Civak çito tên guherîn? Civak çito tên naskirin? Em ê rastîyê civakekê bi çi awayî bidestxînin? Divê di dest me de “materyalên civakî” an jî “çavkanîyên folklorik” hebin. Gelo birastî di salên 1950an de çi bû, him li Tirkîye, him jî li Semsûrê? Desthilatdarîya Partiya Komara Gel (CHP) bandoreyek çito li ser civakên, yekser jî li ser herêmê Semsûrê kiribû? …
Yearly Archives: 2020
Tebax, 2020
-
17 Tebax
Kovara Kubarê ya Sêyemîn DERKET!
Kovara Kurdî ya moda û makyajê Kubar hejmara xwe ya sêyem weşand. Kovara ku bi awayekê dijîtal tê çapkirin bi hejmarekê nûpinû û cîyawaz li pêşberî xwînerên xwe ye. Di hejmara nû da li ser babetên diyet, yoga, mitbex û şiroveyên remlan hatîye rawestandin. Her wiha bi modeleke Kirmanşahî Atûsayê re jî hevpeyvînek hatîye kirin. Li ser navê edîtorên Kubarê; …
-
17 Tebax
Werza Tazî
(1) Di bin asîmanê teyî hênik da Em bi alafa pirtûka te ya pîroz Têne sotandin! (2) me ji şînê heznedikir Lê di tevaya salên me yên di bin baniyê te de qediyan e bi êş, xem û kesran em dihatin avdan. (3) Di serdanên min de Xaliyên giran ramexe Xwarin, meywe, çerez û badeya biha dîmene pêşiya min Ji …
-
17 Tebax
Yekemîn Helbesta Qedrî Can a Nûjen e
Eger Seydayê Cegerxwîn bi hin helbestên dîwana xwe (Kîme Ez?/ 1973) û Apo Osman Sebrî bi hin helbestên dîwana xwe (Bahoz/ 1956) helbesta nûjen nivîsandibin, nakevin pileya ku Qedrî Can berî wan helbesta nûjen nivîsandine. Qedrî Can di sala 1936an de yekemîn helbesta Kurdî a nûjen bi navê (Reya Taze) nivîsandiye û Li gor ku Prof. Qenatê Kurdo di pirtûka …
-
10 Tebax
EV DER WELATÊ KORONA YE!
Li welatê korona, jan û êş û keder heye, nexweşî heye, zor û zehmetî, xemgînî, dijwarî û kişandin heye; zarok bê dê, bê kal û bê kes dihêle. Li welatê koronayê sela hene….mirin hene. Alîyek mirov dinalin, li alêyek din dîlan û şahî..li nêzê nexweşxanê.Li welatê dîlanê/dawetê şahî heye. Haya wan bi koronayê tune! Hingî hinga wan e. Yên ku …
-
10 Tebax
Dewrêş û Evdî
Mekanê vê destanê Wêranşara navçeya Rihayê ye. Zor Temir Paşa, serokê eşîra milan e. Li herêma xwe eşîrên din jî tevî eşîra milan dike û konfederasyona milan ava dike. Yek ji van eşîran jî eşîra şerqîyan e. Ev eşîr, eşîreke êzidî ye û Dewrêş jî ji vê eşîrê xortekî êzidî ye. Dil dikeve keça Zor Temir Paşa, Edûlê. Edûl jî …
-
10 Tebax
Edebiyata/Wêjeya Fantastîk
EDEBIYATA/WÊJEYA FANTASTÎK (Fantasy Lîterature) Lokman Polat Wêjeya fantastîk, fantazî, li ser bingexa xeyalan tê afirandin. Di van berhemên edebî de hêza xeyalê geklek xurt e. Gelek çîrokên folklorîk ên gelêrî bi şêweya fantaziyê hatine gotin. Xeyal û fantaziyên ku di çîrok, çîrçîrokên kurdî ên klasîk de têne rave kirin, gelek dewlemendin û ji ber her çîrokek kurdî dikare romanek were …
-
8 Tebax
Bi Rûmet Onur Kaya re hevpeyvîn – Vedat Yeler
Sînemaya Kurdî hebûna xwe li ser ziman û jiyana Kurdan ava dike. Divê mirov têkîliya gelê Kurd û Sînemaya Kurdî, li ser van bingehan û li gorî guherîna cîhanê bifikire û binirxîne. Li Ser Sînemaya Kurdî û xebatên Sînemaya Serbixwe bi edîtorê Sînemaya Serbixwe Rûmet Onur Kaya re hevpeyvina Vedat Yeler. Ez ê bi edîtorê Sînemaya Serbixwe Rûmet Onur Kaya …
-
7 Tebax
Ristemê Zal
Navê Ristemê Zal, di berhema Şahnameyê de derbas dibe. Li gorî vê berhemê em hîn dibin ku Ristem di dewrên Key Kûbat (Kavî Kavata), Key Kavûs (Kavî Ûsadhan) û Key Xisro (Kavî Hûsravah) de jîyaye.[1] Şerefxanê Bedlîsî dibêje Ristem kurd bûye û bi navê ‘Rostemê Kurdî’ hatiye nasîn.[2] Ristem, kurê Zal e û her du jî bi mêrxasîya xwe tên …
-
6 Tebax
Gotinek di 84 Saliya Prof Dr. Celîlê Celîl de
Di havîna 1982an de, li Qamişlo, ez çav bi Prof Dr. Celîlê Casimê Celîl ketim. Ew yekemîn car bû ku dihat nav kurdên Sûriyê. Ji Heleb û Efrîne digel kalemêrekî Ezîdî ji Efînê pêre, hatibûn Qamişlo. Di mêvandariya endazyar Mihemed Şêxo û kebaniya wî Emşa Qadiro de bûn. Di vê carê de, min ew naskir û bûm wek rêberekî pêre, …