Yearly Archives: 2019

Sibat, 2019

  • 5 Sibat

    ‘Klam û Pênûs’ ji gelek aliyan ve kurdên Kafkasyayê pêşkêş dike

    “Klam û Pênûs” navê pirtûka Wezîrê Eşo ye ku têde gelek agahiyên cur bi cur li ser kurdên Kaskasyayê hene. Nivîskar û rewşenbîrê kurd Wezîrê Eşo di sala 1934’an de li Tiblîsa Gurcistanê tê dinê. Ew sala 1958’an de li Fakulteya Zanîngeha Yêrîwanê Beşa Dîrokê dixwîne, di navbera salên 1961-63’yan de li Zanîngeha Lenîngradê (niha Petersbûrt) di beşa Kurdzaniyê de …

  • 4 Sibat

    PERWERDE Û MIROVBÛN

    “Ji roja diya xwe bûyînê heta roja dawî di her warî de fêrbûna mirovbûnê ye perwerde.” (Olivier Rebul) Mirovbûn bi perwerdeyê bi pêş dikeve. Di pêvejoya mirovbûnê de giş tiştên ku mirovahîyê bi dest xistiye ne xwezayî ye, çandî ne. Ku çand li ser bingehê xwe, bi ziman xwe nûjen û bi pêşve nebe “mirovbûna” ew gel û mirovên xwediyê …

  • 3 Sibat

    Dîroka Dilovan Dilo: Efrîn, Dîlok û Yazixan

    Li Ber Nîsanê… Ez Dilovan Dilo, ji Efrînê me, 16 sali me. Xwedê nesîb bike bi payizê re dikevim 17an. Malbata me penc kes in; ez, du bira, dê û bavê min. Welatê min li hev ketiye, di welatê min de herb derketiye, agir dibare li ser erda me. Rojek tuneye ku agir û mirin û birîn di welatê min …

  • 1 Sibat

    Mîrê Bilûrê Egîdê Cime koça dawî kir

    Hunermendê kurd û mîrê Bilûrê Egîdê Cime di temê xwe yê di temê xweyê 87 salî de koça dawî kir. Hunermendê kurd û mîrê Bilûrê Egîdê Cime di sala 1932 li gundê Erdeşîrê ser bi nahiya Armavîrê jidayîkbûye, di sala 1955an de dema ku, li Radio ya Ermenistanê beşê kurdî vedibe yekem mirov tê de kar dike û 37 salan …

  • 1 Sibat

    Em Peyrewên Ebûzer in…

    “Ger neyarên min, min yek bi yek di rûçikê mezlûm û bindestên hemû dem û dewranan de nebînin, (tu bizane ku) ji zû ve mirî ne.” (Elî Şerîatî / Ebûzer) Min evîneke wiha qet nedîtiye; Ji ber xatirê heq û heqîqet, îman û îslam, azadî û edalet, bindest û mezlûman germeke çilê havînê de û di nava çolê de tenê …

Rêbendan, 2019

  • 31 Rêbendan

    Derî jî westiyayî ne

    Bêguman ev nivîsa min nakeve çarçoveya rexne yan şîroveya wêjeyî, lê tenê hewldaneke ji bo derbirîn û nîşandana têgihîştin û çêja min derbarê berhem û karên wêjeyî yên nivîskarê Kurd ê ciwan Aram Mihemed “Aram Şêx Wesanî.” Di warê edebiyata Kurdî ya vegotinê de, bi baweriya min, Aram Şêx Wesanî yek ji nivîskarên Kurd ên jîr û ciwan e. Di …

  • 30 Rêbendan

    Bi xwarinê re avê venexun

    Dema we xwarin xwar, pêre avê venexun. Dema hun avê vexun, dê av bibe sedema ku avên xwezayî yên bedenê; weka yên tif û mîdeyê, hezmê hêdî bike û bibe sedema ku kîloyên we zêde bibe. Peyama Kurd

  • 30 Rêbendan

    Ji bo romana “Li Benda Keskesorê” çalakiyek çêkirin

    Li bajarê Giessen ê Almanyayê danasîna romana Dr. Fikret Yildiz a bû navê “Li Benda Keskesorê” hat lidarxistin. Nivîskarê pirtûkê li civîna danasînê hem hinek beşên ji romana xwe xwendin û hem jî di dawiyê de romana xwe ya ku nû ji Weşanên APEC’ê derketî ji bo beşdaran îmze kir. Naveroka romana “Li Benda Keskesorê“ ji çîrokeke rasteqînî pêk tê. …

  • 29 Rêbendan

    Mirina Bavê Min!

    ‘‘dayik ax e bav jî av e, bêbav û malxê jiyan qetran e  xwûşk mewîj e bira xweşav e  bêmalî tembûreke bêkilam û stran e…’’ Di nava bêdengiyeke xemgîn de li bendê me ku zarokatiya min (bîranînên min yên li gel bavê min) wê were bi destê min bigire û min bibe mal. Wek ku ez di zarokatiya xwe de …

  • 29 Rêbendan

    BÛYERA QÎÇO

    Ev bûyere li berê sê salan hatîbû serê min. Hê min nû dest bi zanîngehê kiribû. Nizanim lê belê wext çend zû dibore, mirov difikire ku wekî çemeke boş diherike wext jî wisa derbas dibe. Haa min got çem bûyereke din jî hat bîra min. Belê bûyereke hatiye serê min ku ew bûyer di navbera min û çemê Zê de …