Çîroka Min – Aro Zargo

Derûniya mirovên têkçûyî
Rewşa mirovên ji hêviyên xwe dûr
Ramanên agirperst û dojehî
Çîroka ji xeyalan hatî dizîn
Çîroka bindestiya min
Çîroka radestiya we
Çîroka li bin dara maziyê
Lehengên welatêkî bindest
Sêwiyên mişext
Karwana li çolistana we de wendabûyî
Çîroka min
Zarokatiya min a ji xîzaniya xwe dûrketî
Ramanên çeqilmast
Qîrîna dayika min
Hatina min a dinyayê
Êşên jiyana min a nehatî jiyîn
Ciwaniya min
Ciwaniya bi dirûşmên vala bihûrî
Ez
Hûn
Xwekuştinxwaziya min a hatî kuştin
Peyvên çavxezala birîndar
Em
Em çima her xweperest in
Çima dixwazin
Jiyana her kesî wek me…
We xwest, lê nabe
Ez ê bijîm
Hûn ê temaşe bikin
Çîroka min destûrê nade we
Ez ê bêriya zarokatiya xwe bikim
Bêriya ramanên xwe
Bêriya raperînên xwe yên anarşîst bikim
Ez ê li gor dilê we nejîm
Nabim sosyalîst
Nabim komunîst
Nabim welatperwer!
Nabim olperest
Naçim mizgeftê
Ji dêrê jî hez nakim
Ne ateîst im
Ne agnostîk im
Nêhrînên min anarşîst in
Lê..
Lê ez Kurdek im
Kurdistanî me
Ka çi bikim
De hún bibêjin
Hûnên ji min
Ji malbata min
Ne ji min
Nabim…
Nabim tu tişt
Nikarim
Dixwazim ez bibim ez
Û hûn ezitiya min nepejirînin jî dibe
Ez ê her ez bim
Ne wek we bim
Divê wek xwe bibim
Şoreşger bim
Rûyê we reş bikim
Xwe ji we xelas bikim…

Aro ZARGO

Derbar Rêvebir

Check Also

Folklor û Helbesta Modern

Dr. Roger ACUN Di edebîyata modern da sûdwergirtina ji folklorê her tim bûye sedemên nîqaşan. …

Leave a Reply