Portreyên Şophiştî-I Ya Seîd Veroj

Nivîskarê hêja birêz Seîd Veroj di Portreyên Şophiştî (Cilda Yekemîn) de li ser bîst û neh portreya rawestîye. Him di alîyê zimên de, him jî di aliyê agahîyên dîrokê de karekî gelek baş kiriye. Portreyên Şophiştî ya Seîd Veroj, bi ziman û agahiyan ve mohra xwe dîroka Kurdan xistiye.

Pirtûka di dest min da ji Weşanên Dara derketiye, çapa yekem îlona 2019 e.

Ez dixwazim di va nivîsara xwe de çend notên balkêş binivîsînim:

1-Mele Goranî: “Bawermend û dîndarekê gelek xûrt bû, lêbelê ji ber ku dîndarîya wî li ser bingeha aqil bû, ew ne muteasib bû. Wî qethen ji bo meqam û mewqî, ji baweriya xwe tawiz nedaye.”

 

2-Fuzûlî: “Şiîra bê îlim, wek avayîyekê bê binyad e.”

 

3-Nalî: “Bo çi negirim sed kertim dil dişikînî/ Bo çi mey nerijî şîşe le sed cîke şikawe.”

 

4-Abdurehman Nacim: “Parêzvanekî Îlm û Wêjeya Kurd.”

 

5-Keyfî: “Çi bikim! Nikarim bibim şaîr.”

 

6-Seyid Abdulqadirê Nehrî: “Serok Seyid Abdulqadir di ber sêpêya darvekirinê de weha dibêje: Jixwe hûn di meseleya xerakirin û belakirinê de xwedî şûhretekê mezin in. We vira jî kir wek Kerbelayê. Vê yekê bizanin ku meriv bi bêwijdanîya xerabkirin û talankirinê şerefê qezenc nake, nabe xwedî nav û deng.”

 

7-Emîn Alî Bedirxan: “Xitabek ji bo Çerkesa min: Ez xerîbek derbeder im, bêkes im/ Tu li ku yî zewqa heyata min, Çerkesa min.”

 

8-Seyid Rizayê Dêrsimî:”Wexto ke Seyid şino dara îdamî ver vano: Ez 75 serre yo, şehîd bena û şina hetê şehîdanê Kurdistanî. Dêrsim mexlub bi, feqet kurd û Kurdistan ciwiyeno, xortê kurdan ko heyfê ma bigîrê. Wa zalimî bimrê! Wa zûriker û bêbextî bimrê!”

 

9-Mela Ehmedê Xasî: “Ez wazena keda destê xo biwera, ne ke keda wendena xo.”

 

10-Mewlanzade Rifat: “Ez evîndarê hurrîyeteke bêsînor im, ez dixwazim hemû welatî û hemû mirov, heta dixwazim hemû benî beşer; bi tevî nijadên sipî, zerik û reşik giş bibin hevparê evîna me.”

 

11-Şêx Evdiselam Barzanî: “Neteweparêz û Alimekî Reformîst ê Kurdan.”

 

12-Ahmed Cemîlê Diyarbekirî: “Mezopotamya: Amerîkaya Osmanî.”

 

13-Kurdîzade Lûtfî Fikrîyê Dêrsimî: “Ez ne mucrîm im ku efûya xwe bixwazim, dixwazin bila hukmê li ser min hilînin!”

 

14-Mihemed Salih Bedirxan: “Xwedî û nivîskarê rojnameya Ummidê.”

 

15-Salih Begê Hênî: “Wextê îdamkerdişî de, seba paştgêrî û moraldayişê hemazandê xo, Salih Beg winî vano: Eyro rojê mêrxasîya ciwanmêrdan o; wa dost û dişmenî biveynê ke ma senî hawa ver bi mergî şinê. Sey ciwanmêrdan vinderê, hesrê çiman merişnê, sereyê xo mekênê xo ver.”

 

16-Kurdîzade Ahmed Ramiz: “Di Reşbelekê de gotîye: Eger emrê min bihatana firotin bêtereddud minê bifirota, di riya Kurdan da serf bikira.”

 

17-Mehmed Mîhrî Hîlav: “Eger ronahî ne ji me be, çiraya xatirê rêya me ronî nake.”

 

18-Şêx Mehmûdê Berzencî: “Melîkê Kurdistanê.”

 

19-Dr. Fuad Berxo: “Dema ku ew şoreşgerê neteweyî yê kurd dibin dara sêpiyê, ew serê xwe bilind dike û berê xwe dide bêdengiya beden û kolanên Dîyarbekira şewitî û wê gavê ji me ra wisa tarîf dike: Şevek tarî ya hebû ya tune bû nîv;/ Deşt di xew da çiya digrî, ne hilate hîv.

Û pişt re bersîva celadên xwe dide, dibêje: Ji bo welatê xwe bi mêranî mirin, her gav di bîra min de bû. Ev axa ku îro em li ser têne darvekirin, bêguman dê rojekê alaya serxwebûnê li ser bête hilkişandin.”

 

20-Kemal Fewzî: “Ew di deqîqeyên herî dawî yên jîyana xwe de, li meydana Mizgefta Mezin û li ber lingên sêdaredanê, di bin ronahîya asoya sibê de deng li bêdengîya Dîyarbekira şewitî dike û dibêje: Kurdistan wek bihuşt e û ya me ye, xwedîyê malê em in, kî çi dibêje bila bibêje, em ê dîsa têkevin hundir, tu hêzek nikare li hember vê yekê bibe asteng, lewre ew ya me ye.”

 

21-Encûm Yamûlkî: “(Bavê Encûm Yamûlkî, Mistefa Yamûlkî Paşa) Berîya mirina xwe, wesîyet kirîye ku ev risteyên jêrê li ser kêlika wî bête nivîsandin:

Ditirsim ey weten, nebînim bextiyarî tu,

Binivsînin le ser qebra min, weten xemgîn û ez xemgîn.”

 

22-Pêşewa Qazî Mihemed: “Wesîyetnameya Qazî Mihemed: Birayên min! Dijminê kurd ji çi reng û qewmekî be her dujmin e; bê rehm e, bê wijdan e, rehmê bi we nake, ewê we bi destên we bi xwe bide kuştin, ewê we temah bike û bi fêlbazîyên xwe û bi derewan we li hev bixe. Di nêv hemû dijminên gelê kurd de dijminê Ecem ji hemûyan zalimtir û meluntir û xwedênenastir û bêrehimtir e, destê xwe ji tu tawanên hemberî gelê Kurd naparêze, di dirêjîya dîrokê de kerb û kîna li dijî gelê kurd hebûye û heye. Binêrin tevaya mezinên gelê we ji Simaîl Axayê Şikak heya Cewher Axayê birayê wî û Hemze Axayê Mengurr û çendîn mirovên din her hemû xapandine, aram kirine û xelk ji piştevanî kirina wan dûrxistîye û ji nûh ve bi zor nemerdane kuştîne. Ji wan re sûnd bi Quranê xwarîye ku Eceman niyaza xêrê bi wan re heye û wê başîyê bi wan re bikin. Lê heçî kurd e, zû bawerî ji sûnd û sozên Eceman dike û tu sozên xwe bi kurdan re bi cîh neanîne, her hemû derew û fêlbazî kirine. Ez, wek birayekê biçûkê we, di rêya xwedayê de û ji bo xatirê xwedê ji we re dibêjim hev bigirin û qet pişta hev bernedin. Pirr bawer bin eger Ecem hingivînê bide we, dîyare jehr kirîye di nêv de, bi sûnd û soz û derewên Eceman nehên xapandin, eger hezar caran dest li Qurana pîroz jî bidin û sozê bidin we, jê bawer nekin û pirr bawer bin tenê merama wan xapandina we ye. Ez bawerim gelek ji wan ên paş me jî, ji alîyê eceman ve bêne xapandin û yên ji me zanatir

jêhatîtir bin, lê hêvîxwazim kuştina me bo we bibe pend û îbret.”

 

23-Hîlmîyo Siwêrekij: “Gelî ciwanan! Deştê zerrênê ke binê hewranê berzan yê Kurdistanî de bêwayîr mendî, heme dewê xopan û keyeyê xirabe yê welatê ma, daristanê sey cenetî û koyê berzî veng danê şima; şîkayet û lomeyê xo şima wendoxan ra kenê; pabeyê hewara şima yî û vanê. Bi qelema xo, bi cesaretê xo yo medenî, bi kar û kerdişê xo yê milî wextê ameyo û belkî zî vîyarto.

Gelî ciwanan! Hêvîya welatî pêro şima yî.

Belê, mesela heyatê Kurdistanî yo. Hîç mekewê pey hewnandê xapînokan. Ewro wezîfeyê zaf muhîmî dekiwenê şima mil. Nê gam û rojê ke ma tira vîyarenê, zaf muhîm î. Mekewê hewnan!

Eke ma wazenê huzurê dinya û rîpelanê tarîxî de bêleke bimane, gerek ma fek ezezî, guman û îxtilafandê xo ra veradê, Êdî însaf bike!…” (Kovara Jîn; hûmara 8)

 

24-Mistefa Barzanî: “Piştî ku min bedena kekê xwe bi sêdarê ve daleqandî dît (14.12.1914), min ji xwe re got, êdî hîç nabe ku bikevin ber destê dijmin û ev yek bû prensîbeke jîyana min.

Hêloyê Pîr ê Kurdistanê, roja 1ê Adara sala 1979an di nexweşxaneya George Town de koça dawî kir. Ji dayikbûna wî, 14ê Adarê 1903.”

 

25-Faîq Bucak: “Serokekî gelêrî û pirek di rêya xebata partî û navbera gel de

 

Sonda me mirin e di riya te da welat

Kefen e kirasê me, ferman jî xeml û xelat

Xêr ji mirinê dinê da bo me tuneye xebat

Emê xwîna xwe bifroşin pê bikirin Kurdistan

Em bi lorika mirinê hatine pêçandin

Dinya şûna şîr da em bi xwînê mijandin

Em dîlîtiyê naxwazin, pir rûmet e goristan

Em ê xwîna xwe bifiroşin pê bikirin Kurdistan.”

 

26-Nûredîn Zaza: “Gelî Kurdan! Heke hun naxwazin ji hev tarûmar bibin û wenda bibin, berî her tiştî, bi zimanê xwe bixwînin û bidin xwendin.

Lê heke dixwazin xwe nas bikin û xwe bidin naskirin; bi havaltî û dostanîya miletên din re pêş ve herin; û bi rûmet û serbilindî bijîn, dîsa zimanê xwe bixwînin û bidin xwendin.”

 

27-Nûredîn Zaza: “Ti Çekofê ma yî kirîvo, Çekof!”

 

28-Dr. Abdurehman Qasimlo: “Di rûniştina sêyemîn de yanî di 13yê Temûza 1989an de, Dr. Qasimlo û du hevalên wî yên pêre Abdullah Gaderî Azar û Fazil Resûl ji alîyê nûnerên terorîst ên Îranê ve li bajarê Vîyanayê hatin terorkirin.”

 

29-Mele Abdurehman Uçaman: “Seyda Beydaba, Beydabayê Kurdan.”

 

Faik Öcal-Çandname

 

 

Derbar Faik Öcal

ocalfaik@gmail.com

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply