Badînî devokeka kirmanciyê ye

Her zimanek bi hindek zaravayan diêt meydanê, her zaravayek jî bi hindek devokan. Ziman di dîrokeka kevin de, ji ber sedemên cida cida, li ser hindek çeqan parve dibin û paşî di navbera wan çeqan de cidahî yên giring peyda dibin. Di zimanvanîyê de dibêjin wan çeqan zarava.

Di zimanî de yan jî di zaravayê de cidahî yên biçûktir jî ku herêm bi herêm, gund bi gund an jî mal bi mal û heta mirov bi mirov cida dikin hene. Di zimanvanîyê de dibêjin wan cidahîyan jî devok.

Zimanê kurdî di nav malbata hindî-ewropayî de ji koma zimanên îranî ye. Kurdî navê zimanekê yek-zaravayî nîne, ew navê hevpar ê pênc-şeş zaravayan e. Zaravayên kurdîyê ev in: kirmancî, soranî, kirmanckî (= zazakî, zirdkî, dimilkî), hewramanî (= goranî), lurî (= kelhurî, lekî, bextyarî) û feylî (= îlamî).

Helbet hindek kes dibêjin ku lurî zaravayeka zimanê kurdî nîne. Ew dibêjin ko lurî hema zimanekê xweser e. Hindek kes dibêjin ku lurî û bextyarî yek zarava nînin, hindek kes kurdîyê li ser kêmtir zaravayan belav dikin û htd. Carê mijara me ev nîne. Wekî min li silaltir got, her zaravayek ji hindek devokan pêk diêt. Ez dê taybet behsa devokên zaravaya kirmancî bikim. Kirmancî li bakur, başûr, rojhilat û rojavayên Kurdistanê û li nav kurdên Corcyayê (Gorcistanê) û Ermenistanê û kurdên dî yên ku terkeserî dinyayê bûne diêt bi kar înan. Yanî pirranîya kurdan bi kirmancî diaxivin. Kirmanc xwedîyên gelek devokên herêmî ne. Devoka Dihokê jî yek ji wan e. Lê hindek kes badînîyê wekî zaravayeka xweser a zimanê kurdî dibînin. Herwesa ew badînîyê ji ber hindek sedemên wekî cihnasîyê bi ser hemî zaravayên dî diêxin. Merema wan bi badînîyê jî tenê devoka niha ya navenda bajarê Dihokê ye. Yanî wan divêt hemî kurdên dinyayê wekî wan binivîsin û bixwînin. Ew niza ji bîr dikin, an jî nizanin ku badînî ne tenê devoka navenda Dihokê ye. Xwe xelkê gund û deverên ser bi parêzgeha Dihokê ve jî bi diristahî wekî navenda Dihokê naaxivin. Ez mixabinîyê bi wê dikim ku gundîyên me jî êdî hizreka weha dikin. Ez gelek kesan dibînim ku axiftina wan gelek xweş û pakij e, lê nivîsîna wan wekî axiftina wan nîne. Ji xwe tiştekê dî jî heye; Sindî bi devokeka nîv-botanî, dolemerî bi devokeka nîv-soranî û gerdî jî bi devokeka nîv-hekarî diaxivin.

Pirranîya kurdan li ser wê ku badînî devokeka kirmancîyê ye yek in. Lê hindek kes ji Dihokê vê yekê napejirînin. Ez dibînim ku ew hind berhev nînin hindek zehmetê ji bo xwe çêbikin. Ji xwe me zimanekê hevgirtî li navenda Dihokê bi xwe jî nîne. Xwe hemî dersdêrên yek ji pişkên kurdîyê yên zanîngehên me jî wekî yek nanivîsin. Gelek ji wan kesan hizir dikin ku hema bakurî hemî bi botanî û başûrî jî hemî bi badînî diaxivin. Lê weha nîne! Dibê em bizavê jibo zimanekê weha bikin ku dihokî û hemî kirmancên dî jî bi hev re nivîsarên me bifehimînin. Dibê em çareyekê li xwe bikin. Nabit em xwe ji kirmancên dî vebiqetînin. Bi hîvîya hevgirtinê û zimanekê pîvank!

Têbînî: Ev nivîs di hejmara 1115ê ya rojnameya Warê de hatiye weşandin.

Zinarê Ednanê Melleyî – kulturname

Derbar Çand Name

Check Also

Perwerdeya Bi Zimanê Dayîkê Tabiî ye û Fitrî ye

Her tişt ji ser koka xwe şîn dibe. Çaxa ku darek an jî çalîyek di …

Leave a Reply