‘Bi Zimanekî Nayêzanîn’ Danasîna Zanayekî: Apê Musa

Mûsa Anter di nivîsên xwe debi şêweya xwe ya pêkenî ûzimanê xwe yê mîzahî û xweş tamî, mirovan dixe nav azweriya xwendinê û meriv êdî hez nake jê biqete… Apê Mûsa vê tehera xwe, di berhema xwe ya “Bîranînên Min” de dema ku xwe dide nasîn jî pêk tîne. Bi rastî dema ku min xwend, wê demê min fêhm kir ku di nivîsê de xwemalî, mirovan tu carê nade ji bîrkirin û her demcihek taybet jê re dihêle. Gelo Apê Mûsa çi gotibû ku ez ew qas di bin tesîrê de mam. Belê bêyî ku em dirêj bikin, bi kurt û kurmancî em bipêkenoka Apê Mûsa dest pê bikin:

“Dema ku Recaîzade Ercüment Ekrem Talu, qala jiyana xwe dike, cihê jidayikbûna xwe û mala bavê xwewiha dide nasîn: “ Herêma Marmara, di Tirkiyeyê de herêma herî şareza ye; Stenbol, bajarê Marmarayê yê herî bedew e; Boğaziçi, taxaS tenbolê ya herî narîn e. Sarıyer,navçeya Stenbolê ya her şêrîn e;Yeni Mahalle, taxa Sarıyerê ya herî xweştir e û koşka Recaîzadeyan koşka Yeni Mahalleyê ya herî newazeye… A ez li vir hatim dinê.” Belê, ew kurê Recaîzade Ekrem bû. De ka îcar em bizîvirin û li min binêrin: Kurdistan di Tirkiyeyê de cihê herî paşmayî ye; Mêrdîn, di Kurdistanê de bajarê herî paşdemayî ye; Nisêbîn, navçeya Mêrdînê ya herî bi derd e; Stillîlê (çem), nehiya Nisêbînê ya herî xizane; Zivingê (Şikefta kevin), gundêStilîlê yê herî paşdemayî ye û ez di vî gundê de li gor gocika gelheyê, di şikefta bi jimareya duyemîn de welidîme.”

MÛSA ANTER KÎ YE?
Apê Mûsa, tam nediyar e ku dikîjan salê de hatiye dinyayê. Lêqasê ku wî û dayika xwe hesab kirine, ev derketiye holê: “Diya min digot, ‘Piştî Fermana Fileha tu hatîdinyayê.’ Ji ber ku komkujiya Erme-niyan di sala 1915an de destpêkir û di sala 1917an de qediya. Ez dikarimbibêjim ku yan 1917 yan jî di 1918an de hatime dinyayê.”
Her çi qas heval û hogirên wî jê re gotibin: “Kuro Şêxo (Mûsa) eyb nîne kutê biçî dibistanê? Tu yê bixwînî û piştre bibî Efendiyê me û me rezîlbikî?” dîsa jî Apê Mûsa xwend û bawer im ne tenê malbat, gundî, heval û hogirên xwe, gelê Kurd hemû ezîz û serfiraz kir. Ji ber vê yekê wî xwendina xwe ya seretayî li Mêrdînê û ya navîn jî li Edenê kir. Piştre çû fakulteya dadê ya Zanîngeha Stenbolê. Di sala 1941an de hate Stenbolê û piştê sê salêndin şûnde bi keça Abdurrahim Rahmi Zapsu, Ayşe Hale Xanimêre zewicî.
Bi navê Anter, Rahşan, Dicle sê zarê wan çêbûn. Mîna her zarê Kurdan ê hemiyetperwer Mûsa Anter jî bi derd, kul, keser û nexweşiyên xwe û yên gelê xwe gelek baş dizanibûn. Ji ber vê ji hertiştî re amade bû. Ji jiyanê bigreheya mirinê. Sedem ev helwesta wîbû ku zilm û xedir pê re hate kirinû di sala 1992an de li Amedê hate qetilkirin.

 

NIVÎS Û ÇALAKIYÊN WÎ?

Avahiya xwendekaran a bi navê Dîcle:

Ev avahî li Stenbolê hate damezrandin ji bo ku Xwendekarên Kurd ên li Stenbolê hem li warekî germ hem jî li cem hev bimînin.

Kürtleri Kurtarma Cemiyeti (Komeleya Rizgariya Kurdan):

Ev komele bi awayekî ne fermî hatibû damezirandin. Armanc, ne li ser dijminiyekê, li ser guherîn û baş kirina rewşa Kurdan bû. Ji bo vê yekê li Xwendekarên Kurdan xwedî derdiket û Kurdayetiya wan bi wandida hiskirin. Endamên wê: Mustafa Remzî Bucak, Yusuf Azizoğlu, Ziya Şerefhanoğlu, Faik Bucak û Mûsa Anter bûn.

Dicle Kaynağı(1948):

Rojnameyek hefteyî bû. Naverok li sergelemşeyên Kurdan bû. Ziman Tirkî bû. Vê kovarê Qetlîama Geliyê Zîlanê, meseleya Şêx Seîd, Agirî, Sason, Dêrsim, Karaköprü û Otuzüçler derxistibûn rojevê.

Avahiya xwendekaran a bi navê Firat:

Di sala 1942yan de li Stenbolê ava kiriye.

Aşxaneya Karmend û Karkeran a bi navê Dîcle:

Di sala 1949an dehatiye damezirandin. Bi alîkariya waliyê Stenbolê ji bo ku xwarineke erzan bidin karmend û karkeranhatiye çêkirin. Heya hilbijartina sala1950yî hatiye domandin.

Avahiya xwendekarên keç a binavê Toros:

Hevalekî wî yê bi navê Nizar ev avahî ava kiribû. Pişt re Mûsa Anter jê dewr girtibû. Lêbelê zêde dewam nekir û hate girtin.

Şark Mecmuası:

Di sala 1951ê depiştî ku rojnameya “Dîcle Kaynağı”hate girtin, Mûsa Anter bi alîkariya Kemal Sülker ev kovar derxist. Kovareke mehane bû. Weşana xwe li Stenbolê dikir. Naveroka wê zêdetir li ser Danezana Mafên Mirovan bû, jiber ku Kurd hay ji mafên xwe hebin. Lêbelê tenê du hejmar derketiye.

Turistik Palas: Mûsa Anter serkariya vê otêlê kiriye. Ev otêl li Amedê hatiye avakirin.

Şark Postası (1954):

Bi alîkariyaendezyarekî bi navê Ahmet (?) kuhevalê Mûsa Anter bû, ev rojnamedihate weşandin. Zimanê wê Tirkî bû. Li Amedê dihate weşandin. Mûsa Anter tê de rojê du nivîs dinivîsandin. Navê qunciknivîsa wî “Geciken Posta” bû.

İleri Yurd (1958):

Ev rojname dema ku Mûsa Anter hê tev lê  nebibû jî derdiket. Lêbelê mirov dikare bibêje ku pir nedihate xwendin. Xwediyê wê Abdurrahman Efem Dolak bû. Lê piştre Mûsa Anter û Canip Yıldırım bi Abdurrahman Dolak re peymanekê çêdikin û heqê weşanê jê distînin. Mûsa Anter di vê rojnameyê de nivîsên Kurdî jî dinivîsîne. Nivîsek bi navê “Ji bo Xwedê Sedeqakê” bi sernavê “Aman Ne İleri Yurd” derket. Li ser vê meselê gelek hat axaftin. Doz lê hatin vekirin.re helbesta wî ya navdar a bi navê “Qimil” hate weşandin. Şîroveyawê jî bi zimanê Tirkî nivîsîbû.

Hilbijartina sala 1965an û TİP:

Mûsa Anter piştî ku (TİP) vebû, di nav refên vê partiyê de dest bisiyasetê kir. Ji ber ku wê demê ev partî bê zirar didît û serokê wê jî nasê wî bû tu pirsgirêk nemabû ku bikeve nav xebatan. Jixwe mijara pirsgirêka Kurdan di bin berpirsiyariya wî de bû. Lêbelê ev pêvajo jî li ser hem dê xwe nema û çend pirsgirêkên ku di navbera Mûsa Anter û Tarık Ziya Ekinci de derketibûn, ew ji hevdu qetandin. Dû re Mûsa Anter bi awayekî serbixwe li herêma Mêrdînê berendamiya xwe danî. Bi rayeke gelek zêde ku pê sê parlementer bikaribin parlementeriyê bi destbixin rey sitandibû. Lêbelê ev jî negihîşte encamekî. Ji hêla “Ankara Hava Kuvvetleri Mahkemesi” ve mehkûmiyeta wî hat xwestin û koçî Çanakkaleyê kirin. Lê dîsa jî heya sala 1971an têkiliya xwe bi “TİP” êre nebirî.

Doğu Dergisi (1ê Kanûnê 1969):

Ciwanmêrekî bi navê Mehmet Güneş Şahiner pêşniyariya vê kovarêlê dike. Ew jî dipejirîne û dest biweşanê dikin.

Avakirina (HEP)ê:

Di sala 1988ande partî damezirandin û bixwe jî têde cih girt.

Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê:

Di sala 1992yan de bi çend havalên xwe re Enstîtuyê ava dikin. Di kongreya yekemîn de dibe serok. Her wiha Mûsa Anter xêncî van çalakî û xebatan gelek xebatên cûrbecûr kirine.

Qasê ku min xwend û dît Apê Mûsa meriv dikare bibêje yek deqeyek nesekiniye. Ez bi xwendina xizmetên wî westiyam, lê ew bi 74 salên wek 74 emran mîna ku çiqas xizmet kiribe, ewqas jê zewq girtiye û xebitiye.

DOZÊN KU LÊ HATIN VEKIRIN Û JIYANA WÎ YA GIRTÎGEHÊ

Mirov nizane vê mijarê çawa vebêje. Lewra çi çax lê fersendanîne, an doz lê vekirine an jî avêtine girtîgehê. Ger ku mirovek bi taybetî li ser vê mijarê bixebite dikare bi sedan rûpelan tişt binivîsîne. Lê em dikarin çend dozên ku hem di dîrokê de hem jî di jiyana wî de cihêxwe girtine vebêjin:

49’lar:

“Heya ku li baxçeyê êsîriyê gul bim, ez dê li baxçeyê azadiyê stirîbim çêtir e.”

* Di 7ê Kanûna 1959an de tên girtin. Pêşiyê pêncî kes in, piştî ku Emîn Batû diçe li ber rehma Xwedê, 49 kes dimînin. Jiber vê bi navê ‘Doza 49 kesan’ di dîrokê de navê xwe girtiye. Mûsa Anter jî li Amedê digirin û tînin girtîgeha Harbiyeyê.

23’ler:

Di sala 1963an de 23 kes bi hevdu re tên girtin. Pêşiyê dibin ‘embarekê ku li qesra Yıldızê a Abdulhemîd e. Dû re çend dadgeh doza wan lê vedigerînin û piştre dibin girtîgeha Mamakê a li Enqerê.

Girtina 1970yan:

Mûsa Anter û du havalên wî yên ji Amedê bibiryara dadgeha duyemîn a cezayêya giran ku li Enqerê ye tên girtin. Pêşiyê bi biryara daliqandinê ve tên bendî kirin. Lêbelê piştê 15 rojan şûnde tên tehliye kirin.

DDKO:

Piştê derbeya 12ê Adarêtê girtin. 32 mehan hem ji doza DDKO hem jî ji doza T-KDPyê têgirtin.

 

BERHEMÊN MÛSA ANTER

Birîna Reş

Ev berhem meriv dikare bibêje şahê berhemên wî ye. Lewra di demek wisa de hatiye nivîsîn ku wê demê tu kesî nikaribû bigota ez Kurd im jî. Hem di zîndana Herbiyeyê de hem jî bi zimanê Kurmancî hatiye nivîsîn. Meriv dikare bibêje di komara Tirkiyê de bi tîpên latînî û bi zimanê Kurmancî berhema yekem e ku hatiye nivîsîn. Ev berhem di sala 1959an de hatiye nivîsîn û di sala 1965an de çap bûye. Di celebên edebiyatê denav celeba şanoyê de cihê xwegirtiye. Karakterên wê: (Zîno, Biro,Misto, Bedo, Apê Sado, Seroxan, Kelos, Reşo, Xensê, Silo, Xort, Gulê,Buharê) ne.

Berhem ji aliyê mijarê û naverokê ve gelek serkeftî ye. Lewra suhbet, bûyer, nirxandin, nakokî û hêviyên di berhemê de bi bêhna jiyana Kurdan hatiye hûnandin. Dema ku meriv têkiliya Zîno û Biro dixwîne, dê û bavê meriv tên bîrê. Wexta ku mirov çîrokû meselokên Apê Sado dixwîne, ji meriv wetrê ku meriv di nav cemaeteke kalan de ye. Çaxê ku Silo şekirê xwe naxwe û ji bavê xwere vedişêre, danûstandina meriva zarokatiyê tîne bîra meriv. Yanê dixwazim bibêjim ku ji her aliyê ve mirov bi birînên xwe yên reş dihesedi nav Birîna Reş de. Muslum Yucel di nivîsek xwede wiha dibêje:

“Berhem ji bilî Tirkiyê, li Çakoslovakya, Belçîka, Hollende, Denîmarqa û li Swêdê li ser dikê hatiye lîstin. Şahap Balcıoğlu, li şayesên piyesê yên li sehneyê nêrt û wêne xêz kirin. Di Birîna reş de bi kurtahî mijar wiha ye: DPê li rojhilatê bi axa, beg û şêxan xwe li peya digirt. Wê demê Axa, bi nirîna xwe, Şêx, bi fetwayên xwe û Beg, bi tasek dewê xwe dikaribûn ji hemûkesî re keytiya xwe diyar bikirana.” (3)

Apê Mûsa jî der barê Brîna Reşde wiha dibêje:

“Xwendevanên delal, min ev pirtûk sala 1959an li Stenbolê, li Herbiye di hucra 38an de wextê ez girtîbûm, nivîsîbû. Tiştên ku hûnê di vir de bixwînin gişk serpêhatiyên min in. Li rojhilatê ‘Brînên Reş’ pir in. Wek bîrova çavan, êşa zirav, kotîbûn û a ji van gişkan dijwartir û dijwartî û nezanî û feqîrtiyê. Hûnê niha tiştên ku van êş û bela anîne serê me, di vê pirtûkê debibînin. (4)

Qimil

Di sala 1962yan de ev pirtûkli ser helbesta Mûsa Anter a kudi rojnameya “İleri Yurd”ê dehatibû weşandin wek pirtûkeke nirxandinê ye. Ji ber ku naveroka pirtûkê, ji helbesta Qimil, nivîsên ku di çapemeniyê de li ser Qimilê hatibûn nivîsîn, biryarên Dadgehê a li ser doza Qimil, raporên pisporan û hwd. çend pêkenokên din ve derketibû.

Hatıralarım (Bîranînên Min)

Apê Mûsa dema ku dest bi nivîsandina bîranînên xwe dike, tam 70 salî bûye. Ji ber wê dibêje nivîsandina min bêmefer dixuya. Her çi qas wisa gotibe jî Bîranînên Apê Mûsa wek du cilt û bi zimanê Tirkî li ber çavên me ne. Mîna ku dibêje çi heyf e ku bi zimanê Tirkî bû. Lê bixwe ji bo vê yekê gelek di kesire. Dibê ku emrê min têrê bike, dê kurmancî jî derê. Lê mixabin ev daxwaza wî nahate cî. Ciltê yekem ji pênc beşan pêktê. Zêdetir di vî cîldî de qala kar û xebatên xwe kiriye û xwe daye nasîn. Cîldê duyem jî ji du beşan pêktê. Di vir de zêdetir li ser têkiliya xwe û kesên din sekiniye. Apê Mûsa bi gotineke xwe ya delal jixwe naveroka vê berhema xwe puxte dike:  “Ez şahidê zindî û sondxwarî yê tengasiyên Tirkiyê yê 55 sala me. Gelo ez tenê şahid im? Na! Ez her wiha mehkûm, bersûc û dozdarê Tirkiyê me.” (6)

Ferhenga Kurdî: “Ferhenga Kurdî-Tirkî”

Ev xebata xwe di sala 1963yan şûnde li girtîgeha Enqerê ya Mamakê dinivîse. Qasê 11 hezar peyvan di xwe de dihewîne. Piştê ku ji girtîgehê dertê di sala 1967an de diweşîne. Taybetiya vê ferhengê ew e ku tu çavkanî, pirtûk, ferheng û tiştên hwd. di destê Apê Mûsa de tunebûne û wisa nivîsiye.

Vakayiname

Di “Vakayiname” de di navbera qewimîna bûyer û nivîsandina wî de zêde dem nebihuriye. Ev berhem ji waqi’ayên wî yên di navbera 1987 û 1992yan de der çûye. Disala 2002yan de ji weşanxaneya Avestayê çap bûye.

Fırat Marmara’ya Akar

Ev pirtûk di sala 1996an de ji aliyê weşanxana Avestayê hatiye çapkirin. Zimanê wê bi Tirkî ye. Berhem, ji mijarên klasîk, hin meqale, ceribandin û berhevkirinan derketiye.

Çinara Min
Ev pirtûk di sala 1999an de li weşanxaneya Avestayê hatiye çapkirin. Naveroka pirtûkê ji nivîsên Mûsa Anter ên di sala 1992an de di rojnameya Welat de hatine nivîsîn û wekî din çend nivîsên ku di kovareke mîzahê ya bi navê Tewlo dehatine nivîsîn derdikeve. Pirtûkê navê xwe ji nivîsa ku di 7-13ê Adarê de hatiye weşandin hildaye. Nivîs hemû bi zimanê Kurdî ne. Nivîsa ku li jêr hatiye nivîsîn beşek ji nivîsa Çinara Min e.
“Di 1951ê de çûm gund min çinarek çand. Niha du metro û nîv stûr û 50-60 metro jî bilind bûye. Jixwe min divê ez tirba xwe di bin de çêkim. Wê salê min nêrî ku terhik jiber çûye.
Hecî Mehmûdê Stilîlî bang min kir û go:
Şêxo wer ez tiştekî pêş te bikim. Ez çûm Mehmûd ew tirhik pêş min kir.
Û got;
– Tu zanî çi hat bîra min?
Min go;
Çi hat bîra te?
Go;

Ez dibêm tu wek vê çinarê yî û ev telebên me yên li çolê wek vê terhikê ne, ji ber te çûne. Ez keniyam, min xwe da vî alî û wîalî belkî ji tirsa jî be, li min nêrî ku xebera wî ye. Îca ez terhik ji ber kîjan çinarê çêbûme? Ew çinar niha hişk bûne, ez mame. Dibê ku ez jî hişk bibim terha ku ji ber min çûye bibe çinar. Ez ji ber Cegerxwîn çûme, ji ber Celadet Bedirxan çûme û ên din. Niha li dinyayê, agirê Olimpiyatê heye. Dibên berê di Yewnana qedîm de lîskek wan hebû, agir pêdixistin xort dibeziyan, xortekî agir dida dest yê din. Bi vî hawî bi hezaran xort ew çira didan dest hev heta ku bigihana Akrepola armanca xwe.”(7)

Hevdîtina Mûsa Anter û Seîdê Kurdî (8)

Qasê ku Apê Mûsa di bîranînê xwe de vedibêje mesele wiha diqewime: Em dizanin ku Abdurehim Zapsu xezûrê Apê Mûsa û heval, hogir û hemwelatiyê Seîdê Kurdî ye. Di herba yekemîn de Abdurehîm Zapsu û Seîdê Kurdî dîl dikevin destê Ûrisan û piştre bi hevdû re bi gelek zor û zehmetiyan tên Stenbolê. Seîdê Kurdî di sala 1945an de ji bo doza ku lê hatiye vekirin, tê Stenbolê. Dibe mêvanê A. Zapsu. Apê Mûsa jî êvarek teklîfatiya xwarinê datîne. Seîdê Kurdî û wekê din gelek alimên Kurd ên mîna Şêx Şefîq Arvasî, Şêx Emînzade, Şêx Mustefayê Bidlîsî, Mekkî Arvasî, Cemalettîn Arvasî vedixwîne teklîfatiyê. Apê Mûsa dibêje: Piştî nan suhbetek gelekxweş hebû. Heya wê demê min qetxeber nedabû, hê min mazûvanî jî ji A. Zapsu re hiştibû û min xizmetdikir. Lêbelê deyaxa min nemabû û dibe ku piçek jî bi çorsî min ji Bedîuzzeman pirsî: “ Ustadê min, tişta ku min ji zaroktiya xwe heya niha bihîstibû û navek we yê binavê Melayê Seîdê Kurdî ku ji gelê Kurd re sempatîk bû, hebû. Lêniha Tirk ew qas eza, cefa, tadeyê li we dikin, mişextê welatên biyanî dikin, davêjin zîndanan û we acizdikin, lê hûn hê jî hewlek wisa didin ku Tirka bişeynin bihiştê. Evkarekî çawa ye…min fêhm nekir.”

Di vê navbeynê de Apê Mûsa diyar dike ku suhbet hemû bi Kurmancî bûye. Apê Mûsa wiha didomîne: Wan çavên xwe yên nûrfeşan û ilimbar wek projektorekê ber bimin zîvirand û bi rûkenî got: “Ev kîye Abdulrehîm?” Xezûrê min jî got: “Ev xort zavayê min e.” Ustad got: “ Wey! Kurê min, ka were ba min.” Ez çûm li ber rûniştim. Destê xwe avête ser stûyê min, min maç kir û got: “ Kurê min hîn zaroyî tu nizanî ez çi dikim. Bixwîne ilm hîn bibe.” Mêvanên din ji samîmiyeta me qayîlbibûn. Ji ber ku Ustad kî ramûsanda û destê xwe li pişta wî bida, dihate wî maneyê ku ‘ez ji te razî me.’……

Der barê Apê Mûsa de çend gotinên Yaşar Kaya (9)

Min Zerdeşt nedît, Seîdê Kurdî dît. Hûn her sê li ber hev di heman liq û tîmê de çi qas zehf dişibiyan hev. Derwêşiya we, qelenderiyawe, riyê we yê spî û çavên we yên nurfeşan û ronbar mîna hev bûn.Min bibexşînin, doktrînên we cihêcihê bûn, lê hûn her sê jî kedkarêgelê min ên rihsipî bûn.

Yaşar Kemal qala Mûsa Anter dike (10)

Dema ku ez bîst û pênc salî bûm,min Mûsa Anter nas kir. Heval û hogiriya me ew roj ev roj e ber dewam dikir. Her dem bi çavekî baş dinya dinirxand. Di rojên herîtarî, herî zilimbar de jî ew her ruhzelal, hêvîdar û bawermend bû. Di mirovê herî xirab de jî li rûyekî xweş digeriya, ew rû didît û dikirku bi wî rûyî jê hez bike û fêhmbike…Di dawiya tarîtiyên herî kûrde li çirûskekê digeriya û didît. Reşbîniyek herî giran de hêviyek disincirand…

Der barê Apê Mûsa de çend gotinên Îsmaîl Beşîkçî (11)

Kurdbûn di roja îro de tiştek gelek zor e. Qasê ku zor e bi rûmet e jî. Min kekê Mûsa di sala 1967an virde nas dikir. Ji naskirina min bigre heya niha Kurd bû. Bêguman ez dizanim ku kekê Mûsa di gora xwe de bi rehetî û rûgeşî radizê. Lewra yên mîna Mûsa Anter, di salên 1950î de sê çar kesbûn. Lêbelê îro bi hezaran, deh hezaran in… Şadûmaniyek ji vî mazintir heye gelo? Wekî din ez dizanim ku kekê Mûsa piştê sala 1984an bi ruh û heyecanekî nû şadûmaniya dilê xwe bi dest xistiye. Mûsa Anter, mirovekî Kurdan ê leheng û delal bû. Ez bawer im ku yê heya heya bê bîranîn…

Şêwe û şêwaza Apê Mûsa û nirxandina Evdile Koçer (12)

…Surgun warê hunera mîzahêye! Di vir de mînaka herî mezin Mûsa Anter e. Çawa ku em dizanin Apê Mûsa hem nivîskar hem siyasetmedar hem jî henek bêjekî mezin bû.

Lê berî her tiştî ew bihenekbêjiya xwe bûbû “Apê Mûsa”. Mîzaca wî ya mîzahî dipêşiya her tiştî de bû.

Bûyer ûqewimînên siyasî û jiyanê, bi entelektueliyeke têr li gorî şêwaza xweya mîzahî vedigot û dinivîsand. Meselok û pêkenokên Apê Mûsa, di devê civaka me de bûne folklorîk. Min gelek caran dîtiye ku, dinav civatê de kesekî/ê wiha dest bi meseleyeke henekî kiriye: “Apê Mûsa rojekê…” Yanê ev dihat wê maneyê ku Apê Mûsa wekî Behlûl, Melayê Meşhûr, Nisredîn Xoce û hwd. bi rabûn û rûniştandina xweve, bi henek û meselokên xweve ketibû tûrikê folklorê û ji serzimanê gel danediket…

Teoriya “Kart û Kûrtê” hilweşiya; de ya Ellah coban bişidînin belkê xwe bi vê çingalê bigrin

Di dema herba dûyemîn de, dema ku ew qas tengasî, birçîbûn, dijwarî hebû, dema ku perê yekê hebûya jî xwarin tunebû ku meriv bikiriya û bixwara. Tam di demek wisa de Mûsa Anter li taxa Beyoğlu li ser kolana Îstiklalê bi navê“Beyoğlu Kantin” cihek vekiribû. Aşxane û beqqalek wî gelek dewlemend hebû. Rojekê du kal di milê hevdu de tên karxaneya Mûsa Anter. Apê Mûsa çawa ku wan dibîne dinase. Yek ji wan mamosteyê Mûsa Anter ê li ser dada cezayê profesor Tahir Taner bû. Yê din jî wezîrê karûbarên derve yê kevin Numan Menemencioğlu bû. Ji ber ku Apê Mûsa qedrê wan digirt, têkiliya wan gelek xweş, suhbeta wan pir geş bûbû. Van herdu zilaman ji demek zû ve hev nas dikirin. Herdu berê bi hev re di Konferansa Lozanê de şêwirmendiya dadê ji İsmet İnonu re kirine. Çima ku ji Apê Mûsa xweş bûn car carina dihatin kargeha wî û suhbet dikirin. Tam di suhbeteke wiha de Numan Menemencioğlu bîranînek xwe bi wan re parvekiriye:

“Churchill û Roosevelt ji bo ku em bikevin herbê di sala 1943yan de min û İnonu vexwendin Qahîreyê. İnonu ji bo ketina herbê erênî nedifikirî. Hem li Edenê û hem jî li Qahîreyê nêrîna İnonu ev bû: Artêşa me ya heyî artêşeke ku bikaribe şer bike nîne. Artêşa me bi cîhazan bixemilînin û derxînin asta artêşa xwe, piştre emê ser çav û ser serê xwe bikevine şer.’ Lêbelêne Churchill û ne jî Roosevelt qîma xwe bi Tirkan nedianîn. Digotin piştî xemilandina artêşê ku derbasê aliyê Almanan bibin ew çax emê çibikin? Lêbelê carek bi meselokek wiha ve me bi Pirsgrika Kurdan dane tirsandin. Me’lûm e, ji ber ku hatibûn alema Îslamê, bi xwe re çend oryantalîstên ku her yekî ji wan zimanên şerqê dizanibûn, anîbûn. Hema di derbekê de ji İnonu re got: ‘Paşa, tu bi Kurdî dizanî?’ İsmet İnonu şaşopaşo bibû. Nizanibû dêçi bigota. Hê wî tiştek negotibû ez ketim nav suhbetê û min zûka got: ‘ Ekselans, em Kurdî nizanin. Jixwe li bal me Kurdî nayê axaftin û zimanekî wisa jî tuneye.’ Churchill ji merivên xwe yekî pirsî û dema ku got: ‘ Qey wisa ne Mister, zimanekî bi navê Kurdî tuneye?’ Mêrik, ji pêşiyê ve xwe hazir û nazir kiribû û zûka rabû ser piya, ‘Çawa nabe Ezbenî?’ Zimanekî Kurdan ê gelekî dewlemend û edebî heye.

Got ger hûn hezdikin, -me heya wê gavê seh nekiribû.- ji Dîwana Cizîrî ji we re helbestekê bixwînim. Churchill got, ‘Bixwîne.’ Me fêhm nedikir lê helbesteke newaze kupiçek aliyê fonetîkê ve dişibiya Farisî xwend. Û piştre got ev helbest bi Kurdî ye. Got, ‘Ger wisane vê helbestê ji me re binivîse. Nivîsî. Churchill got, ‘Vê ji me re wergerîne Îngilizî.’ wergerandin. Got, ‘ Yek jî bi Fransizî wergerînin.’ Ew jî çêkirin. Wekê din wergerandin Tirkî jî. Û ji min re got, ‘Mosyo, ka tu jî were vir. Ka dêna xwe bidê ji bo ku di her sê zimanan de heman fikrê bînin zimên gelo hewcedariya çend peyvên biyanî hatiye dîtin.’ Di Fransizî de qet tunebû. Di Îngilizî de çend peyvên ku koka wan Latînî bûn derketin.

Di zimanê xwe yê orjînal de çend peyvên Erebî hebûn. Lê di nusxeya Tirkî de ji qertafadır” û ji gîhaneka“ile”yê pêştir, tu tiştekî Tirkî tunebû. Hin ji wan Erebî, hin jî Farisî û yê mayî jî ji zimanê Ewrûpayiyan yên cûrbecûr bûn. Churchill her çar rûpel jî dan ber çavên me. Bi şêweyekmîna ku bibêje, ‘Hûn qet fedî nakin’ û got: ‘Lê binêrin, ew zimanê ku hûn dibêjin tuneye û zimanê ku li welatê we nîvê mirovan zehftir wek zimanê dayika xwe pê diaxivin, Kurdî ye û xwedî dewlemendiyek çawa ye.’ “Bawer im di wezîrtiya min a karê derva ya ew qas dirêj de ez tu roj, mîna wê rojê bêhnteng û mehcûb nebûm.”

 

ÇAVKANΠ
1-Anter, M. “Hatıralarım”, Önsöz, Avesta, 2007,İstanbul.
2-Anter, M. “Hatıralarım”, Mardin, Avesta, 2007,İstanbul.
3-Yücel, M. “Özgür Gündem”, Kavganın susmayan kalb. kon. o, 23 Eylül 1992.
4-Anter, M. “Brîna Reş”, Giriş, Avesta, 1999, İstanbul.
5-Anter, M. “Rojnameya İleri Yurd”,Qimil, 1959, hejmar: 500, Amed.
6-Anter, M. “Hatıralarım”, Berga paş, Avesta, 2007,İstanbul.7-Anter, M. “Çinara Min”, Berga paş, Avesta, 1999, İstanbul.
8-Anter, M. “Hatıralarım”, Saidi Nursi(Kurdi), Avesta, 2007,İstanbul.
9-Kaya, Y. “Koca Çınar Kürt Bilgesi Mûsa Anter”, Önsöz, yurt kitap yay., Ankara.
10-Kemal, Y. “Yaşar Kemal, Mûsa Anter’i Anlatıyor”, 26 Eylül 1992, Cumhuriyet.
11-Kaya, Y. “Koca Çınar Kürt Bilgesi Mûsa Anter”, Özgür gündem gazetesine, yurt kitapyay., Ankara.
12-Koçer, E. “Koçername”, Mîzah; Warê Surgunê, do, 2009, İstanbul.
13-Anter, M. “Hatıralarım”, Harp yılları(Kahire toplantısı), avesta, 2007,İstanbul.
* Emin Batu di girtîgeha Harbiyeyê de bi xûna ku ji devê wî hatiye, nivîsandiye.
Ji înternetê:
-http://bianet.org/biamag/ifade-ozgurlugu/109840-ape-Mûsa-baris-mucadelesinin-adiydi
-http://www.evrensel.net/01/09/18/dosya.html
-http://www.birikimdergisi.com/birikim/makale.aspx?mid=661&makale=
-www.aktuelbakis.com
-http://hasat.org/forum/Tewlo-k52746s1.html
-http://www.bydigi.net/candi-gisti/139144-Mûsa-anter-u-serboriya-ferhenga-kurdi-ya-ansiklopedik-i.html

Nivîs ji Kovara Pêngavê hatiye standin

Nivîskar: Kenanê Nado

Derbar Çand Name

Check Also

Danasîna pirtûkekê: ‘Sêberî Qeleberd, Li ser Elmane û Taleswar’

Qelebard çiyayekî bilind e, nêzîkî gundê Elmaneyê, nêzîkî bajêrê Merîwanê ye. Meleke Xanim li vî …

Leave a Reply