Zarok û Gul

Dema ku ez li parqê û di bin siya darê de rûdiniştim û min pirtûka xwe dixwend; li derdorê min ti kes tune bû. Haya min ji vê dinyayê tune bû û navçavên min girê bû, bêmede û rûtirş. Xemgîn, têkçûyî û bi zêdekirina wechên jiyana xwe ya raborî ku bi paşmayîn û poşmaniyan ve dorpêçkirî di nav pirtûkê de diherikîm û diçûm, dixeniqîm û berze dibûm; çimkî jiyanê hemû hêvî û daxwazên min binpê kiribû û perçiqandibû. Heçko dinya ji hemû giraniya xwe ve bi ser min ve dihat…

Ez xwe ricifîna di canê xwe de nas dikim. Dizanim ku tim û tim biyanî me. Biçime ku derê, eynî mirov im: bêkes, bi keder, derbeder im. Li xwe mêze dikim. Her dem tenêtiyê digerim û xwe diavêjim ber bextê tenêtiyê. Lê belê tenêtî her tim dil û mêjiyê min diperritîne…

Jiyan hinek caran dibe barekî giran, sebir û sebat, şikur û xebat jî têrê nake. Jiyîn wek bombeya atomê ji şer û kuştinan zêdetirîn zirarê dide meriv û pûç dike. Di hundirê wê jiyanê de şev û rojên bextreş, kul û birînên xedar, eşq û hezkirinên bi jahr veşartîne…

Min dê tam xwe berda di nav kûrahiya peyv û xeyalan de min hew dît ku zarokek nêzîkî min bû. Hilkehilkek bi wî ketibû û hat li pêş min rawestiya. Serê wî hinekî çemiyayî bû. Bi heyecaneke mezin ji min re got; “Min ji xwe re du tişt peyda kirin.”

Di bin milê wî de pişîkek û di nav lepên wî de jî gulek hebû. Pişîkeke qelew bû lê gul ne dişibî gulan, pelên wê yên tancikî bêav û bêşewq mabûn û çilmisî bûn. Di rewşeke wisa de bû ku dil pê bişewite.

Min ji zarokî re got: “Here ji xwe re bileyîze. Pişîkê jî ji min dûr bixe û wê gula çilmisî jî biavêje bila biçît.” Wê gavê min piştguhkirina venişîna kenekî ku di binlêvan ya di çavên min de nekir. Û paşê cardin li ser pirtûka xwe de xûz bûm.

Lê zarok ji min dûr neket û hat li rex min rûnişt. Pişîk danî ber piyên xwe û gul jî danî di navbera me. Ser milê xwe zivirî, berê xwe bi min ve kir û ji min re got: “Hûn kîjanê bixwazin bila bo we bît. Ez ji we ti peran naxwazim.”

Wê gavê min dît û fêm kir ku ew zaroka zarokê di hûndirê min de ye, zarokekî ku dilê wî mezin, ji hezkirin û dewlemendiyê tijî û dagirtî ye, zarokekî ku bêhna bihuştê jê difûre û ji ber wê bêhnê milyaket şermê ji xwe dikin…

Ez hişk bûm ji ber ku wî bê sebeb dewlemendiya dilê xwe ji biyanekî re vekiribû. Min hîs kir ku rûyê min sor bû…

Zimanê min negeriya ku jê re bêjim, “Ev gula çilmisî ye yan jî dê biçilmise. Çimkî rengê xwe bi temamî berze kiribû û pişîkê jî nikarim xweyî bikim.” Min dizanî; divê ez yekê hilbigirim. Nexwe zarok nediçû û ez bernedidam.

Min destê xwe dirêjî gulê kir û jê re got: “Jixwe ez jî tiştekî wisa digeriyam ji bo nava pirtûka xwe. Gulê bide min, bila pişîk jî ji bo te be.”

Got: “Temam.”

Min jê re got; “Ji bo vê gula cindî û xweşik sipasiya te dikim, gelek sax bî.” Vê gavê min hest kir ku dengê min dilerizî û rondikên çavên min li ber roniya rojê diteyisîn.

Zarokî bi rûyekî ken got: “Ez pir keyfxweş bûm.” Paşê jî ji min dûr ket. Bêyî ku pê hayîdar bim wê rojê û bûyerê bandoreke kûr li min kir dûr ket û li ber çavan wenda bû.

Li cihê xwe ranebûm, heyîrî û metel mam; çawa dibe ku zarokek mirovekî ku di binê siyekê de di derûniya xwe de piyase dike û bi halê xwe re dişewite ferq dike. Ev halê ku bê hemdê xwe ketibûm di nav pêlên wê yê ez dixeniqandim çawa ferq kiribû?

Min dizanî; wî heqîqet bi çavên dilê xwe didît û fêm dikir. Ji xêra wî min jî dest bi dîtin û têgihîştinê kir. Pirsgirêk ne tenê di deraniya min de bû, pirsgirêk di derûniya min de bû, ez bixwe pirsgirêk bûm, ez…

Têgihîştim ku beriya niha tim reşbîn bûme, wek korekî tevgeriyame. Bi wê gula çilmisî re perdeya reşbîniyê di çavê min de rabû û min xweşî û rengîniya jiyanê ferq kir. Bûme şukurdarê ku hemû nîmet û xweşîkiyên ji min re hatine bexşandin. Şukurdarê her çirkeya ku ji min re hatiye û tê diyarîkirin.

Paşê min ew gula çilmisî nezîkî difna xwe kir. Bi bêhna vê gula xweşik ji xwe ve çûm, bêhna bihuştê li min eyan bû. Diketim di nav bîra qederê ya kûr û dûr; ew zarokê di hûndirê min de yê ku di nava gul û gulistanan de dest bi leyîz û kêfxweşiyê dikir, diqîrî, dibezî, dikenî. Min ew temaşe kir û dikeniyam…

Meger zarokek û gulek dişê jiyanekê veguhere. Min wê rojê fêm kir…

Derbar Ersîn Tek

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply