Netewekî got: “Ez heme” kesek wî nas nekir,
Netew got: ” Li min zilm dibe, dinya wê nedît.
Gel digot: “Dûmana ewrên reş bi ser me de tê” herkes çavê xwe girt.
Li bajarekî zarokên wî netewî got ” Dayê bêhna sêvan tê” zarok beziyan ber bi bêhnê ve. Lê ew ne sêv bûn
Zarokan sêv nedît li kuçê. Zarok tev giriyan, gotin: “Dayê ev ne sêv in”
Dayîk bi lez fehm kirin ku bêhna mirinê tê. Dayîk qîrîn kirin çûn hewara zarokan, zarok û dayîk tev bi hev re mirin…
Di wê rojê de zarokek tê dinê.
Ji ber ku ew neçûbû sêvan, sax dimîne û ew zarok niha bûye 32 salî.
Dibêje: “Navê min HELEPÇE ye û ez namirim.”
Paşa Amedî