Av û Xweza

Av ey avê tu çiqas azadî û
bê tirs diherikî,
Ey avê ne xemgîn î û ne jî ditirsî,
bi vîna azad tu astengiyê
gohdarî nakî.

Derdê te nîne xem û hêstên dilê
evîndarî û ne jî tirsa neyarên dijwar gohdarî dikî.
Behna xwezay girtiye bi ser te de
û bûyî şelale dermanê sirûşta xweza
bê fikar diherikî.

Ne axa çiyan û ne jî zinarên di
newalan de gohdarî dikî.
Darê fêkiyan ji te re ketine sirerêzan,
bi te re tema fêkiyan xweş dikin.

Ey avê tu yî dermanê vejîna daristanan
û bi serê her guliyek daran de,
pelê bi hezaran temaran vedikî.
Ey avê dibî dermanê berheva,
gul û sosin, çîçekên renga rengî
li serê çiyan û tevahî rengê çolistanê
dixemilînî, behna gerdûniyê
ji mijê dûmanê bi zelalî xweş dikî.

Ey avê tu jî zanî teyrên bi bask
wekî te azad bê tirs difirin.
Çiyayên asê û avên bi pêlan
dikin gujînî nabe astengî, ji
firîna teyran re û bi hêstên
azad li esman wekî sîwan ref
bi refî li dû hev terin.

Ey avê ez jî dixwazim azadî bijîm,
wekî herikandina te bê tirs bim,
warê xwe bi kon û qonax kim.
Ey avê tu jî zanî carna pir bi xofî
û dibî rihistîn tirs li mirovan hildidî.

Ey ava cemidî aliyek te dike gujînî
û dibî rihstîn, aliyek te jî dermanê
lebatan, bi vexwarina tasek ava cemidî dibe bersiva
tîbûna hemû lebatên di bedena
mirovan de veşartîne,

Ey avê qet tirsa te nîne ji rûnê aşxana,
dibe nexweşî di şaney xûwiynê de,
hêlîna nexweşiyan berhevî dike.
Ey avê tu çiqasa xweş dikî xuşînî,
ji nava kevirên di xweza de dikî
xulxulî û bê tirs diherikî û bê astengî dikişî.

Ey avê tu xweşî û dermanê vejîna
tevahî berhevanî û bê tirs diherikî.
Ey avê tu dermanê jiyana aramî.

Behçet Ateş:

17-05-2023

About Behçet Ateş

Check Also

Ne Hewla Mîr Meyla Mîr

Mîr, bi ehlê diwana xwe ve derketibî, li nava bajêr digeriya. Venêrîna sûk û bazar …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *