Bi Fîkrên Erênî Jiyanê Binêrin

Nehêle, bila fikrên negatîf jiyana te tevlihev nekin. Bi fikrên pozîtîf jiyana xwe sererast bike. Jibîr neke; tu çi bifikirî tuyê bibî ew tişta… 

Binhişê mirova nikare rastî û derewa ji hev cûda bike. Mînak; ku xewneke bi-tirs dibîne ditirse. Yanê hînekî saf e. Her tiştê ku dibîne rast dihesibîne. J’bo vê rastiyê jî, mirov rewşa binhişê xwe rind/xerab (bi destê hîssa) dikare dîzayn bike….

Yê duyemîn; binhişê mirova li gor wextê NIHA dişuxulin. Ku tu bibêjî “ez e dilşad bibim” wê dilşadiyê tim li paş bixe. Lazime tu gotina “ez dilşad im” dubare bikî, bi hîsseke kêfxweş vê li binhişê xwe bineqşînî…

Eînsteîn gotiye; “Ku te bizanibiya peyvên ku ji devî te derdikevin, hemî gerdûnê doş dibin û li te vedigerin; birastî tê di vê mijarê de zêdetir baldar biya.”

Qalib û nêrînên binhişa, bi xebata pozîtîfkirinê tê guhêrandin. Lê sewa vê xebatê ji herkesî re (li gor rewşê û li gor mirova) cûda wext lazime; binhişê hîneka 21 roja de, ê hîneka 3 meha de, ê hîneka 6 meha fb. wê biqulibe ser rewşa pozîtîf…

Bi fikra “ez dikarim mirova biguhêrînim” xwe nexapîne. Barê bêfayde ji ser pişta xwe deyne. Herî zêde tu dikarî hîneka hişyar bikî. J’bo vê rastiyê Xwedê ji Resûl re dibêje; “Ma sewa wan tu dike xwe helak bikî; tu li ser wan ne wekîl î..”

Mijareke girîng ji; afkirin e. Hîssa heyfhilanînê hişê mirova giran dike. Barekî giran datîne ser piştê mirov. Û nêrîna mirov şaş û reş dike. J’bo wê rewşê; afkirin, ji î af dibe zêdetir, ji me re faydedar e…

Şukir; him hîs e, him fikr e. Ku tu j’bo çi şukir bikî, wê ew tişta zêde bibe. Va distûreke cêribîbûyî ye. Şukir dikare deriyê mucîzeya veke. Sureya Fatîha, sureya Hemd/şukir e. Her rekatê de (bi hişyarî) xwendinê de gellek hîkmet hene…

Pir pir spas bike. J’bo her “rewşê rind” ji Xwedê re, ji mirova re spas bike. J’bo xani, kar, tenduristî, îman, malbat, êqil, nefes, oqsîjenê, lebata, însanbûyinê, hezkirinê, dil, dev, wextê (…) spas bike. J’bo rewşê xerab jî sebir bike; bi sebrê xerabiya wê rewşê kêm bike…

Binhiş nû kirinê de rastiya sêyemîn; binhişê mirova, ne ligor nexwastina, li gor xwestina dişuxule. Mînak; ku tu bibêjî “ez naxwazim nexweş bikevim.(-)” binhiş, vê wek xwestînekê fehm dike û ji nexweşiyê re dişuxule. Lazime tu bibêjî “ez sihhatdar bûyinê dixwazim.”

Binhiş, ji detaya hez dike. J’bo nû kirina binhişa, (j’bo hîs hêzdar bibe) xeyalê bibandor lazim in. Binhiş wek Cinnê Lambê Alaaddîn e. Ku mirov fikrê xweş/pîs bifikire, va li ser bedenê mirov jî tesîrê dike…

Einstein gotiye; “Tim bi eynî tişt kirinê encamên cûda hêvîkirin bêfehmî ye.” Heya ku mirovek/netewek rewşa xwe neguhêrîne, Xwedê rewşa wan eynî (=wek berê) dihêle. Fikrê xwe, édetê xwe, nêrîna xwe, îmaja xwe, hîssê xwe, wîzyona xwe, (…) biguhêrîne…

Berê ❌
Niha ✅
Dûrra ❌

“Niha” nekin qurbane berê an dûrra. Jiyan “niha” ye. Deqqek berê, deqqek dûrra tuneye; tenê NIHA heye. Bi pênc lebatê sehkirinê, di niha de bijî. Xeynî niha wext tuneye. Di peyva “yewmîd dîn” de ji niha re diyarî heye. [Fatîhe-4: Xwedê xwediyê wextê ye.]

Bextewariya xwe li ba nexe. Nehêle ku mirovên negatîf jiyana te bijehrînin û biherimînin.(…) J’bo ji fikrê xemdar xelasbûyinê, bala xwe bide nefesê xwe; xeynî nefes teqîpkirinê ji tiştekî re mijûl nebe. Tenê li nefes dayin-stendinê xwe guhdar be…

Rîtueleke pakkirina derdorê:
Berdaxek avê, heta nîvî av, nîvê din jî bi xo (zinnarî) tiji bike. Deyne mal/mekanê xwe. Bila hemî negatifiyan notr bike. Bila heya 7 roja bisekine; durra birrijîne. Her meh dikarî wiha bikî…

Dev ji poşmanî û ji derûniya arabesk berdin. Ne dereng e. Wexta çûyî, paşta nayê. Lê em dikarin j’bo niha gellek tişta bikin. Dereng nemîne. Tu li hêviya xwe yî…

Psîkolojiya mirov bi tevgerê mirov girêdayiye. Mirovê ku nêrîn-derva ye, hîn dilşad in. Mirovên ku nêrîn-hindir in, hîn zû dikevine depresyonê. Tim ji derva hez bikin; mirovên ku zêde di hindir de dimînin derûniya wan xerab dibe…

Bi bextdariya xwe bawer bike; tuyê bibî yekî bibext. Nebe titikê hîssên negatîf. “Hîssa xwe bêqîmet dîtinê”, çeke çopê. Tim bibêje; “Ez mucîze me.” Birastî jî, mirov muhatabê Rebbê Aleman e. Her mirov mucîzeyek e. Tu jî…

Tu, ne j’bo xelkê, j’bo xwe dijiye. Heya ku tu qîmetê nedî xwe, kes qîmetê nade te. J’bo xwe tiştên hêja bixwaze. Tu layiqe tiştê rind î. Tim rûken be. Ken omrê mirova dirêj dike, freqansê mirov bilind dike. Kincê xweş li xwe ke. Tê xwe xweş hîs bikî…

Heya ku tu ji heqî pereya de fikrê xwe yê negatîf neguhêrinî, tu nikarî dewlemend bibî. Wê binhiş hemî fersenda bloqe bike. Pere (ku pak û helal be) deriyê xêr û dia standinê ye. Tunebûna pera mirov dike xulam; dibe sebebê xema…

“Ê ku xweş dibînin, xweş difikirin. Ê ku xweş difikirin jî, ji jiyana xwe tehmê distînin.”

———-

Ji pirtûka “Jiyaneke Nû” ya Nîlay BAC hate wergerandin…

Werger: Muhammed Bêcirm

 

Derbar Çand Name

Check Also

Gotinên Tiryakî- Cenap Şehabettîn

Fîkrên xweş, kal nabin. Ê ku ji pêz vediqetin, pez jê hez nake. Fîkrên xweş, …

Leave a Reply