Da Mêr Nebêjitin Ku Jin…

Da mêr nebêjitin ku jin

Bê merîfet in

Bê esil û binyad.

Işqê ji xwe re qet nikarine armanc.

 

Wekî çawa bextê Romê, Ereb û Farisan tunne be bextê hin mêran jî qet nîn e.

Carna ev her çar kirde mîna hev in.

Mîna hev hov, mîna hev xedar, mîna hev kujer, mîna hev zalim, mîna hev …

Bê guman jinên mîna van kirdeyên zalim jî hene di vê cîhanê de.

 

Bê guman dive meriv hemû mêran nexe di nava koma zalima de. Yên qenc û baş tim hebûn, tim hene û wê tim hebin jî. Û bê guman jinên baş jî tim hebûn, tim hene û wê tim hebin jî. Ev cîhan û ev gerdûn bi xêra van kesên canikan dizîvire.

 

Di destpêka dîrokê de jin li pêş bûn û her tişt di deste wan de bû. Xweda û serok tim jin bûn. Desthilatdarî di deste wan de bû. Lê çerxa felekê her dizîvire. Demek şûnde mêr bûne serdest û desthilatdarî ji deste jinê derket kete deste mêran de. Hêdî hêdî bi sîyasetek şûm mera wekî pîrepindê tevna xwe veda û li bendî neçîrên xwe ma.

 

Di vê sîyaseta pîrepindê de nêçîr timî jin bûn û nêçîrvan jî mêr. Helbet ev çerx heta hetayê wisa namîne. Dem û dewr wê biguhere. Divê jin û mêr bi hev re bixebitin û divê jin ji meran bêhtir bixebitin. Divê jin xwe ji bo pêşerojê amade bikin û xwe pêş bixin.

Divê jin pir bixwînin.

Divê jin bibin zana.

Wekî heyva çardeşevî şeva xwe û wekî rojê roja xwe xweş û geş bikin.

 

 

Mela Mihyedîn

Derbar Mihyedîn Nahrîn

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply