Pêncşem , 29 Cotmeh 2020

Zardeştî, monoteîzm, monolatrîzm, postmodernîzm û transhumanîzm / Maruf Yilmaz

Koka peyva Zardeştî

Bingeha navê Zardeşt “Zard” e û paşpirtika wê jî “toşt” an jî “tosht” e. Peyva ”Zard” (zardt) tê maneya zêr an jî zêrîn. Paşpirtika ”tosht” tê maneya stêrkê. Zerê Stêrkê (bi kurmancî “zêrê stêrkê”, bi tirkî “altin yildiz”, bi îngîlîzî “the golden star”, bi swêdî “den gyllene stjärnan”, bi zazakî “Zardê atar´î”). Lê kurd navê Zardeştî çewt dinivîsînin. Li gorî zimanzanan, koka peyvê wekî xwe dimîne û nehê guhartin. Rastnivîsîn: Zerdeşt çewt e, lê Zardeşt rast e. Yanî koka nav nahê guhartin. Nimûne: Barzanî, Barzanî ye. Berzanî çewt e.
Zardeşt, kurê Porşeb û ew di sala 660î ya berî zayînê de ji dayîka xwe bûye. Ew di sala 583an de li bajarê Belxê bi destê tirkên tengbîr û serhişk ve tê kuştin. Zardeşt 77 sal jîyaye. Felsefeya wî duyalîzm bû. Yanî başî û xerabî li hemberî hevûdu û bi hevûdu re şer dikirin. Ev şer dijberîyeke bêdawî ye. Ahuramaz li dijî Xwedêyê Xerab, Angra Mainyu (Ahriman) e. Di dawîya dawîn de başî zora Xerabîyê dibe.

 

Di derbara jîyana Zardeştî de awirên cuda hene, awireke yekem dibêje, Zardeşt 600 sal berî zayînê jîyaye. Ez bi xwe jî, digel vê bawerîyê me. Ev bawerî di çavkaniyên Yûnanî de heye, Zardeşt 300 sal berê Alexander dijîya. Ev dîrok bi motîva 600î BZ ve girêdayî ye, ku di wê demê de Zardeşt çûye ba Kavî Vishtaspa, bavê Darius, padîşahê Îranê û ev padîşah ku, di derûdora 600î, BZ de jîyaye ji Zardeşt hez dike. Heta mirîda Zardeştî ya yekemîn, jina Vishaspa bû. Navê jina Vishtaspa Atoşşa (Hutaoşa) bû. Piştî mirîdbûna wê gelekî kesên din bûn hevalên Zardeştî û bawerîya xwe pê hanîn.

Li gori dîtineke duhem, Zardeşt, di navbera salên 628 – 551ê de jîyaye. Li gorî sêhem, Zardeşt roja 26ê Adarê ya sala 1600î (1600-1200) ji dayîka xwe bûye, lê ev dîtin bawerîyê nade mirovî. Li gorî dîtineke çarem, Zardeşt di navbera 1800î û 1200 BZ-ê de jîyaye. Li gorî awira pênchem, Zardeşt 1000 BZ ji dayika xwe bûye û li gorî awira şeşem, Zardeşt 1763 BZ ji dayîka xwe bûye.

Ashk Dahlèn dinivîse, dibêje: “Lêkolînên nûjen jîyana Zardeştî li der û dora 1400 sal BZ bûye. Lê gorî tradîsyona zoroastrîzmê hîmdarê olê 8 000 sal berîya niha jîyaye. Li gorî dîtinekê, Zardeşt ” 258 sal berîya Aledander ji hatiye dinyayê. Lê Herzfeld dinivîse, dibêje “rojbûna Zardeşt î 570 sal berîya zayînê bû. Jackson jî dibeje 660 sal BZ ji dayîka xwe bûye û 583 sal BZ çûye ser dilovanîya xwe. Ola dewleta Sasanî ya fermî zoroastrîzm (ola Zardeştî) bû.
Zorotrianizm, yek ji wan olên dinyayê yê mezintirîn e. Zorotriastrîzm, ola duyalîzmê ye: başî û xerabî li hemberî hevûdu ye, Ahuramaz, Xwedêya başî û li dijî xerabî, Angra Mainyu (Ahriman) ye. Di dawîya dawîn başî, zora xerabîyê dibe. Dîtinên Zardeşt î, li Antîka Yûnanistanê jî belav bûbûn, bi taybetî li ba Herakleitus, Platon, Aristoleles û Totyanos. Gava qiral Kuruş (Cyrus) sal BZ Babilonê bi dest xist, hingê girtîyên Yahudî serbest hatin berdan. Dema ku hatin berdan, gelekî Yahudî vegerîyan welatê xwe, lê hin ji wan jî, li Babilonê man. Zardeştî ola fermî ya dewleta Aryanî bû. Gava Îslam welatê Aryan dagir kir, hingê Zardeştî ji ber Îslamê, revîyan, çûn Hindistanê û li wir bi cîh û war bûn. Ev dagirkirin di sala 650î ya BZ de çêbû. Piranîya zardeştîyan li bajarê Bombayê dijîn û niha jî ola xwe diparêzin.

Zardeşt li ba hinek lêkolînerên jorîn monoteîst e, lê li ba hinekan jî, Zardeşt wekî monolatrîst tê ditin. Ez bi xwe Zardeştî monolatrîst dibînim. Lê ev dîtina min, ji bo min derbas dibe, dibe ji bo kesên din ne rast be. Zardeşt di Gatha-yê de bawerim Ahura Mazda tîne, lê hebûna ”Yazata” û çar elementên xwezayî û bi taybetî jî, hebûna Atar (agir, stêrkê) jî dipejirîne.

Zoroastrîzm ji 1970î û pê ve, ji bilî Îran û Hîndistane jî li Amerîka, Brazîlîya, Kanada, Fransa, Rûsya, Tacikkistan û Brîtanîya mezin, Almanya, Hongkong, Skadinaviya û li gelekî welatên din bela bûye û niha jî belav dibe. Di tevayîya felsefeya Zardeştî de dîtinên baş, peyvên baş û danûstandinên baş hene. Ev her sê prensîbên bingehîn ên felsefeya Zardeştî ne:
1. Humata: dîtinbaş, dîtinên baş, dîtinên çêker.
2. Hukhta: peyvxweş, zimanxweş.
3. Huvareshta: danûstandinên baş, kirinên baş…

  1. Ahura Mazda: Xwedê, Xwedayê Mezin
    b. Spenta Mainyu: konstruktîf mentalîtet, gernasekî mê û alikar ji bo baştirkirina jîyana me.
    c. Angra mainyu: navê kevnare Ahriman e, ku Xwedayê xerabîyê ye.
    d. Fravaşî: parastkera Ahura Mazda ye, lê berî horî yan jî melek bû.
    e. Daevas (Şeytan): Xwedayên xerab yên wekî şeytanî/ê. Ew dixwaze başîya ku ji alîyê Ahura Mazda û parastkarê wî Amesha ve pêkhanîn, têkbiçe.

 

Di sala 1798ande jî Sir William Jones ku keşeyekî Hindî bû, got navê berhemê Zend û Avesta bi xwe navê zimanekî ye. Anquetil-Duperron (1771) behsa Heredot û Diodoros dike, ew herdu dîroknas di berhemên xwe de peyva MED digel “airyanam vaejah” (Aryan, welatê îran) dinivîsînin. Li gorî dîtina wan peyva “Med” di Avestayê de tê dîtin.

Anquetil-Duperron dibêje; “di dema sasaniyan de ‘Avesta’ ji nû ve hatiye amadekirin û wergerandin ji bo dengsîstema Pehlewî û ji rê Avesta-î Zend an jî Pazend î Avesta hate gotin.” Ji ber ku peyvên Pah-Zend û Zend nêzikî hev in, ev nêzikbûn bûye sedemên wendebûna dengên tîpan û wateya wergerê. Anqutîl-Duperronê Fransî, di sala 1754an de diçe Hindistanê, li wir danûstandina xwe digel keşên Faris çêdike. Ew di navbera salên 1754-1762an de li Hindistanê dimine. Bi alîkarîya olperestên faris dest bi berhevkirina nivîsar û textên Avestayî dike. Anqutîl-Duperron di derbara peyva “Arî” de jî lêkolîneke nûh çêdike û mohra xwe li mîtolojîya Aryanî dike û ji ber hingê jî, li Ewropayê dikeve rojevê.

Îro Zardeştî li Kurdistan, Îran û Hindistanê, li bajarê Bombayê dijîn. Zardeştî û Aryanîyan, heya sala 900î ya PZ nehiştin ku Îslam bikeve bajarê Farsê. Fars bajarekî farisan e.

Avesta ji alîyê Abraham Hyacinthe Anquetil-Durron ve ji bo zimanê almanî jî, tê wergerandin. Ev wergera almanî ya Avesta-yê di salên 1776-1783an de çêbû. Di sala 1800î de, di derbara Zend-Avesta Anquetil-Durronî de gotûbêjî çêbû û digel hinekî kêmasîyan jî, Avesta Zardeşt bû epok, epokeke felsefeyî. Lêkolîner, Anquetil-Durron da eşkerekirin ku Arî ji Hindistanê nehatine îranê (Aryan) ji ber ku welatê gelên Arî yê kevnare Aryan e. Mîras dîrok û kultura Zardeştî, mîlotolojîya Aryanî ya kevnare, dewletên Aryanî û salnameya Aryanî ye.
Hindistan kevnare welatê Arîyan nî ne, welatê Arîyan îran e. Zardeştî peywendîya xwe digel ola kevnare ya Hindo-aryanî li ser mîraza Mîtraîzm û Hinduîzmê avabûye. Ev mîraz di stranên”Gatha-yê” Zardeştî de xuya dibe, ku nivîsên Veda, bi taybetî pirtûka Rigveda nêzikî stran û helbestên Zardeştî ne. Zoroastrîzm (Zardeştî) bandora xwe li ser Yahudîtî û paşê jî, li ser Xiristîyanîyê kirîye.

Nietzches (1883) di berhema xwe ya bi navê Zardeşt wisan got, di derbara sermirov (overmirov) berhemeke helbestvanî û felsefeyî bû, nivîsî. Li gorî Nietzche sermirov, ew mirovê ku qedera xwe bilindtir dike û bi xwe jî, ji qedera xwe berpirs e. Yê felsefeya sermirov bikarhanîye Zardeşt e û berîya wî jî, sermirov di hînduîzm û felsefeya Rojhilatê de hebû. Lê Nietzche dijberîya peyva sermirovî (overmirov); binmirov avakir. Peyva sermirovî pirtirîn ji alîyê Nietzsche-yî hate lêvandin. Nazîstan reklama sermirovan kirin û pirtûka Nietzsche-yî (1883-1885) Zerdeşt wisan axaft, berhemeke poesî û fîlosofî di derbara sermirovî de. Peyva sermirovî bû sedemê avakirina terma binmirovî, mirovketî. Li gorî Nietzsche-yî almanî û skandinavî arî ne û ji ber vê yekê jî, sermirov in û cihûdî (yahudî), romanî, finlandî yên wan binmirov in.
Sermirov (ji almani: Ubermensch), bilêvdarê vê peyvê Friedrich Nietzsche ye. Ev peyv di pirtûka wî ya navê; ”Zardeşt weha got”de heye. Ev berhemeke poetî û felsefî ye.Di vê pirtûkê de sermirov, mirovê wekî Peyxember hene. Ev pirtûk di sala 1883an derçû. Sermirov, ew mirovê/a ku qedera bilind dike û tenê ew ji qedera xwe berpirs e. Sermirov bi xwe dikare qedera xwe biguhirîne. Felsefeya sermirovî/ê di hinduîzmê de jî heye.

Haoma, Homa

Haoma di Avesta Zardeştî de hem navê giya û hem jî navê Xwedê ye. Peyva Haoma di Avestayê de heye û peyvekê kevnare ye. Haoma di farisa kevnare, farsiya navîn, farsiya nûjen (modern), peştuyî û di zimanên din, ên Aryanî (Farisî/ kurdî) de jî, heye û hebûna Haoma dom dike û di mîtolojîya zaza, peştu, farisî û gelên Aryanî de roleke girîng dileyîze. Peyva Haoma di pirtûkên kurdî, zazakî û tirkî wekî Homa tê nivîsîn, lê çewt e. Heta kovara Vate jî, navê Haoma, Xwedê Zazayan çewt nivîsîne. Peyva rast Haoma ye, ne Homa ye. Divê peyva Haoma rast were nivîsîn, ji ber ku navê Xwedê ye. Zaza ji Xwedê dibêjin Haoma, Homa. Navê Xwedêyê zazayan Haoma ye û Haoma yan jî Homa ji “Hom” navê giyayekê “îlahîyatê “ye. Ew giyayê “îlahîyat´ê”, ku di Aveta Zardeşt de roleke girîng digire. Di mîraza kultur û mîtolojîya gelên Aryanî de roleke mezin dileyîze. Peyva Haoma ji proto-îndo-îranî “sauma” tê û paşê rengê xwe guhartiye, bûye Haoma. Di Avesta-yê de behsa vê dijberê navbera başî û xerabî heye. Mirov dikare bi alîkariya dîtinên baş, peyvên baş û danûstandinên baş, hebûna xwe bilind bike û biserbikeve. Gelekî Zaza û faris ji, îslamê revîyan û ew di sala 717 PZ de li Mumbay û Pakistanê bi cîh bûn. Zend AVESTA an jî Zand-ê tê maneya şirovekirin an jî tefsîrkirinê dide. “Manus” (nivîsar) bi Pehlewî, parisîya navîn hatibû nivîsîn. Şirovekirinê wisan pêwîstin, ji ber ku “manus” bi 14 tîpên Pehlewî û ev 14 tîp têrra wergerê ne dikirin. Li mîxnivîsên Behsitûnê “Abistam” hatiye nivîsandin. “Bazend” ji nû ve nivîsand û li ser Zend-ê zêde bûye. Koka Zand ” “zainti” tê maneya zanistî jî. Di zimanê farisî de peyva zand-avesta jî derbas dibe. Peyva Zend an jî Zand tê maneya ”tercumakirin, wergerandin û farisîya navîn Pehlewî ye. Manus di Avesta´yê de du formên xwe hene. Yek jê Avesta- û –Zand an jî Zand-î –Avesta, ew pirtûkên îndivîdull hatin nivîsîn digel Zanda wan pirtûkan. Forma duhemîn Vendîdad Sabed, li wir Yasna, Vîspered och Vendidad giraniya xwe hene. Bilêvkirna Zend-Avesta bi tevayî digel çewt famkirina frasa Zandî Avesta-´yê ve girêdayî ye. Zand an jî Zend tê maneya” wergera ji Avesta”

Zend-avesta, Zimanê Avesta

Zard kouh: Zard koye, tê maneya ‘Çiyaye Zard li Bakhtiyayê, Aryana kevnare!
Peyva Zend, bi farîya navîn tê wateya ”zendî” anku ”jîn”. Zend-Avesta, Zimanê Avestayî ye. Zendî zimanê gelê Bakhiyanî bû û Zardeşt bi xwe jî, bi zimanê zind –î Avesta deng dikir. Zimanê zendî, nêzikî zazakî ye ku Zend-î Avesta ye.
Homa an jî Haoma, ji proto –indo-îranî “sauma û peyveke olî bû û pirtûkên Veda û kultura îranî de ciyeke girîng digire. Homa di pirtûka Rigvedayê jî heye. Di Avesta de wekî Haoma derbas dibe.

Zend-Avesta yan jî Avesta

Berê ji Zimanê Avestayî re digotin “Pazand”, an jî ” “Zand”. Zimanekî kevnare bû û di bin bandora “Sîstema Wedayî-Sanskrîtî” de mabû ((Hoffmann, Karl, 1989). Kellens, Jean, 1989) û Christian Bartholomae (1939/1989) dinivîsênin, dibêjin: “Peyva Zend an jî Zand tê maneya nirxandin an jî wergerandinê (tercumakirin)”

Li gorî dîtina duhemîn, bi alfabeya pahlewî hatiye nivîsandin û alfabeya Pewlewî 14 tîp bûn. Tê gotin ku 14 tîp Pehlewî têrra peyvên Avestayî nedikirin. Lê li gorî Kellens, Jean, (1989) û Alfabeya Avesta´yî ya bi navê “Pazand” ji 37 “konsont” û 16 tîpên dengdêr pêk dihat (Charles Fossey; 1948, Kellens, Jean, 1989; Christian Bartholomae, 1939/1989; Joseph von Hammer- Purgstall, W. Bulmer, 1806; Karl Hoffmann, 1948; 47, 51;Mary Boyce, 1984 ). Ev “Alfabeya Pazandî”, Zazakî û Goranîya îroyin bi xwe ye. Bikaranîna peyva Zend-Avesta bi relatîvî nû ye û çewt hatiye nivîsandin. Di sala 1759an de Abrahan Hyacinthe Anqutîl-Duperron Zend di derbara Avestayê lêkolîn çêkir û li gorî wî Zend navê zimanê kevnare ye. Li gorî dîtineke din, berê ji Zimanê Avesta´yî re digotin “Pazand”, an jî ” “Zand”. Zimanekî kevnare bû, û di bin bandora “Sîstema Wedayî-Sanskrîtî” de mabû (Hoffmann, Karl, 1989; Kellens, Jean, 1989).

Anqutîl-Duperronê fransî, orîentalîst, Zardeştnas û avestanas bû û lêkolîna xwe di derbara felsefeya Zardeştî de çêkir û mohra xwe li dîrokê xist. Ew sala 1731 li Parîsê ji dayîka xwe dibe û ew di sala 1805an de diçe ser dilovaniya xwe.

Di sala 1798ande jî Sir William Jones ku keşeyekî Hindî bû, got navê berhemê Zend û Avesta bi xwe navê zimanekî ye. Anqutîl-Duperron Zend. Di dema sasaniyan de Avesta ji nû ve hatiye amadekirin û wergerandin ji bo dengsîstema Pehlewî jê re ”Pazend” an jî ”Zend” hatiye gotin. Ji ber ku peyvên ”Pah-Zend” û ”Zend” nêzikî hevûdu ne, ev nêzikbûna wan bûye sedemên wendebûna dengên tîpan û wateya wergerê. Anqutîl-Duperronê Fransî, di sala 1754an de diçe Hindistanê û danûstandina xwe digel keşên Faris çêdike. Ew di navbera salên 1754 û 1762an de li Hindistanê dimine. Bi alîkarîya olperestên faris dest bi berhevkirina nivîsar û textên Avestayê dike.

Monolatrî û monoteîzm

Monolatrî ji monoteîzmê cûda dibe. Monolatri bawerî bi Xweyekekî tîne, lê wisan dibêje xelq an jî grubeke din dikare bawerî bi Xwedayekî din bîne. Di Aryana kevnare de ola Medî monolatri hebû. Gava Zardeşt Avesta divîsand, Polyteîzm pir bi hêz bû û xelqên Arî bawerî bi gelekî Xwedêyan dihanîn. Zardeşt li dijî Xwedayê Hindîstanê, îndra derdiket… Jîyan bi “Aşha” (rastîn) girîngtirîn e, ji bo hemû Zardeştîyan.

 

Abraham Hyacinthe Anquetil-Durron (1771) bi fransî li ser Avesta-yê lêkolîn çêkir û ew lêkolîna wî, wekî xebateke zanyarî hate pejirandin. Avesta ji bo zimanê almanî jî, hate wergerandin. Ev wergera almanî ya Avesta-yê di salên 1776-1783an de çêbû. Di sala 1800î de di derbara Zend-Avesta Anquetil-Durronî de gotûbêjî çêbû û digel hinekî kêmasîyan jî, bû epok. Anquetil-Durron da eşkerekirin ku Arî ji Hindistanê nehatine îranê (Aryan) welatê Arîyan ê kevnare îran e. Med û Faris (Arî) li îranê dijîyan. Hindistan kevnare welatê Arîyan nî ne, welatê Arîyan îran e. Di dema Zardeştî de polyteîzm hebû, pejirandina hebûna gelekî Xwedayan tiştekî normal bû, Zardeşt mirovekî olreformîst bû û li dijî baweriya ku Pirxwedê hene, derdiket. Ola Zardeşt î monolatri bû, monolatri ew e ku mirov bawerim bi Xwedayekî tîne, lê di eynî demê de mirov bawere ku Xwedayên xelqê din jî, hene û navên wan jî cûda ne. Ahuramazda; ji peyvên ah-u-ra, “hebûn” ji Ahura yê ku heye, “hebûn” û mazda zanyarî mezin, ji “maz”. Di zimanê Pahlewî de bûye “Ohrmazd”, “Ohrmizd” û “ohrmuzd. Gava ku Babilon kete destê Curus İİ, wekî dojêh bû. Curus Girtinên Cihudî di eynî salê serbest berdan. Ev berdan di sala 539an BZ de çêbû û navê Curus bi başî derbasî dîrokê bû.

Mirov nizane kîngê Zardeşt ji dayîka xwe bûye. Di derbara Zardeşt de dîtina herî rast di Avesta de hene, bi taybetî jî di stran û helbestên Gat-ê (Gatga) de ku yên herî kevn in. Ola Zardeşt tenê bi rêya aşitî belav bû. Li Afghanistana niha, Vishtaspa, qirarê Baktrîyê û jina Vishtaspa Atoşşa (Hutaosa) bawerî bi ola Zardeşt î hanîn û dan ser şopa Zardeşt î. Zerdest mirovekî reformîst, ew li dijî Pirxwedêyan, li wir Xwedê Şer Îndra hebû. Li gorî Zardeşt peyva Aşha (rastîn) roleke mezin dileyîze û ev dişübe ”karma” ku di hinduîzmê de heye. Aşha hem zanyarîya rastin e, ku însan çawan başî yan jî xerabîyê dike, çawan tevdigere, jïyaneke rast, dûrust û başî bingeh e.

Almqvist & Wilsell (1995: 248) bervedêrî dike (îdîa dike) ku rasti tê wateya mirov tişteki bi du hawayan şirove dike yan ji eşkere dike. Duyalîzm li ber ser bingeha dîkotomî ava dibe. Li ba Platon duyalîzmê tê maneya cîhana fêrisî (qabîyet, hiş, hest) û cîhana dîtinan (hizr). Ninûne: dijberiyên navbera guhartin û neguhartin, Xwedê û însan, başi û xerabi, ruh û laş. Li ba Kant duyalîzm di navbera subjekt û objektê de ye. Yanî subjekt di hundê xwe de ye û cîhana fenomenê (objekt) jî, ji bo xwe ye. Li ba metafizikê duyalîzm li ser bingeha rastiya perçeyan ava dibe.

Felsefeya metafîzîkê, ew e ku çi heye, hebûn çi ye û çawan bi hevûdu re girêdayî ye? Gelo ji bilî materyal û enerjî çi hene û çawan bi laşî (can) ve girêdayî ne? Bawerî, raman û dîtinên me, bûyer û guhartinên kîmyayî yên mêjîyên me, bi çi ve girêdayî ne? Teorîya felsefeya zanyarîyê ew e ku em çawan dikarin bigihîjin zanyarîya rastîn. Gava ku em dibêjin, em tiştekî dizanin, tê çi watê? Gelo gengaz e, ku rastî (heqîqet) hebe?

Di Gatha Zardeştî de Xwedayê baş, xwediyê dijber, Ahriman (xerabî). Ahriman xwediyê prensîbên xerabî û bi xwe azad e, ku rêya baş an jî xerab hilbijêre. Ev duyalîzma etîkê bingeha xwe ji kosmolojîya Gasha-yê (bok) digire. Di Gasha-yê de em Xwedayê baş û xerab dibînin, her du jî azad in ku başî yan jî xerabî hilbijêrin. Ji Gatha: “jîyan yan jî ne jîyan. Ev mîrasa hilbijartinê bû başiyek u xerabiyek. Monoteîzm bû kosmogonîk û duyalîzma etîkê, ji ber Ahura Mazda bavê herduyan e, lê her kur bi bîryar û daxwazên xwe bûne dijber.
Zoroastrîzm bû ola dewleta Sasanî. Gava ku ereb welatê Aryan dagirker kirin, hingê ereban xwest ku bi darë zorê ola îslamê bi Aryanîyan bidin pejirandin, lê hinek kurd û faris revîyan çûn Hindistanê û li wir bi cîh û war bûn.
Ahriman di farisîya navîn 300 sal BZ heta 900 PZ wekî sembola xerabîyê tê dîtin. Yanî lîteratûra Pehlewî de hebû, tevî ku Zardeşt li gorî hinekan monoteîst bû. Navekî kevnare yê Ahriman Angra Mainyu bû, ku tê maneya “mentalîtetadestruktîfê”. Gatha komkirina 17 stranên Zardeşt î ne. Gatha textên Zerdestî yên girîngtirîn in. Asha (aşa yan jî arta bi avestayî tê maneya ”rastîn”, pêbawer û rêkûpêkî (nîzam). Asha yek ji Amesha Spentas, peyambirê Ahura Mazda ye. Amesha Spentas hem perçeyekî ji Ahura Mazda û hem jî hebûneke serbixwe ye. Fravashî di zoroastrîzmê de navê sîstema Xwedê ye. Fravashî di hemû hebûnan de û wan pêşve dibe wan nû dike. Fravashî dîyaletîk bi xwe ye. Berê Fravashî melek an jî horî bû, lê lêkolînêrên nû Fravashî bi dîyalektîkê ve girêdidin. Daevas navê Xwedêyên sextekar û xeraban e. (Lewis, James R., Oliver, Evelyn Dorothy, Sisung s (1996); Mary Boyce,1977/1991).

Ev hersê peyvên han bingeha prensîbên felsefeya Zardeşt î hene, ew jî, ev in.
Humata: Dîtinên baş, dîtinên çêker.
Hukshta: peyvbaş, peyvên baş.
Huvareshta: Başkirin, danûstandinê baş.

Ev hersê peyvên han bingeha prensîbên felsefeya Zardeştî ne. Dîtinên Zardeştî li Antîka Yûnanistanû jî belav bûn, bi taybetî li ba Herleitus, Platon, Aristoletes û Tatyanos. Heta felsefenasê Hindistanî Mobezan jî hatiye ba Zardeşt î û bawerîya xwe pê hanîye. Di muxnivîsa assurî ya qiral Sargonî de, di sala 844an ya BZ de peyva Parsu (Parsuash, Parumash ji bo der û dera Urmiya tê bikarhanîn. Peyvên Parsu û Madaya (Med) bi hevre tê bikarhanîn. Peyva ”Madaya” ji bo gelê Med û Parsu jî, ji bo Parsu (faris). Sargon di sala 719 de Parsu dike destê xwe. Paşê hêdî-hêdî med serxwebûna xwe îlan dikin.

Professor Michael Stausberg (2005) lêkonîneke nû li ser felsefeya Zardeşt î çêkirîye. Ev pirtûka wî ji aliyê weşanxaneya ”Bokförlaget Nya Doxa” ve hatiye çapkirin. Prof. Michael Stausbergî, Friedrich Nietsche felsefeya Zardeşt î wekî felsefeya helbestevanî û poesî nîşandaye, lê felsefeya Zardeşt î giranîya xwe dide ser olên kevnare û têkilîyên xwe digel Yahudîtî, Xistîyanî û hinduzmê çi ye, dinivîsîne.

Stausberg (2005) dibêje, gava ku tu kesî/ê bawerîya xwe bi Zardeşt î nehanî, hingê Zardeşt diçe Baktirîyanê û li wir qiral Vishtaspa dibîne. Ev çûna Zardeşt î dibe sedemê du şerên giran. Ev şerên giran di navbera Turan û Aryanê (Îran) de çêdibe. Piştî vê bûyerê, em zoroastrizm, manikeîzm û mazdaîzm heta dagirkerên ereban, Aryanayê dagir dikin. Ev dagirkirin heta salên 637 û 651ê dom kir.

Stausberg (2005) felsefeya Zardeşt î parve dike ser sê xalan, ew sê xal jî ev in:
• Berîya zoroastrizm (Zardeşt î), hebûna mîtolojîyên cuda û konventîyonên olî yên berî Zardeşt î.
• Zardeşt î ji rojbûyîna Zardeşt î, jîyana Zardeşt î bi xwe û heta mirina wî. Di dema Zardeşt î de bûyerên mezin çêdibin û ew bûyer hîkarîya xwe li ser felsefeya Zardeşt î bandor dihêlin.
• Post-zoroastrîzm, bûyerên girîng ên ku piştî mirina Zardeşt î bûne dîrok.

Mîtra
Navê Mîtra bi latînî, yûnanî ”Miopac” e (Boyce, Meryern, grenet, Frantz (1975). Peyva Mitra di pirtûka Xenophonî de jî derbas dibe. Xenophon pirtûka xwe 400 sal BZ nivîsîye û têde qala Mitra dike. Peyva Mîthra di Avesta zerdeştî de jî heye. Berî Zerdeştî di Rig Vedayê derbas dibe û li wir Mîthra “îlahî” bi xwe ye. Bi zimanê sanskrîtçe, ”Mîtra” tê maneya dost” yan jî ”dostanîyê”
Li gorî John R. Hinnells (1990) Mîtra bi motîfên çar olên cuda ve hatiye nivîsîn. Ew jî ev in:
1. Hîndûîzmbûna Mitra´yê
2. Zerdeştbûna Mîtra´yê
3. Manîkeîzmbûna Mîtra´yê
4. Roma împeratorbûna Mîthrasê/ Xirîstîyanbûna Mîtra´yê

Di zimanê sankrîtî Mîtra “heval” an jî “hevaltî”. Di Zend de tê maneya mithra “peyman” û bere bere bû Xwedê wekî Venûs ji bo Romanîyan. 1380 sal BZ di navbera qiralê Hetîtîyan Subbiluliuma û qiralê Mîtanî Matîvaza de peyman çêbû û ev peymana îspata ku berê navê Mîtra li Asya Piçûk hebû û paşê li welatên din belav bûye (Ab Turcan Robert (1996). Mitra (Proto-îndo.îranî, nomînatîf, “Mîtras”, navê Xwedêyeke Aryanî bû. Mîtra bi gelekî hawayan tê tê lêvandin. Di Rîgveda`yê de “Mitrah” e û di Aveta´yê de jî Miora “Miθra” ye. Di zimanê farisî de jî Mihr (mehr) e. Di ola Buddûzmê de weke Maitreya derbas dibe û nêzikî paqijbûn Dharma´ ye. Terma Mithra ji zimanê Avestayî hatîye û di zimanê îranîya navîn bûye “mehr”. Di zimanê Paştoyî de jî ” Mehr” e.

 

Maruf Yilmaz-Lêkolîner-Çandname

 

Literatur
Jes P. Asmussen (1971: 96). Den iranska litteraturen, världshistoria: medeltiden, (red). Sven Rinman: Stockholm
Kent Eklind, İran från dåtid till nutid, Stocholm: Ferdosi, 2010.
Stausberg M. 2004). Journal of Evolution and Technology 14(1) April 2005 Journal of Evolution and Technology 14 (1) April 2005
Stausberg. M (2005). Zarathusra och zoroastrismen. Bokförlaget Nya Doxa: Uppsala.

About ziman

Avatar

Check Also

EDEBÎYATA BERAWIRDÎ

Edebîyata berawirdî, berawirdîyê di navbera du dîsîplînan de dike anku qadeke multîdîsîplîner e. Emel Kefeli …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.