Mîrê Bilûrê Egîdê Cime koça dawî kir

Hunermendê kurd û mîrê Bilûrê Egîdê Cime di temê xwe yê di temê xweyê 87 salî de koça dawî kir.

Hunermendê kurd û mîrê Bilûrê Egîdê Cime di sala 1932 li gundê Erdeşîrê ser bi nahiya Armavîrê jidayîkbûye, di sala 1955an de dema ku, li Radio ya Ermenistanê beşê kurdî vedibe yekem mirov tê de kar dike û 37 salan bi serhev li Radyoya Erîvanê kar dike, herwiha di sala 1967an de baştirîn zankoya sazbendiyê ya bi navê Romanos Melîkyan ku, li Erîvanê ye temam dike û dibe sazbendekî profesyonel.

Egîdê Cimo duh Çarşemê 30.01.2019 di temenê 87 salî li welatê Ermenistanê xatrê xwe ji gelê Kurd û Bilûlê û sazbendiyê xwest û koça dawî kir.

BasNews

Derbar Rêvebir

Check Also

ÇAND MA li benda pirtûkan e

Çand Ma parçeyeke nû ya xebata Ma Musicê ye û ciheke nû vekiriye. Çand MA’yê …

Leave a Reply