Edebiyata/Wêjeya Fantastîk

EDEBIYATA/WÊJEYA FANTASTÎK

(Fantasy Lîterature)

Lokman Polat

Wêjeya fantastîk, fantazî, li ser bingexa xeyalan tê afirandin. Di van berhemên edebî de hêza xeyalê geklek xurt e. Gelek çîrokên folklorîk ên gelêrî bi şêweya fantaziyê hatine gotin. Xeyal û fantaziyên ku di çîrok, çîrçîrokên kurdî ên klasîk de têne rave kirin, gelek dewlemendin û ji ber her çîrokek kurdî dikare romanek were nivîsîn, fîlmek were çêkirin. Di her çîrokek kurdî  ya fantastîk de,  cîhaneke fantazî heye.

Di edebiyatê de gelek cure babet hene. Ji wan cure babettan yek jê jî babeta fantaziyê ye. Ev cure edebiyat bi xeyalî tê sazkirin, yanê fiction e.

Fantazî rêwîtiye. Rêwîtiya zîhnî ye. Xêva hiş e. Rêwîtiya ku di hişê mirov de tê kirin e. Romana Don Kîşot li ser rêwîtiya zîhnî hatiye pêkanîn û fantaziyên di bin şiûrê de dide der.

Şeytan, melek, cin, perî, vana di zîhîna mirov de hene. Çîrokên mîtolojîk bi xeyalî hatine çêkirin, metafor in. Di rastiyê de lembeya bi efsûn tune ye, lê di çîrokên hezar û yek şevî de, ev lembe bi navê “Lembeya Alladîn” bi xeyalî hatiye afirandin û çîrok li gor wê hatiye sazkirin.

Di roman û çîrokên fantazî de rêwîtiya fantazî bi macerayên lêgerînê tê xemilandin. Berhemên edebî yên giranbiha, her wekî Odysseia, Don Kîşot, Efendiyê Alyansan, Engulîska Bi sihir, Cadubazê Behrê û hwd. bi hiş, di zîhîn de hatine afirandin û vana cureya edebiyata fantazî ne.

Di romana “Efendiyê Alyansan” de engulîskeke bi sihir heye. Kî vê engulîskê bike tiliya xwe dibe nedîtî. Kesek wî nabîne, lê ew hemû kesan dibîne. Helbet ev tişt ne rast e, fantazî ye.

Berhema edebî ya nemir Odysseia prototîpa fantaziyê ye. Gelek temayên fantastîk di vê berhemê de hene. Di vê berhemê de temaya banga sîrenê, bangekî cînsî ye û ev bang li mêran hatiye kirin. Di vir de arzuya cînsî anku dilxwestin, dil kirin heye. Lê qedexekirin jî heye. Di edebiyata fantaziyê de li hember vê qedexekirinê du rê hene; ya dê leheng ji daxwazên xwe yên fantastîk re, ji arzuyên xwe re serî dayne û bê kuştin, anku bimire, yan jî dê li hember derkeve, ji arzuyên xwe re serî xwar neke û bi serkeve.

Di gelek berhemên edebî yên fantastîk de arzuya cînsî dibe sedemê felaketê. Ji ber vê sedemê felaketên mezin pêk tên, bûyerên trajîk diqewimin.

Di edebiyata fantastîk de komedya û dilşadî tune. Mirin heye. Ji mirinê veger heye. Leheng dimre, diçe herêma miriyan û dîsa vedigere. Edebiyata fantazî û fantastîk bingeha xwe ji mîtolojiya Grekîyan digre. Hades xwedanê tarîtiyê ye. Di mîtolojiya Grekîyan de rêwîtiya çûyina Hadesê tê qalkirin.

Edebiyata fantazî ji çîrokên mîtolojîk, serpêhatiyên demên dîrokî, çîrçîrok û ji romanên fantazî yên modern pêk tê.

Di edebiyata fantastîk de (Fantasy Lîterature) bûyerên neyênî, yên esrarêengîz hene. Tiştên neyênî yên xwezayê -naturê- wek bûyerên ku hatine pêkhatinê tê qalkirin. Tiştên ku di jiyana rasteqîn de tunene, lê her wekê ku hene tên nîşandan.

Di nav temayên edebiyata fantastîk de psîkolojî cihek girîng digire. Di vê beşa edebiyatê de îronî jî heye û alegorî jî heye. Gelek caran bûyerên berhema edebiyata fantastîk bi çîrokên perî’yan têne xemlandin. Nivîskarên navdar yên navnetewî, Balzac, Hugo, Kafka, Flaubert, Maupassant çîrokên fantastîk nivîsîne. Di dema berê de, di nav edebiyata devkî de çîrokên hezar û yek şevî wek çîrokên fantastîk dihatin qalkirin. Ev çîrokên hezar û yek şevî paşê ji alî gelek nivîskaran ve hatin berhevkirin û wek pirtûkên cure cure hatin weşandinê. Di van çîrokên weha de cin û efrît roleke girîng pêk tînin. Di esasê xwe de cin û Efrît tune ne, lê di van çîrokande yên ku çîrokan rengîn dikin, balê dikşînin hareketên wan bi xwe ne.

Lêkolînvan Northrop Frye dibêje ”Edebiyat di nav yên heyî û yên tuneyî de, yanê di nav hebûn û tunebûnê de taqozek e. Hamlet û Falstraff ne hene û ne jî tune ne.” Ji xwe gelek berhemên edebî bi bûyerên rastî û xeyalî têne hunandin û bi lehengên rasteqîn û yên çêker têne afirandin. 

Di van demên dawîn de berhemên ku di wan de behsa bûyerên ezmanan, gezegenan, robotan, ufo’yan dikin hatine afirandin. Ji wan re romanên ”Bîlîm – Kurgu” dibêjin. Şerên Stêran -Star Wars- hem wek roman hate weşandin û hem jî fîlma wê hate çêkirin. Efsaneya Kral Artur û bûyerên sihirbaz Merlîn bi gelek rengên fantastîk ve hatine xemlandin.

Nivîskar J. R. Tolkien bi berhema xwe ya bi navê ”Efendiyê Alyansan” mora xwe li edebiyata fantastîk ya dema me xist. Berhemên wî bi gelek zimanan hatin wergerandin û li gelek welatan bûn ”best – seller” yanê pir û pir hatin firotin. Berhemên fantastîk berhemên xeyalî ne. Civak jî ji xwe re li xeyalan digerin. Berhemên ku bi xeyalî têne afirandin bala wan dikşîne. Loma jî berhemên weha pir têne firotin. 

Di berhemên fantastîk de rêveçûna li pey xeyalan, li pey hêviyê heye. Di pirtûka J. R. Tolkien ”Efendiyê Alyansan”de lehengên berhemê li pey xezîneyeke digerin. Di cîhaneke çêkirî -xeyalî- de hezar sal berê xezîneyek ji alî Ejderhayeke ve hatiye dizînê. Di vê cîhana çêkirî de xelkek bi navê ”Hobbît” dijîn. Ev xelk cuce ne. Lehengên romanê Bîlbao, Baggîns, Ganfaldê sihîrbaz û sêzde cuce ne. Di lêgerîna xezîneyê de, Bîlbao alyanaseke bi sihir dibîne. Ew vê alyansê tîne û wek sûsa malê datîne mal. Sihira vê alyansê eve ku; yê ku vê alyansê-engulîskê- bike destê xwe dibe xeybane, yanê yê ku nahê dîtin. Kesek wî nabîne, lê ew her kesî dibîne. Bîlbao bi vê sihira alyansê dizane û wê çend car bi kar tîne, dibe yê nedîtî. Bîlbao vê alyansê bi zincîrek ve girê dide û dixe berika xwe. Îcatkerê alyansê, yanê yê ku vê alyansê çêkiriye “efendiyê reş” e. Lê ew vê alyansê hunda dike. Yê ku xwediyê vê alyansê be, dibe hakimê her tiştî. Ew kesê ku vê alyansê bike destê xwe dibe nemir.

Niha binêrin her însan xeyala alyanseke weha dike û dixwaze ku alyanseke wî/wê yê weha hebe. Gelek xwendevan dema berhemên weha dixwînin jê hazek distînin û ji xwe re xeyalan çêdikin. Ji bo vêye jî ku berhemên weha ji hinek xwendevanan re gelek balkêş in.

About Lokman Polat

Lokman Polat nivîskarekî Kurd ê navdar e, ku di 1ê Cotmeha 1956an de li navçeya Licê ya Amedê (Diyarbekirê) ji dayik bûye. Wî xwendina xwe ya destpêkê, navîn û lîseyê li Licê qedandiye. Di ciwaniya xwe de, di sala 1975an de, wî li Licê yekem rêxistina civakî ya bi navê Lik-Der damezrandiye û serokatiya wê kiriye. Ji ber rewşa siyasî, di sala 1984an de koçî Swêdê kiriye û li wir bi cih bûye. Li Swêdê, Lokman Polat dest bi nivîsandina çîrokên kurt kiriye û di rojname û kovarên cihê de berhemên wî hatine weşandin. Ew yek ji damezrînerên Komela Nivîskarên Kurd e û endamê PENa Navneteweyî û Yekîtiya Nivîskarên Swêdê ye. Polat zewicî ye û bavê çar zarokan e (Sertaç, Şiro, Berîn û Hulya). Polat mirovekî xebatkar, wêjehez û azadîxwaz e, ku bi zimanê Kurdî û bi xebatên xwe yên li ser çand û edebiyata Kurdî tê nasîn. Lokman Polat nivîskarekî pirberhem e, ku heta niha 14 pirtûkên wî hatine weşandin; 4 ji wan bi Tirkî û 10 bi Kurdî ne. Berhemên wî yên Kurdî di nav xwe de 3 roman, 7 pirtûkên çîrokên kurt, pirtûkên helbestan û lêkolînan digirin. Wî herwiha 4 pirtûkên zarokan wergerandine Kurdî û kovarên bi navên Helwest (li Stockholmê) û Ronî (li Stenbolê) weşandine. Berhemên wî bi piranî li Stockholmê hatine çapkirin

Check Also

Ne Hewla Mîr Meyla Mîr

Mîr, bi ehlê diwana xwe ve derketibî, li nava bajêr digeriya. Venêrîna sûk û bazar …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *