Ma Ez Ji Te Re Bibêjim çi?

Piştî ku tu bûyî nêviyê wanqas zanyaran, te da dûv pêşengên dijminê zanyariya xwe, piştî ku te Qu’ran xitim kir te dev jê qeriya, li zarokatiyê man rojên tenî binimêj. Piştî ku te bawer kir te xwe ji rê derxist û ev cirm kire stûyê Xwedê. Navê malbata te seyîd e; lê tu niha ji Xwedê bawer nakî. Bavê te hecî ye; lê tu fenek î. Diya te ji xwe fihêt û binamûs bû; lê ma tu ? tu ji bavê xwe fedî nakî? Ma em ji te re bêjin çi, em çi navî li nifşa te bikin?

Ti carî tevgerên te, ne li gorî zimanê te ne. Ti xebatên tenî ku mirov mînak bistînin nînin. Tiştên ku tu nakî tu didî ber xelkê. Tiştên ku tu nikarî bikî, tu dibêjî ezê bikim. Dew tine, tu rûn difroşî. Tu bi devkî bahwer dikî; lê ahlaqê îmanê bi te re nîne, ma ez ji te re bibêjim çi !

Herdem berjewendiyên te, dilê te bi aliyekî ve diqulipînin. Hebûna te, berjewendiyên te ne; lê çi fêde tu li berjewendiyên axretî nafikire. Baweriya te bi serê ziman e, ji edetê ye. Tu ji Xwedê bahwer dikî; lê çi fêde tu pê ewle nabî. Bawerî ewleyî ye. hesabê te çewt e, danûstendina te beleheq e. Hesp tine ye, tu alif hazir dikî. Ma ez ji te re bêjim bê çi!

Tu dibêjî  Xwedê heye; lê weke ku ew nîne tu tevdigere. Te Cinnet li ser xwe tapo kiriye. Tenê bi navê misilmantiyê tu pesnê xwe didî. Navekî mezin li ser gundekî xerabe ye. Tu ji Qur’anê bahwer dikî; lê tu wê naxwe nav jiyana xwe. Aqil tine tu kêfê dikî, pembo tine tu eşêfê dikî. Ma ez ji te re çi bêjim!

Tu li ser bîra avê ji tîna dimrî; li ser xaka mezrabotan ji nêza dimrî. Hema tu navekî li xwe bike !

Ê min ezê li vir bim û xwe tebût bigirim heta ev bahoz we li ber xwe bibe!

Zîwer Îlhan

Derbar Zîwer Îlhan

Check Also

Helbesta Meleyê Cizîrî – Yusuf Agah

“Bi dînarê dinê zinhar da yarê xwe tu nefroşî Kesê Yûsif firotî wî di ‘alem …

Leave a Reply