Çand û Huner

Dema kû em dibêjîn çand û huner destpêkê civak tê bîra me. Çawa kû destpêka mirovahiyê ji Mezra Botan destpê kiriye, her wusa çand jî bidestpêka civakbûyînê re destpêkiriye. Pênaseya peyva çand di s.s 18. de li Holanda derketiye. Latîn Emerîka dibêjin; peyva çand tê wateya ‘’Axa Pîroz’’. Li gel Îtalya jî ji peyva çand re dibêjin; îrvana, ewjî tê wateya her tiştê zanabûn tê de heyî.

Li gorî min jî çand, her tiştê kû civak jiyan dibe ye. Ji Jîrbûn û rûniştinê bigre heya li xwe kirina cilan, xarin û vexwarin û hwd… hemû dibe çand. Dema em li civaka xwezayî jî binêrîn, emê bibînin kû çanda Gelê Kurd bidevokî yan jî bidengbêjî, (lorik, dîlan, helbest u w.d…)  karîye xwe jiyan bike pêşketiye, û heya roja me ya îro jî hatiye.

Em ewqasî dikara çandê dikin, lê dirastiyê de çand bixwe jî hunereke. Lê belê huner hebûnek pîroze, her kes dikare bixwîne bibe doxtor, mihendiz, mamosta û w.d… lê nikare bibe hunermend. Jiber kû huner tiştek xwezayîye ji dayîkbûnê bi mirovan re peyda dibe.

Nimûne: dengbêjtî bixwe jî hunereke, lê hinek ji herêmî tê û hinek jî ji malbatê tê. Di malekê de dema dayîk dengbêjbe ev hunerê dengbêjtiya dayîkê bixwezayî derbazî zarokên wê jî dibe.

Çand hebûnekê wusaye kû bê mirine, mirov dimire lê huner berhem û şûnmayîyên kes dimînin, jiyan dibin. Hebûna kes dide berdewamkirin. Ji bo gelek were tune kirin destpêkê dest dirêjî li çanda wê tê kirin.  Bi vî awayî lewazbûna çanda civakekê, tê wateya tunebûna wê civakê. Ew civak bi asîmilebûnyinê re rû birû dimîne û bi jiyandina çanda biyanî roj bi roj berbi tunebûnê ve diçe.

Çima evqasî em çandê bicivakê ve girêdidîn?

Ji ber kû civakek çanda wê tunebûyî nikare bi dem dirêjî jiyan bibe, di heman demê de çand jî bê civak nabe.

Wekû nimune; mirovekê kêm endam di jiyanê de, bi gelik zor û zehmetiyan re rû birû dimîne. Wekî heyî û neyî jiyan ji bo wî/wê bê wateye. Jiber vê jî civak bê çand û çand jî bê civak nabe.

Derbar Çand Name

Check Also

ÇAR PERWERDEHIYÊN GIRÎNG

Di Toreya Kurdî de ÇAR PERWERDEHIYÊN GIRÎNG Bêguman perwerde di çanda piraniya neteweyan de cihekî …

Leave a Reply