Fîlma kurdî eleqeyeke germ hat pêşwazîkirin

Mihrîcana Fîlman a Stenbolê ku 35emîn car e deriyên xwe ji sînemahezan re vekirin berdewam e. Fîlmê Derhênerê Kurd Tayfûr Aydin ‘Kijika Reş’ bi eleqeyeke germ cara yekem di çarçoveya festîvalê de hat nîşandan.

35emîn Festîvala Fîlman a Stenbolê ku mazûvaniya  223 fîlmên ji 62 welatan dike bi kêmrengiyeke balkêş berdewam e. Di çorçoveya festîvalê de Filma Kurdî ku derhênêriya wê Tayfûr Aydin dike, bi beşdariya girseyeke bîneran hat nîşandan. Mijara fîlmê trajediyeke mayînde ye li Kurdistanê.

Derhênerê Kurd Tayfûr Aydin derbarê fîlma xwe de ji Rûdawê re wiha got:Mijar Keçikeke Îranî ji Fransa destpê dike û  di wan rêyên zehmet de diçe Îranê.  Lê belê ew kesên ku alîkariya wê dikin Kurd in. Armanca min a herî mezin ew bû ku ez jiyana wan kesên bikim fîlm ku ew Kurd in û di jiyana wan de di erdê wan de neft heye lê ew diçin ji dewereke din distînin. Û bi ser de jî navê wan dibe diz.”

Fîlma ku li Fransa, Tirkiye, Îran û Kurdistanê di nava 6 mehan de hatiye kişandin, balê dikêşe ser sînorên Kurdistanê. Fîlma 98 deqe ku di cûreya dramê de ye di beşa pêşbirka netewî de weke kandîtê balkêş ê xelata mezin tê nîşandan.

Lîstikvana Filmê Şebnem Hassanisaoughî jî wiha got:Min heta niha di fîlmekî kurdî de nelîstibû. Bi rastî fîlm ne ku bi tenê pêwendiyê wê bi kurdan re heye. Li wê herêmê hat kişandin lê tevahiya morovahiyê elqedar dike. Ji bom in tecrûbeyeke girîng bû jiyana li wir. Ji ber ku mijar jiyana jinekê bû ku bi rêyên qaçaxî û li ser pişta hêstiran sînor derbas dike hinekî bi zehmet bû.”

Mijara fîlmê li ser aktrîsteke Îranî ye ku li Fransa dijî û vegerê wê jî qedexeye. Sara ya sirgûn piştî ku nameyekê ji bavê xwe werdigire biryarê dide ku bi rêyên îllegal vegerê gundê xwe. Li Bakûrê Kurdistanê bi saya qaçaxçiyan derbasî Rojhilat dibe, lê qijikeke reş jî her rêhevaltiya wê dike.

Jêder: rudaw

Derbar Çand Name

Check Also

Rola înternetê di warê ziman de

Bi hinceta çalakiyên 10 saliya diyarnameyê li Îzmîrê bi piştgiriya malpera diyarname.com û Weşanxaneya Nayê panel û kokteyla "Rola Înternetê Di Warê Ziman De" bi revebiriya Berfo Barî û Bi axaftina Cîhan Roj û Dawûd Rêbiwar wê bê li dar xistin.

Leave a Reply