Çîroka Kêzxatûnê

Şevên zivistanê ku sar be û baran jî dibare mirov dixwaze çîrokekê bêje.

Hûn Çîroka Kêzxatûnê dizanin nizanin nizanim. Hûnê niha bizanin. Hebû tunebû kêzxatûnek hebû. Kêzxatûn êdî wexta xwe ya zewacê bû, dixwest ku mêr bike. Rabû çavên xwe bi kila sibhanî kil kir şimikên reqreqî pê kir û bi firê ket ku ji xwe re li mêrekî bigere. Çû çû li ber pêz rastî/pêrgî şivanekî hat, got: şivanoo ma tu min naxwazî?Şivên got: belê ez te dixwazim
Kêzxatûnê got: lê gava tu bihêrs bibî tuyê bi çi li min bixî?
Şivên got: aha bi vê şiva xwe!
Kêzxatûnê got: hûûûû ez kêzê kêzxatûnê, xwedîyê şimikên reqreqî, çavên bi kila sibhanî, weleh te nastînim şivanî!
Kêzxatûn bi firê ket îcar rastî gavanekî hat, got: gavanoo ma tu min naxwazî?
Gavan got: belê dixwazim.
Kêzxatûnê got: lê tu bihêrs bibî tuyê bi çi li min bixî?
Gavan got: aha bi çoyê xwe!
Kêzxatûnê got: hûûûû ez kêzê kêzxatûnê, xwedîyê şimikên reqreqî, çavên bi kila sibhanî, weleh te nagrim gavanî!

Li wir jî firîya îcar rastî mişkekî hat, got: mişko mişkanî! Tu min nastînî?
Mişko got: belê distînim
Kêzxatûnê got: lê tuyê bi çi li min bixî?
Mişko got: aha bi dêla/dûva xwe.
Kêzxatûnê got: ez kêzê kêzxatûnê, xwedîyê şimikên reqreqî, çavên bi kila sibhanî, ez û tu ji hev re bixêr, weleh te distînim mişkanî!

Kêzxatûn û mişkanî dizewicin piştî daweta wan li gundê cîranan daweteke mirovan çêdibe. Mişkanî dibêje: ez herim zikê xwe têr bikim ji te re jî savar û goşt bînim.
Kêzxatûn jî dibêje: ez jî herim ser avê cilên gemarî bişom.
Mişkanî diçe dawetê, kêzxatûn jî cilan hildide û difire. Kêzxatûn difire tê ser çemê ferat dibêje: na! Ev ava ferêt besî cilên min nake.
Difire tê ser behra wanê dibêje: na! Ava vê behrê jî têra cilên min nake.

Difire difire îcar şûna sima hespekê ku ava baranê têde heye dibîne, dibêje: aha temam ev av têra cilên min dike!
Kêzxatûn bikêf vedine ku cilên xwe bişo, çawa nêzî avê dibe…
Nigên xwe dişemitin li ser piştê dikeve nava avê. Kêzxatûnê kir nekir nikaribû xwe rast bike. Wê gavê siwarek di wir de diçû. Kêzxatûnê got:
siwaro endel mendel
eger tu çûyî mala Elîyê Heyder,
bêje Mişko mişk kafiro,
diran giro,
Kêzxatûn li ser avê dike pirepiro!
Siwar li dora xwe nihêrt lê ti kes nedît. Kêzxatûnê dîsa got:
siwaro endel mendel
eger tu çûyî mala Elîyê Heyder,
bêje Mişko mişk kafiro
diran giro,
Kêzxatûn li ser avê dike pirepiro!
Siwar ji tirsa cin û pîrebokan hespa xwe xar dike. Gava siwar tê gundê dawet lê dibe ji ciwatê re dibêje: min dengek bihîst ku ji min re digot siwaro endel mendel eger tu çûyî mala Elîyê Heyder, bêje Mişko mişk kafiro diran giro, kêzxatûn li ser avê dike pirepiro… lê kes li dora min tune bû!
Mişko jî ketibû ser cefnîya goşt û savarê dixwar, gava dengê siwar bihîst xwarin berda û revîya cihê dengê Kêzxatûnê. Mişko hat Kêzxatûna kevanîya xwe ji nava avê derxist xwarina ku dizî da ber, Kêzxatûnê têr xwar got: Mişko ez jiber şûştina cilan westîyame, de ka ez li pişta te siwar bibim…
Mişko ew li pişta xwe siwar kir hebekî çû mêzekir ku aveke germ li piştê herikî. Got: Kêzxatûnê ew çiye?!
Kêzxatûnê got: qet lo hinek mîzlere xem tune ye.
Piştî demekê mişko mêzekir ku tiştekî germî hişkeron bêhngenî li ser piştê diherike, got: Kêzê Kêzxatûnê ev çi ye?
Kêzxatûnê got: ne tişteke lo hebekî gûlere ye xem tune ye…
Mişko Kêzxatûnê ji ser pişta xwe diavêje dibêje: de here kêzxatûna heram! Ez û te ji hev re nabin!!

Çîroka me çû deşt gund û bajar û çîyan
Rehme li guhdar û çîrokvanan

 

Federal Gundî

*Çîrok şîrove ya Fawaz Husên e

Derbar Çand Name

Check Also

Pîrê û Rovî

Hebû tunebû pîrikek û rovîyek hebû. Pîrê her roj çêleka xwe didot û şîrê xwe …

Leave a Reply