Gelo Dînawerî Kî Ye ?

Me di her sê nivîsên xwe yên di derbarê felsefeyê de, behsa felsefeya kurdan ya serdema kevnar kir. Niha jî em ê derbasî felsefeya serdema navîn bibin. Dîroka felsefeya kurd em ê di bin sê sernivîsan de bigirin dest. Ya yek felsefeya serdema pêşîn, ya din felsefeya serdema navîn û ya dawî jî felsefeya serdema nêzîk e. Di dîroka felsefeya kurdan ya kevnar de navê sê fîlozofên mezin me diyar kir. Zerdeşt, Manî û Mazdek. Niha jî em ê derbasî felsefeya kurd ya serdema navîn bibin.

Felsefeya serdema navîn bi îslamê destpê dike. Bi belavbûna îslamê re di demeke kurt de rojhilata navîn dikeve bin bandora îslamiyetê. Îslamiyet di hiş û mêjiyên bawermedê xwe de ne tenê bîr û baweriyekê, di heman demê de hişmendiyekê jî ava dike û bi arava vê hişmediyê di demeke gelek kurt de dibe şaristaniyeke mezin. Ji hemû qewm û nijadan mirov baweriya xwe bi îslamê tînin û dibin endamê vê şaristaniyê. Birastî meriv dikare bêje Îslam li her derê bi hêsanî hatiye pejirandin û hemû gelan bi dilxwazî berê xwe dane vê olê. Lê li medyayê jî li îranê jî û hê li gelek derên din jî, îslam li dû şer û kuştinên mezin hatiye pejirandin. Serqisê li kurdistanê li dû gelek şer û serhildanê giran îslam dikeve nava vê erdnîgarê. Weka serhildanên babek û xurremiye gelek serhildanên din tên dayîn. Lê dawiya dawî gel îslamiyetê dipejirîne. Li dû pejirandina îslamiyetê jî, bi tayibetî di warê zanîn û zanistê de gelek pêşketinên mezin çê dibin. Gelek zanyar û fîlozofê mezin derdikevin. Lê meriv dikare bi hêsanî bêje tevahiya van zanyar û fîlozofên kurdistanî her çiqas di bin felsefeya îslamê de hiş û mêjiyên xwe bimeşînîn jî ji bandora her sê fîlozofên medyayî yên kevnar nefilitîne. Felsefeya fîlozofên kurdistanê her tim di nava xwe de fikr û ramanên her sê fîlozofên medya  kevnar stirandine. Niha bi vê nivîsê re em ê derbasî van fîlozofên kurdistanê yên serdema navîn bibin.

Di nava fîlozofên, felsefeya serdema navîn ya kurdistanê de navê yekemîn ebûl henîfe yê dînawerî ye. Em ê felsefeya serdema navîna a kurdistanê bi Ebûl henîfe Ehmed ê kurê dawidê Dînawerî bidin destpê kirin. Birastî di kurdistanê de felsefeya serdema navîn bi awayekî sîstematîk, bi Şihabuddîn Suhreverdî destpê dike, lê ji ber ku Dînawerî çixir li pêş Suhrewerdî û fîlozofên dû Suhrewerdî  kolaye û rê li pêş wan vekiriye, em ê bi Dînawerî destpê bikin. Ki ye Dînawerî?

Navê wî Ebûl Henîfe Ehmedê kurê Dawidê kurê Wenand e. Ev navnasa wî ya dirêj e. Lê di nava ehlê îlm û zaninê de, bi tayibetî jî di nava ehlê medresê de weka Dînawerî tê naskirin. Navê xwe ji cîhê jidayikbûna xwe digire. Di 820″an de li Dînawerê (Deynûr) jidayik dibe Dînawer niha girêdayî kurdistana îranê ye. Li Kermaşanê (Kermanşah) li ser rêya hemedanê ye. Dînawerî ji nava zanyarên kurdistanê yên mezin ê ewilî ye. Îslam di 632-634″an de tê kurdistanê lê zû bi zû di nava gel de nayê pejirandin. Weka ku me gava berê li jor jî got em vê yekê di serhildana Babekê Kurd de jî dibînin, ji 813″an destpê dike heya 816″an didome ev serhildan. Yên ku di vê serhildanê de cîh digirin jî tev Ezerî, Ecem, Kurd û gelên din ên Mazdekî ne. Ji ber vê yekê diyar e ku îslam heya 150-200 salan jî, hê bi tevahî di nava gel de rûneniştiye. Di erdîgareke wisa de bapîrê Dînawerî wenand jî baweriya xwe diguherîne û dibe musilman. Ango Dînawerî bi malbatî ji nifşa xwe ya duyemîn û vir de musilman e.

Niha em werin ser xebat û ramanên Dînawerî. Ez nêzî du mehan e li ser Dînawerî lêkolînan dikim û di derbarê jiyan û xebatên wî de li agahiyan digerim. Ji gava ku min dest bi lêkolîna jiyana wî kiriye heya îro ez li hember mezinahiya wî wisa heyirîm ku, birastî min jixwe û ji lêkolîner û rewşenbîrên beriya xwe fedî kir ku heya niha zanyar û fîlozofekî mîna Dînawerî hê me bi kurdan nedaye naskirin.

Dînawerî zanyarekî pirralî ye. Ne tênê li ser qadekê du qadan di gelek qadan de çixir kolaye û rê daye pêş zanyarên dû xwe. Di warê riweknasiyê (botanîk) de, di warê zoojojiyê de, di warê zimanzaniyê (fîlolojî) de, di warê tipê de, di warê mantiqê de, di warê dîrokê de, di warê erdnîgariyê de, di warê astronomiyê de, di warê meteorolojiyê de, di warê matematîk û mekanîkê de berhem nivîsîne û van berhemên wî ji alî zanyarên mezin ên dû wî weka çavkaniyên herî bi bawerî hatine bikarhanîn. Di heman demê de avakarê îlmê qethiyetê ye. Di nava Ereban de weka bavê riweknasiyê hatiye bi navkirin. Ji ber ku bi pirralîbûna xwe bala gelek zanyarên biyanî kişandiye, gelek zanyarên biyanî li ser lêkolîn kirine. Li ewrûpayê weka di derdora zanistî de weka “dehayê kurd” tê naskirin. Yekem car wî li ser dîrok û antroplojiya kurdan lêkolîn kiriye û bi navê “ensab el-ekrad” berhemek nivîsiye. Di vê berhema xwe de ji dîrokên kevnar heya roja xwe bav û kalên kurdan girtiye dest. Dîsa di dîrokê de yekem car wî xerîtaya kurdistanê xêz kiriye. Navê kurdistanê di xeriteya xwe de bikarhaniye.

 

Di pirtûka xwe ya “kitab el-nebat” ê de navê riwekên kurdistanê bi kurdî girtiye. Dîsa di warê astronomiyê de ewqas pêşve çûye ku xebatên wî tenê bi berheman tixubdar nemaye di heman demê de nêrîngeheke jî avakiriye (çavdêrxane,rasatxane). Niha em di vê nivîsê de çiqas pesnê wî hildin dê dîsa jî hindik bimîne ji bo wî, lewra ne tenê di nava kurdan de meriv dikare bi hêsanî bêje di nava şaristaniya îslamê de ji zanyarên herî bi rûmet yek e. Lê mixabin îro ji ber ku lê nehatiye xwedîderketin, ji bilî çend kesên zanînhez bêtir kes bi navê wî jî nizane. Ez niha li ser fikr û felsefeya wî, li ser jiyan û xebata wî dûr û dirêj rawestim belkî berhemeke dûr û dirêj karibim li ser binivîsim. Lê ji ber ku pêdivî bi kurtgirtina mijarê heye. Ez ê niha tenê berhemên ku wî nivîsîne ji we re diyar bikim û nivîsê biqedînim.

Berhemên ku di derbarê zanistên matematîk û xwezayê de nivîsîne

1- Kîtab el-cebr we muqabîle (pirtûka cebîrê)
2- Kîtab el-nebat (riweknasî)
3- Kîtab el-kusuf (rojgirtin)
4- Kîtab el-redd ela reşad el-îsfexanî(astronomî)
5- Kîtab el-hîsab (arîtmetîk)
6- Baxt fî hîsab-el hind ( lêkolîna arîtmetîka hindistanê)
7- Kîtab el-cem wel tefrîq(arîtmetîk)
8- Kîtab el-qîble wel zîwal (astronomî)
9- Kîtab el-enwa (meteorolojî)
10- İslahel mantiq (mantiq)

Berhemên wî yên di warê zanistên civakî de

1- Îxbar ul-tîwal (dîrok)
2- Kîtab el-kebîr (dîroka zanistê ya mezin)
3- Kîtab ul-fîsaha(retorîk)
4- Kîtab ul-buldan(erdnîgarî)
5- Kîtab ul-şi”r we şûara(wêje)
6- Ensab ul-ekrad (dîroka kurdan)

Mihemed RONAHÎ – Civaknas
haberdiyarbakır.com

Derbar Rêvebir

Check Also

Gotinên Tiryakî- Cenap Şehabettîn

Fîkrên xweş, kal nabin. Ê ku ji pêz vediqetin, pez jê hez nake. Fîkrên xweş, …

Leave a Reply