Yûsuf û Zuleyxaya Selîmiyê Hîzanî

Yûsuf û Zuleyxaya Selîmiyê Hîzanî bi amadekariya Ayhan Geverî di nav rêza Klasîkên Kurdî ên Weşanên Nûbiharê de derketiye…

Yûsuf û Zuleyxa qisseyek cihanî ye ku hem di edebiyata Rojava hem jî di ya Rojhilatê de bûye mijarên berhemên hunerî û edebî.

Ev hikaye ji ber ku di Qur’anê de jî bi şiklê “ehsenu’l-qesses” yanî “hikayeta herî xweş” hatiye bi navkirin, şairên alema Îslamî gelek ji wê hez kirine û ew serpêhatî her dem hatiye nivîsîn.

Di edebiyata Kurdî ya klasîk de piştî Mem û Zînê, mesnewiya duyemîn ya evînî Yûsuf û Zuleyxaya Selîmiyê Hîzanî ye. Selîmî di vê mesnewiyê de li ser uslûb û rêbaza şairên beriya xwe ew hikaye bi şîroveyek serkeftî vegotiye. Şairî ligel vegotinek estetîk, girêdayiyê xal û epîzotên çîrokê jî bûye.

Di nav berhemên Kurdî de Yûsuf û Zuleyxa ji hemû eseran zêdetir hatiye kopyakirin û destxetên wê jî ji aliyê gelek kesan ve hatine îstinsaxkirin. Ev yek, hem îşareta girîngiya vê berhemê diket hem jî bûye sebeb ku di metnê wê de tevlîhevî çêbibin. Jixwe li ser vê mesnewiya muhîm, heta niha bi awayek rêkûpêk û berfirehî nehatiye xebitîn.

Ayhan Geverî bi amadekariyek dûvdirêj li ser vê berhemê xebitiye û ji dehan zêdetir nusxeyên wê bi dest xistine. Amadekarî jibilî wan nusxeyan û nirxandina xebatên li ser Yûsuf û Zuleyxayê hatine weşandin, lêkolînek berfireh jî li ser wê hikayeyê kiriye.

Digel wan beşên ewil ên ku agahiyên girîng li ser Yûsuf û Zuleyxayê hatine dayin, di jêrenotên nava metnê de ferqên nusxeyan jî hatine îşaretkirin.

Bi awayekî akademîk bi metnê hatiye edîsyon-krîtîk re di dawiya kitêbê de (faksîmîleya) destxeta nusxeya bingehîn jî hatiye dayin.

  • Yûsuf û Zuleyxa: Selîmiyê Hîzanî
  • Edîsyon-Krîtîk û Amadekar: Ayhan Geverî
  • Nûbihar Yayınları.
  • rûpel: 640.
  • biha: 30 TL.

Derbar Rêvebir

Check Also

Danasîna pirtûkekê: ‘Sêberî Qeleberd, Li ser Elmane û Taleswar’

Qelebard çiyayekî bilind e, nêzîkî gundê Elmaneyê, nêzîkî bajêrê Merîwanê ye. Meleke Xanim li vî …

Leave a Reply