Derî jî westiyayî ne

Bêguman ev nivîsa min nakeve çarçoveya rexne yan şîroveya wêjeyî, lê tenê hewldaneke ji bo derbirîn û nîşandana têgihîştin û çêja min derbarê berhem û karên wêjeyî yên nivîskarê Kurd ê ciwan Aram Mihemed “Aram Şêx Wesanî.”

Di warê edebiyata Kurdî ya vegotinê de, bi baweriya min, Aram Şêx Wesanî yek ji nivîskarên Kurd ên jîr û ciwan e. Di hemû berhemên wî de gelek kitekit û hûrgilî hene. Ez dikarim wek nerîneke şexsî bêjim ku ez zewq û çêjeke mezin ji berhemên Aram dibînim.

Helbet mirov nikare di nivîseke wiha de behsa hemû kar û berhemên wêjeyî yên nivîskarê Kurd Aram Şêx Wesanî bike. Lewma ez di vê gotara xwe de bêtir bala xwe didim ser pirtûka wî ya çîrokan ya bi navê “Dergekanîş Hîlak in – Derî jî westiyayî ne” ku di sala (2018) de çap û belav bû.

Mîna bi sed hezaran ji welatiyên xwe, beriya 30 salan nivîskarê Kurd Aram Şêx Wesanî jî ket ber pêla êş û kovan û trajediyan. Gundê wî bi çekên kîmyayî hat bombebarankirin. Çaviyên geş û şên ên rez û bax û kaniyan hatin korkirin û miçiqandin.

Gundê wan jî mîna piraniya gundên Kurdan, gundekî wiha ye ku ji dema çêbûye, pariyê nanê xwe bi Pêşmerge û bêkes û xerîban re parve kiriye. Şik tê de tune ku van jan û bobelatan bandoreke berçav li ser kesayetî û kar û berhemên wêjeyî yên Aram kirine.

Ez hest dikim xemgîniyeke kûr di hundirê Aram de hêlîn çêkiriye û ew her bi vê êş û xemgîniyê jî berhemên xwe dinivîse. Teqezkirina Aram li ser teşe û naveroka vegotinê, hewldan e da ew bûyer û bêtar û serpêhatî di nav toz û tirabêlka cîhana modern û lezgîn de winda nebin.

Ez di nav piraniya wan serpêhatî û bûyeran de jiyame ku di kar û vegotinên Aram de wek sembol tên bikaranîn, lewma jî dema ez berhemên wî dixwînim ez çêjeke mezin jê werdigirim. Li gor min, Aram Şêx Wesanî li gelek cihan rûpelên serdema xortaniya min ji nû ve vedike. Heyamekê min çêjeke mezin ji xwendina pirtûka (Kenê Parsek) a mamoste Hesen Qizilcî werdigirt, niha ez heman çêjê ji xwendina vegotin û çîrokên Aram werdigirim.

Nivîskar di vegotina xwe de hewl nade mirov ji kesekî pasîv û hêvîşikestî bike kesekî qehreman û gernas, herwiha naxwaze hêla sor a çînayetî û veqetîna civakî bike rewatî û şeriyeta geşkirina wan îdeolojî û hîmên klasîk ku çendik û çend sal in mîna şevpest û kabûsan li ser sînga mirov lûsiyane û jiyana mirov berteng kirine û bêhn lê çikandine.

Aram di vegotina xwe de misêwa bi takekes re tevdigere û tê hestkirin ku takekes li ba Aram xwedî desthilat e bi ser temamiya hîm û tradisyonên ku bi hênceta lawazî û kêmdesthilatiyê, mirovan dikişkişînin girtîgeha siyaset û îdeolojiyên tund. Anku vegerandina heybet û maneyê ji bo takekes, takekesekî ku di nav fikrên teng de asê maye, takekesekî ku yasa û qanûnên curbicur tevgerên wî yên şexsî û normal jî sînordar kirine.

Pêwist e nivîskar takekes ji wan çarçoveyan dûr bike û wek bikerekî çalak û xwedî îrade wêne bike û wî ji wê asêgeha civakî ya berteng rizgar bike. Herwiha di berhemên Aram de hewldaneke berçav heye da ku mirov ji bûnewerekî siyasî bike bûnewerekî exlaqî.

Di pirtûka Aram Şêx Wesanî ya çîrokan a bi navê “Dergekanîş Hîlak in – Derî jî westiyayî ne” ku di sala (2018) de belav bû, behsa şerê Mîran ji bo çareserkirina êş û azara derûnî ya keçekê ku sêwî û bê bav maye tê kirin. Herwiha Aram hewl dide wargehê bîranînên nejibîrkirî bi destê gurên mirovî neyê têkdan. Hûrgiliyên evîn û tirsê di vegotina bîranînan de dihêlin hedan li xwîner nemîne û helkehelk pê bikeve.

Edebiyata Aram edebiyata vegotina trajedî û têkçûn û jiyana dijwar a mirov e. Lê bendewarî û hêviyeke kûr jî di çavê karakteran de tê dîtin. Nivîskar dixwaze bêje mirovekî reşbîn û xwedî vîn û îrade ji mirovekî geşbîn lê bê vîn û îrade girîngtir û baştir e. Nivîskar di çêkirina karakter û hûrgiliyên vegotinê de girêdanek çêkiriye û bi jiyana xwe ya realîst ve girêdaye û heta radeyeke baş tê de serkeftî bûye. Aram di xeyalê de kûr e û di naveroka berhemên wî de bedewiya wêje û estetîkê tê pelandin.

Her çiqasî hinek nîşe û têbîniyên min li ser şêweya vegotina wî hene ku mumkin bû li gelek cihan baştir û berfirehtir bûya. Roman û çîrok û janrên edebî bi giştî, mumkin e di nav çend çarçove û yasa û zagonên edebî de teşe bigirin. Ez bi xwe li dijî wan çarçove û qaliban im, lê ev nayê wateya ku sînor bi temamî bên rakirin û tevlihevkirin.

Çend mohr û xisletên sereke hene ku janrên edebî ji warên marîfî û zanistî cuda dikin. Bi dîtina min ew jî bi vê lîstika zimanî tê kirin ku bi rêya wê xwîner dikeve nav çêj û raman û sersamiyê. Li gor vê dîtinê Aram di vegotinên xwe de karîbû bi hûrbînî li ser wan hûrgiliyan kar bike. Ji ber vê yekê jî, ligel berhemên Aram, xwîner hest nake dema wî vala diçe.

Bi baweriya min, ji bo nivîskarê çîrok û roman û vegotinê bi giştî, şênberkirina ziman di formeke estetîkî û kûrbûna di nav xeyal û girêka bûyeran û forma karakteran de pir girîng e. Lê divê nivîskarê warê vegotinê wek ferhengekê be di warên zanistî û civaknasî û derûnnasî de. Tew divê şarezatiyeke wî ya baş di semiyolojiyê de jî hebe, eger ne wiha be, nivîskar nikare bi şêweyeke hûrbîn rol û maneya karakteran diyar bike û wan rolan bipsêre wan ku pêwist e bispêre wan.

 

Zîrek Kemal

Ji Soranî: Besam Mistefa

Rudaw

 

Derbar ziman

Check Also

Danasîna pirtûkekê: ‘Sêberî Qeleberd, Li ser Elmane û Taleswar’

Qelebard çiyayekî bilind e, nêzîkî gundê Elmaneyê, nêzîkî bajêrê Merîwanê ye. Meleke Xanim li vî …

Leave a Reply