Yearly Archives: 2020

Hezîran, 2020

  • 7 Hezîran

    Pirsname – Ciwanê Abdal

    20 Pirs? – 20 Bersiv √ – Ciwanê Abdal 1. Çandname: Peyva ku herî jê hez dikî?  Bijî gelê Kurd, Bijî Kurdistan.. Bijî evîna min. 2.Çandname: Van rojan  kîjan stranî guhdarî dikî?  Li stranên Mem Ararat guhdar dikim, çimkî gotin hesanin û bi wate ne, û him jî awaz xweşin. 3.Çandname: Ti bo te nirxa herî pîroz çî ye? Ez …

  • 5 Hezîran

    Xeyal û Rasteqîn

    Piştî bîst salan di demsala biharê de ez çûm welatê xwe. Piştî serdana xizm û dostan ez hilkişiyam serê çiyê û li cihekî ku her der jê ve xuya dikir li ser zinarekî rûniştim û min bi hestên bê tarîf û bi hesreteke kûr li deşt û zozanan, li gelî û newalan, li gund û bajaran temaşe dikir. Bîranîn û …

  • 5 Hezîran

    RÛPELEK JI PIRTÛKA KEVNAR!

    Roja 26/ 05/ 2020, saet: 14.15, min nivîsek bi sernavê PIRTÛKEK KEVNAR HATE DÎTIN weşandibû. Biraderê me Mihemed Nêçîrvan 16 rûpel ji wê pirtûka 22 rûpelî, bo min hinartibûn. Îro min rûpelek ji wan veguhazt tîpên Latênî. Wek uslûb û naverok, diyar e ku ev berhem a Ehmedê Xanî ye. Dibe ku ev, beşek ji Memozînê be jî. Bêguman gelek …

  • 4 Hezîran

    Bajarê Mehabad Nasbikin

    Mehabad an jî Sablax (bi farisî: مهاباد, lat. Mahābād) bajarekî binavûdeng a kurd, li başûrê Gola Urmiyê yê û bajarke Rojhilatê Kurdistanê ye. 1300 m bilindahiya wê ji ruyê avê ye. Ew li bakûrê rojavayê Komara Îslamiya Îranê li bajêristanê Mehabadê û 168.000 kes lê dijîn.(2006) Di sala 1946’an de li vir Komara Kurdistanê ya Mehabadê hatiye afirandin. Navê Mehabad …

  • 4 Hezîran

    Dayik û Pîrikên Berê Dev Ji Zimanê Xwe Bernedidan

    Dayik û pîrikên berê bi xîret bûn, di bajaran da tu carî dev ji zimanê xwe bernedidan, teslîmî tirkî û asîmîlasyonê nedibûn û bi zarok û neviyên xwe ra bi tirkî nedipeyivîn. Jiyana wan li bajaran derbas dibû, lê zarok û neviyên xwe bi kurdî mezin dikirin. Dayik û pîrikên nuha pir qelp in, çer ji gundê xwe koçî bajêr …

  • 3 Hezîran

    3 Pirs 3 Bersiv – Şêx Zelala ji Fînê

    Gelek spas ji bo vê hevpeyvînê û spas ji bo keda we ya bê hempa. Hûn karekî pir pîroz dikin. Di warê nivisandina Kurdîyê de hûn cesaret didin ciwanan. Her serkeftî bin. Bi rastî pir kêfxweş bûm ku we vê derfetê da min ku ez çend tiştan bînim dev. Berî ku bersiv bidim pirsên we bi kurtasî divêm hinek behsa …

  • 2 Hezîran

    Werin em Rewşen Bedirxan Bibîr Bînin

    Roja (01, 06, 2020) (28) sal di ser koçkirina emîre Rewşen Bedirxan re derbas be. Ew mîna dîdevaneke dîrokî bû li ser gelek bûyerên kurdî û bi taybetî neferên malbata Mîr Bedirxanê Azîzî. Ew kebaniya Mîr Celadet Bedir Xan bû. Di pêvajoya dîrokî de ya ku Mîr Celadet di eniya wê de şer dikir, li kêleka wî disekinî û ew …

  • 2 Hezîran

    Gelo Ez Şîzofren im

    Ez li Amedê mamosteyekî dilgerm im , her roj berê sibehê diçim dibistanê dersê didim şagirtên xwe. Navbera min û şagirtên min gelekî germ e. Ez mamostatîya derûnnasîyê(psikoloji) dikim. Navê min jî Kawa ye, di dibistanê de jî dibêjin Evdile. Her roj di riya malê de pêşî diçim ser Sûrên Amedê û dikim hawar û gazin. Diçim ser dîwarê herî …

  • 1 Hezîran

    “Zerza” û “Zaza”

    Nuştoxê ma Şahab Laçînî mi rê tayê belgeyê Usmanîyan şirawitî. Va “Mi enê belgeyî hesabê Twitter yê Mufîd Yukselî ra girewtê.” Va “Mufîd Yukselî binê di belgeyan de ‘Zazalar, Zaza topluluğu/tâifesi ile ilgili 1119/1708 Tarihli İki Osmanlı Arşiv Belgesi’ nuşto. Binê şeş belgeyan de zî îbareyê ‘Zazalar, Zaza topluluğu/tâifesi ile ilgili 16. Yüzyıl Osmanlı Arşiv Belgeleri’ nuşto.” Labelê mi bala …

  • 1 Hezîran

    Hejmara Şeşemîn A Kovara Şermola Derket

    Hejmara Şeşemîn a kovara Şermola ya wêjeyî û çandî ku bi zimanê Kurdî û Erebî tê weşandin, derket. Dosyaya hejmara Şeşemîn “Çêkirin û Rola Hunera Sînemayê” ye. Ji ber Yên ku vê hunerê dişopînin ji girîngî û bandora wê ya mezin haydar in, sînema awayekî belavkirina raman, çand û bîrdozîyên cuda bi rêbaz û şêweyên cûrbecûr e. Di Hejmara Şeşemîn …