Birîneke mezin a 36 sal in necebiriye! Îro salvegera “Komkujiya Helebceyê” ye!

Di ser Komkujiya Helebceyê re 36 sal derbas bûn. Di 16ê Adara 1988an de, bi talîmata Serokkomarê berê yê Iraqê Seddam Husên bombeyên kîmyewî avêtin Helebceyê. Jin, zarok û extiyar jî di nav de, herî kêm 5 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan û zêdeyî 10 hezar kes jî birîndar bûn.

36 sal bi ser Komkujiya Helebceyê re derbas bûn ku piştî Hîroşîma û Nagazakî weke mezintirîn êrîşa kîmyayî di dîroka cîhana nûjen de hat tomarkirin.

Di 16ê Adara 1988an de ji ber bombebarana ku ji aliyê dîktatorê hilweşiyayî yê Iraqê Seddam Huseyîn ve hatibû kirin de zêdetirî 5 hezar kesî jiyana xwe ji dest dabûn. Birîna ku ji Komkujiya Helepceyê derketî hîn jî wek roja ewil teze ye.

Ji bo 36. salvegera Komkujiya Helebceyê îro li hemû cihên ku Kurd lê dijîn bi taybet li Herêma Kurdistanê bernameyên cuda yên bîranînê tên lidarxistin.

Bîranîna li bajarê Helebce îro danê sibê saet di 08:00 de li Bîrdariya Şehîdan destpê kir. Rayedarên hikûmetê û welatiyên beşdarî bernameyê bûn çeleng danîn ber abîdeyê.

Li seranserê Herêma Kurdistanê di saet 10:55an de deqeyekê rêz tê girtin ku dema êrîşê destpê kir.

Herî kêm 5 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan

Di 16ê Adara 1988an de bi fermana dîktatorê hilweşiyayî yê Iraqê Seddam Husên di encama çekên kîmyewî yên ku di bombebarankirina Helebceyê de bi balafirên şer hatin bikaranîn de, zêdeyî 5 hezar kes ku piraniya wan jin û zarok bûn jiyana xwe ji dest dan.

Ev êrîşa nemirovane ku bi navê “Komkujiya Helebceyê” ket dîrokê, qonaxa herî bi êş û dawî ya Jenosîda Enfalê bû ku rejîma Baas a bi pêşengiya Sedam Huseyîn di navbera salên 1986-1989an de bi awayekî sîstematîk li dijî gelê Kurd li Başûrê Kurdistanê pêk anî. .

Di dema Qirkirina Enfalê de ku di 12ê Adara 1986an de destpê kir û di 7ê Hezîrana 1989an de bi dawî bû, 182 hezar Kurd hatin qetilkirin, 4500 gund û 30 navçe hatin wêrankirin, mizgeft, dêr û îbadetxane hatin wêrankirin.

Gazên “bêhna sêvan” bajar dorpêç kirin

Dema êrîşa duyemîn destpê kir, bêhneke xurt belav bû. Kesên ku şahidê wan kêliyan bûne dibêjin ku di nava çend deqeyan de gazên “bêhna sêvan” ên di bombeyên ku bi ser bajêr de ketine, li tevahiya bajêr belav bûne.

Giyandarên Helebce yên ku bêhna gazên weke xerdel, sarîn û VX yên di bombebaranê de hatine bikaranîn hîs kirin, yek bi yek ketin erdê.

Di komkujiyê de zêdetirî 5 hezar kes ku piraniya wan jin û zarok in şehîd bûn, zêdeyî 10 hezar kes jî birîndar bûn. Li gorî hin çavkaniyan 6 hezar û 357 kes ji ber jehrê ketine û 14 hezar û 765 kes jî bi giranî birîndar bûne.

“Sozên hatin dayîn pêk nehatin”

Saddam Huseyîn ku di sala 2003an de ji desthilatdariyê hat xistin, di çarçoveya Komkujiya Enfalê ya li dijî Kurdan de ji kuştina 180 hezar kesan hat darizandin û berpirsyar hat dîtin.

Lê di sala 2006an de piştî ku ji ber Komkujiya Duceylê cezayê îdamê wergirt, hate darvekirin. Piştî mirina wî, ji ber ku li dijî Kurdan “jenosîd” kiriye hat darizandin û sûcdar hat dîtin.

Pismamê Seddam Huseyîn, Elî Hesen El Mecîd bi nasnavê “Elî Kîmyawî” di sala 2010an de ji ber fermana êrîşên bi gaza jehrî, di nav de Komkujiya Helebceyê, hatibû îdamkirin.

Di 1ê Adara 2010an de Dadgeha Bilind a Tawanan a Iraqê Komkujiya Helebceyê weke jenosîd qebûl kir. Tevî ku ev biryar ji aliyê hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hat pêşwazîkirin jî, lê belê rêveberiya Bexdayê alîkariya pêwîst neda malbatên Helebceyê û soz jî nehat cih.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê di Adara 2014an de biryar dabû ku Helebceya girêdayî Silêmaniyê bibe parêzgeh. Di vê hefteyê de hikûmeta Iraqê biryara ku Helebce bibe parêzgeh pejirand.

Êş û bîranînên vê qetlîama ku lekeyek tarî di dîrokê de hişt, hê jî wek roja yekem di mejiyê gelê Kurd de teze ye.

Derbar ziman

Check Also

Rola înternetê di warê ziman de

Bi hinceta çalakiyên 10 saliya diyarnameyê li Îzmîrê bi piştgiriya malpera diyarname.com û Weşanxaneya Nayê panel û kokteyla "Rola Înternetê Di Warê Ziman De" bi revebiriya Berfo Barî û Bi axaftina Cîhan Roj û Dawûd Rêbiwar wê bê li dar xistin.

Leave a Reply