Nivîskar û lêkolîner Salihê Kevirbirî li ser 80 saliya Firîda Hecî Cewarî nivîsek parkir, em jî niha vê nivîsê bi şopînerên xwe re pardikin.
Matematîkzan, fizîkzan, pedagog, rewşenbîr û nivîskar Firîda Hecî Cewarî 80 salî ye. Pîroz û bimbarek be!
Meta Firîdeya Heciyê Cindî (Firîde Haciyevna) şayan û layîqê kitebên mezin e ku mirov li ser wê binivîse. Lê ji bo xatirê 80 saliya wê, dixwazim derbarê wê de çend tiştan li vê derê binivîsim.
50 salan bû ronahî û rê nîşanê şagirtan kir
Firîda Heciyê Cindî mamosteyeke wisa mezin û qedirbilind e ku gelek şagirtên wê bi dereceyên bilind ve hatine rewakirin û xelatkirinê. Meta Firîdeyê bi qasî 50 salan mamostetî kiriye û hezaran şagirtên kurd, ermenî û ji miletên cuda li ber destê wê fêrî ilm û zanyariyê bûne. Wê li Yêrevanê li dibistana 34an bi qasî 5 salan, li dibistana 122yan salen dûvedirêj, di dawiyê de jî li kolejeke li Yêrevanê mamostetî kiriye. Firîda Heciyê Cindî di 50 salên mamostetiya xwe de, 30 salan Serokatiya Beşê Fizîk-Matematîkê kiriye. Meta Firîdeyê di kitêba xwe ya “Bîranînên Min” de li ser zîrekî û serkeftina şagirt/xwendekarên xwe de wiha dinivîse: “Xwendekarên min pir caran di Olîpiyadên Matematîkê de ne tenê li Ermenistanê, her wiha li temamiya welatên Sovyetê de cihên bilind û bi rûmet digirtin.”
Xwediya gelek ordên û madalyayên mezin
Firîda Heciyê Cindî xizmetên wisa mezin ji welatê Ermenistan û Sovyeta Berê re kirine ku beramberî van xizmetan bi xelat û medalyayên mezin ve hatiye xelatkirin û rewakirinê. Çend xelatên ku Meta Firîdeyê wergirtine ev in:
- “Hûrmetnameya Wezareta Ermenistanê Ya Ronkahiyê” (1962)
- Madalyaya “Ji bo karê Efatiyê” Bi minasebeta 100 saliya Lenîn (1970)
- Nîşana “Serkeftiya Pêşvana Sosyalîstiyê” (1975)
- Navê “Mamoste-Mêtodîst” werdigire (1979)
- Sê caran wekî “Endama Şêwra Navçeya bajarê Yêrevanê ya bi navê Şahûmyanê tê hilbijartin (1971, 1982, 1984)
- Ordêna “Ala Karkirinê Ya Sor” (1981)
Meta Firîdeyê hê dema 22-23 salî bûye, tevî rehmetiyê bavê xwe Heciyê Cindî tevli xebata “Elîfba” û “Zimanê Kurdî” dibe ku wekî kitebên hazirkirina dersên kurdî têne naskirin.
Piştî wefata bavê xwe Heciyê Cindî û helaliyê xwe Şaîrê kurdê eyan Fêrîkê Ûsiv, piştî temenê 60-70 saliya xwe, dest bi karekî pir hêja û girîng dike. Meta Firîdeyê di van salên dawî de gelek kitebên her du ewledên gelê kurd ji nûve amade kir, da çapkirin û pêşkêşî kitebxaneya kurdî kirin.
Ez bixwe gelek şanaz û serfiraz im ku li mala wan a Ermenistanê çend caran li Meta Firîdeyê qesidî me. Cara yekem dema bûm mêvanê wan, dayîka wê Zeyneba Îbo (Xanima Heciyê Cindî) li heyatê bû û min derfet û mecal dît ku pê re sohbeteke xweş bikim. Lê mixabin di saxiya wî de ez rastî Mamosteyê mezin Heciyê cindî nehatime.
Keça ‘Bavê Zargotina Kurdî’, mamoste û nivîskarê mezin Heciyê Cindî, Firîda Hecî Cewarî 10ê Berfanbara 1934ê li Yêrevana paytexta Ermenistanê hatiye dinyayê.
Meta hêja û dilsoz Frîde;
Canê sax û emrê dirêj ji bo te dixwazim…
Bi hêviya ku emê hê gelek caran rastî hev bên û 100 salî, 110 salî û 120 saliya te jî pîroz bikin…
- Salihê Kevirbirî
- 10 berfanbar 2014
- Stenbol