Bêje, ne xweda çarin
Her çar bê cî û warin Bê bavin û sêwî ne Him qelsin, him bawî ne Bê sûdin û nekêrin Aşin hestan dihêrin Ramankirin gunehe Bo gawiran dergehe Bêje kurd bê welate Bê tevger û xebate Bi xwe cinok û hovin Bê zarin ne mirovin Jîn ne hest û helweste Ew bo mirov mebeste Ponijîn jî tawane Ji dînan re meydane Dildar tirsonekin Bê helwest jî wêrekin Azadî lele û bende Bi êş û jan û derde Bo tirsokan armance Ji mêrxwazan re kince Bêje, ne ceh birince Reşreng li spî digunce Zanebûn êş û jane Nezan baş û hêjane
Pût û peyker avîne Evîn jî dexs û kîne Çem, derya bê masîne Derdê debeng nasîne Ba bê liv û tevgere Av herdem hildigere Av û ba tev dixewin Kûçik jî qet narewin Av bi reng û bi bîne Pelê daran disotîne Bêje, ma ne kurd têre Û xew jî, jê re xêre |
Kefen jî gewr û reşe Lewra term jê bê beşe Ba pir giran û tîre Tîrkevan jî bê tîre Kulîlk bê reng û bîne Jiyan bê dexs û kîne Bêje, ne agir sare Zivistan jî bihare Derewa pîroz raste Ji bo ku di ser aste Pê bawer dibin hejar Ta bimînin berdîwar Pisîk û mişk bûne xwîşk Yek berdeste yek bijîşk Hinguv tirş û him tale Dewlet bê nexş û ale
Hevgirtin tar û mare Xebat qet ne ti kare Xebata ne bi şabaş Mirov dihêle li paş Gur û hever hevalin Temen ne meh û salin Bêje, ker bi qiloçin Dê û bav hîç û pûçin Neynik jî derewîne Dil bê evîn û xwîne Av bi xwe dere ser êş Kes tune bi kul û êş Kevir û zinar nermin Berf û qeşa germin Ezman bi sing û stûne Banekî ji bêtûne
Derew rût û tazî ye Rastî jê nerazî ye Rehê kînê evîne Hişmend nezan û dîne Bêje, xinizî başe Aş bê beraş,qeraşe |
Nezanî pêşketine Nasîn jî paşketine Dilsozî debengîye Dizîn jî lehengîye Bêje, vireko bêje Jehra neyran birêje
Bêje bêbexto bêje Ev xapandin ji mêje Ev karê bavên te ye Virek ji navên te ye Çi yê derewê raste? Çawa teleme maste! N,rastîya virê ewe Ku tenê rast derewe!?
Mihemed Hesko (Birasoz) Almanya, 19.04.2021
|
Check Also
BABA TAHIRÊ HAMADANÎ (URYAN)
Baba Tahirê Uryan kesayetekî kurd ê mezin e ku di sedsala 11an de jiyaye û …