşo jê re dibêje :

  • Kurê min, divê tu jinbira xwe mehr bikî.

 

Pêşo jî bersîv dide û dibêje :

  • Yabo ez nikarim, ma kesekî xwişka xwe li xwe mehr dike.

 

Pêşo bi çavên xweşka xwe li jinbira xwe nêriye û dinêre. Lêbelê bav zorê dide pê û dibêje :

  • Zarokên birayê te, bila sêwiyê li ber destê xelkê nebin. Namûsa me, pîreka birayê te bibe jina hinê din.

 

Pêşo înad dike, di berxwede dide û dibêje :

  • Ez ê çilo, çawa biçim ser nivîna birayê xwe?

 

Bav jî dibêje :

  • Ev adetên me kurdan e, bi hezaran wilo jinbirayên xwe anîne.

 

Û di şeveke havînê de, zewaceke bêdeng pêk tê. Pêşo li oda birayê xwe rûniştiye û cixare pêdixe, dikşîne. Ji nîşka ve jinbira wî derbasê hundir dibe. Pêşo serî li ber e, ew serê xwe ranake. Jinbira bi dilekî şkestî rûnîdike û diponije. Ji derve gurmenek tê. Stêrkek ji ezman tê xwarê. Rondikek bi melûlî bi ser hinarkê rûwê wê de diherike.

 

Di vê kurteçîrokê de du mijarên girîng, du pirsgirêkên sosyal – civakî, du birînên gelê kurd tê rave kirin. Sînorên têlkirî û mayin, nîşana parçebûna welatê kurdan e. Birîneke netewî ye û pirsgirêkeke girînge ku li pêşberê kurdan sekinandiye. Heta niha bi sedan, bi hezaran kurd li serê sînor bi teqêna mayinan hatine kuştin, birîndar bûne, dest û lingên wan jê bûne.

 

Mijara zewicandina bi jinbira re jî adet û toreyeke kevneşopî û paşvemayî ye. Tradisyoneke gelek xirabe û hêj jî di nav civaka kurd de tê kirin. Kirinên weha nebaş û paşverû divê ji holê bê rakirin û êdî di nav civakê de neyê pêkanîn.

 

Min di vê gotara derbarê pirtûka nivîskarê kurd ê binxetê Kamîran Haco de behsa naveroka yek kurteçîrokek kir. Heger ez naveroka kurteçîrokên din yên di pirtûkê de ne şîrove bikim, dê nivîsa min gelek dirêj bibe. Lewre jî min behsa çîroka kelevajî, kurdewarî, bextiyarî, lehengî, dilpakî, hêvî, bajarvanî, dergistî, jîriya şagirt, mêrxasiya Silo û jiyana xweş û xewneke xweş nekir. Çawa ku naveroka kurteçîroka ku min şîroveya wê kir, balkêş e, herweha naverokên çîrokên din jî balkêş in û hemû jî hêjayê xwendinê ne.

Lokman Polat

 

Derbar Lokman Polat

Check Also

Dil û Dîrok Dişewite

Halê kurdan û kurdistanê xerabmalî ye. Ji lew dil û dîrok dîsa dişewite. Kezeba mirovahiyê …

Leave a Reply