‘Klam û Pênûs’ ji gelek aliyan ve kurdên Kafkasyayê pêşkêş dike

“Klam û Pênûs” navê pirtûka Wezîrê Eşo ye ku têde gelek agahiyên cur bi cur li ser kurdên Kaskasyayê hene.

Nivîskar û rewşenbîrê kurd Wezîrê Eşo di sala 1934’an de li Tiblîsa Gurcistanê tê dinê. Ew sala 1958’an de li Fakulteya Zanîngeha Yêrîwanê Beşa Dîrokê dixwîne, di navbera salên 1961-63’yan de li Zanîngeha Lenîngradê (niha Petersbûrt) di beşa Kurdzaniyê de Înstîtuya Rojhilatnasiyê dixwîne û dibe pisporê dîroka Kurdistanê. Paşê ji 1964’an ve di gelek waran de dixebite ku yek ji van xebatên girîng jî xebata li nav Radyoya Yêrîwanê ye. Ew di sala 1995’an de diçe Belçîkayê û heta wefat dike li wir dimîne; xebata xwe li wir jî didomîne.

Wezîrê Eşo ku jiyana wî di nav têkoşîna ji bo dîrok, ziman û wêjeya kurdî de derbas dibe, roja 23.01.2015’an wefat dike.

Ew li dû xwe gelek berheman dihêle. Hinek berhemên wî ji kirîlî ji bo latînî hatine kirin û li Bakur hatine weşandin lê hin hê nehatine weşandin. Pirtûka “Klam û Pênûs” ku niha mijara me ye jî yek ji wan e. Ev pirtûk bi navê “Klam û Pênûs, Kurdên Kafkasyaya Başûr” ji aliyê Weşanên Lîsê ve hatiye weşandin.

Mijarên pirtûkê

Nivîskar Nîhad Gultekîn pirtûk ji bo çapê amade kiriye. Ew qala serpêhatiya amadekirina vê pirtûkê dike û diyar dike ku ji bo vê wî, ligel keça Wezîrê Eşo ya bi navê Mîdya gelek li ser vê pirtûkê xebat kiriye.

Di vê pirtûkê de nivîsên Wezîrê Eşo ên di kovaran de hatine weşandin hatine bevhevkirin û di pirtûkê de hatine bi cih kirin.

Kurdên Sovyeta Berê, ronenasa çandî, Radyoya Yêrîwanê, rojnameya Rya Teze, Konferansa Kurdî, nivîska li ser pêvajoya Mele Mistefa Barzanî ya li Sovyeta Berê, Komara Kurdistan û Qazî Mihemed, hilweşandina Yekîtiya Sovyetê û gelek agahiyên nivîs û agahiyên din di vê pirtûkê de hatine bi cih kirin.

Agahiyên li ser hin navdarên kurd

Ji bilî mijarên cur bi cur der barê nivîskarên kurdên Sovyeta Berê yên wekî Erebê Şemo, Heciyê Cindî, Qanadê Kurdo, Casimê Celilîl, Mûradov Çaçan, Fêrikê Ûsiv, Emerîkê Serdar, Ordîxanê Celîl, Eskerê Boyik, Şekroyê Mihoyî, Simoyê Şemo, Egîdê Cimo, Aslîka Qadir, Pîr Dîma de jî agahiyên cur bi cur hatine pêşkêşkirin. Pirtûka “Klam û Pênûs” dikare wekî çavkaniyek li ber destan bê parastin û her pêdivî pê hebe sûde jê bê girtin.

Diyarname

– Klam û Pênûs / Wezîrê Eşo / Amadekera: Nîhat Gultekîn / Weşanên Lîst / 2018 / 309 rûpel

Derbar ziman

Check Also

Danasîna pirtûkekê: ‘Sêberî Qeleberd, Li ser Elmane û Taleswar’

Qelebard çiyayekî bilind e, nêzîkî gundê Elmaneyê, nêzîkî bajêrê Merîwanê ye. Meleke Xanim li vî …

Leave a Reply