Ava Jiyanê yan Agirê Nivîsê

Gava nivîskarekî ciwan bûm di bezabûna xwe de hêdî bûm. Lewra ji bo bîra min ne pirrqorzîk bû, min kitêbek dixwend û piştî diqediya min dest bi xwendina yeka din dikir. Lê niha xwendevanekî navsale me û di hêdîbûna xwe de beza me. Lewra xwendina ciwaniya birçî qorzîkên bîra min a navsale zêde kiriye û bêyî sedemên wê zanibim, niha 4-5 kitêban bi hev re dixwînim.
Ev cara diduyan e romana “Ava Jiyanê” ya Clarice Lispector dixwînim. Notên derbarê xwendina ewil de min nivîsîbûn tên bîra min. Dosyayê vedikim. Zêdeyî bîst rûpelî min notên ceribînê derbarê romannivîsîna wê de nivîsîne.
Di paragafa ewil de min ev gotine:
“Gotin bixwe jî gava tên kirin, wekî her tiştî kevin dibin. Nexwe ji bo ‘hukmê kevinbûnê bişikê gerek gotin neyên kirin. Na, ji bo bêdengiyeke nû biafire gerek gotin bêne kirin û kirin gotinan jê bibe, da di jêbirinê de û di bêhukimîya kevinbûnê de gotin karibin nûbûna xwe bihefidînin. Lewra di Ava Jiyanê de “nûbûn” ji bo karibe hebûna xwe bidomîne, “hebûn” bi jêbireke bêebat hatiye jêbirin û muzîkeke ji gotinê û deng wê de di bêzemaniyê de didome.” 
“Ev ne romanek e, lewra kes bi vî rengî nanivîsîne.
Di ebata çaran de, li benda qiyameta orgazmîk im.
Şox û şengîya têkçûnê dixwazim.” (Clarice Lispector)
Piştî romana Ava Jiyanê, dest bi xwendina romana “Berfa Sor” a Mehmet Dîcle dikim. Di qadeke lokal de heteroglosîayeke fireh a gerdûnî ye. Ji pirbûyerên Kurdistanî pirçîrokiya bêsînor dizê/n. Belkî jî, heke tenê handîqapeke romanê hebe ew jî xetên sor ên çîrokbêj e. Lewra di rabûna xetên sor de, roman dikare bibe şînbûneke okyanosî ya dinyaya qetiyayî pev ve didirû.
Muzîka kitêbê dibilînim, çavê masê digirim û radibim ji malê derdikevim. 
Ji bo hilma xwe ya derizî bicebirînim ez û tenêtiya laşê xwe û qelebalixiya hişê xwe em diçin Kordonê.
Derya bi hêrs e, lewra şînbûna xwe winda kiriye. Bi ser rûyê min de veredişe û bêhna min diçike. Di lingê ling de ez û gemara Îzmîrê ji Kordonê vedigerin malê.
Sikaka tê re dimeşim welatekî teng e; ez li vî serî, lawikê nûkamilbûyî li serê din. Ez bi leza pîrtiyê dimeşim, ew bi hêdîbûna zarokatiyê. Meş me ber bi hev ve tîne. Qeytana vekirî ya sola wî dişibe hêrsa bavekî. Heke pêl qeytana xwe bike, zarokatî wê deverû bikeve erdê, û mîna hemû zemanên borî, paqijkirina pozê xwînbûyî wê bibe para dê.
Sikak ji min û lêwik re teng e. Çavên wî dikevin çavên min, yekûna bavtiyê ji birîna çavên min dirije. Ji bo kujê hêrs û tirsa wî bi kujê zalimtiya bavtiyê nebe, dixwaze li ser telê di ber min re derbas bibe. Kujê qutikê wî bi kujê gomlegê min ve dixişe, xemgîniyeke çarkoşe ji bêrîka qutikê wî dikeve ser sola min, canê sola min jî wekî dilê lêwik dişewite. Xemgîniya wî ya êşiyayî ji ser sola min digindire. Ji bo zêde neêşe û qêrîna êşê zarokên vê sikaka jiyanê netirsîne, bi hemet xemgîniya wî dixim mista xwe, da bînim malê û wekî kitêba herî bijare di refika jor a kitêbxaneya xwe de bi cî bikim. 
H.Kovan Baqî -sDiyarname.com

Derbar ziman

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply