Melzeme (ji bo 4 kesan)
- 500 ml şîrê tam rûn û şîrê teze
- 1 heb wanîlî
- 4 heb zerikên hêkê
- 100 ml kremaya şîr
- 1 quncêrk xwê
- 3/4 qedehê avê şekirê toz
Çêkirin
Şîr û kremê bi vanîlî û bi quncêrkek xwê bikelînin. Di vê navberê de, zerikên hêkê bi şekirê toz bi hev re heya ku xweş tevehev dibe biçirpînin. Şîrê kelandî li vê yekê zêde bikin û li ser germa navîn bikelînin, bi têla çirpandinê bi hêz biçirpînin heta ku kelê dide.
Binî şîrê bigrin, qalibê kekê yên ku pêşîyê di qerisînerê kûr de hatiye cemidandin de birjînin û li ser pê fîlma streçê bigrin û germahiya jûrê de berdin bila sar bibe. Niha ew amadeye ku têkeve qeşadankê. 3-4 seatan jibo tîr bibe bendê bisekinin û di vê navberê de yekcara derxin û tevbidin ku bila qeşayê negre, bila siftîyeke nerm de be.
Çandname