Teoriya Kohlberg ya Geşebûyûn a Exlaqê – Ayetullah Hasanoglu

Kohlberg geşebûyûna sincê bi sê dewran heltînê dest. Van dewran li gor nêrîna jîyanê dike rêzekî. Kohlberg di vê rêzkirinê da tenê temenê demsalî helnaynê dest. Dibêje yên ku temenê wan mezin çawa car caran tevgerên asta binî pêk tînin wek wî car caran yên temen biçûk jî tevgerên asta bilind pêk tînin. Divirde dibêje xelata eşkerekirinê bi serê xwe ne temênê demsalîne. Kohlberg vê teorîya xwe diqetînê 3 dewr an:

1.Asta Pêşiya Kevneşopê

Di vê dewrê de faqtora bingehîn, mirov li pey têrkirina pêdivîyên xwe ne. Di vê astê de mirov li pey berjewendîyê xwe ye û dibêje yên ku hêzdarbin dê biqazanç bin. Ango dibêje ji sedema ku pêdivîyên takekesî di pêşdene û jibo wî jîyanîne kevneşop pir jî bala wî nakşînin. Ji vê sedemê ji vê astê re gotîye ast a pêşîyan kevneşopê. Mirovên di vê astê de ku bizanibin cezayek naxwin rêzik û zagonan bi dilrihetî dê piştçav bikin. Dîsa dibêje di vê dewrêda dema ku sûcek hat bikaranîn dê li gor mezinîya fîzîkî ya sûc cezayek bê dayîn. Li ser mînakek em ronîyê bidin ser vê nêrîna wî. Dibêje zarokek dema ku alîkarî dida dayîka xwe pêre feraqan dişo û bi xeletî sûlahîyek mezin jikand dê cezaya wî jî mezin bibe. Li dijî wî dema ku zarokek şekirek dizî û di vê demê de qedehek jikand dê li gor wî cezaya wî jî biçuk bê. Wek ku hun dibînin, nîyet divirde li paş dimîne.

Kohlberg vê dewrê jî di hindirê xwe de diqetînê 2 dewran:

A) Meyla Îtaet û Cezayê :

Dibêje di vê dewrêda mirov tenê bixwe heyîrî dimîne, tenê berjewendîyê xwe heltînê pêş. Di gotina desthilatê deye. Lê ku desthilat ne li pêş çav bû rêzikan piştçav dikê. Bizanibê ceza naxwê dê di lembeyan sor de derbas bibê, lê ku ceza hebê di gotina desthilatê deye.

B)Meyla Tenê Berjewendîyan:

Di vê astê de mirov di nêrîna ” ti alî min bikî dê ez jî alîyê te bikim” daye. Ku têde berjewendîyê wî hebê têdeye, ku tinebê ew jî tuneye. Ti deyn bidî min dê ez jî bidim û hew. Ango bê geraw tiştek nake.

2.Asta Kevneşopî:

Di vê astê de mirov dev ji ezezotî/xwexwazîyê berdayî idî girîngîyê didê hestên mirovên din jî. Îdî bi çavên mirovê din jî li dinyayê dinêre. Mirovên di vê astêdene dema ku biryar didin, li gor rêzikên civakê tevdigerin, berjewendîyê xwe bi ser yên civakê naxin. Mirovên di vê astê de ji komê dûrbin jî ji komê veqetandî tevnagerin. Civak kîjan tevger a bixwazê hezkirina níşandayîna wan tevgeran di dilê wandaye. Bawerîya ku derbarê serastkirin a civakê de di dilê wan daye rêberîyê ji tevgerên wî re dikê. Kohlberg vê dewrê jî veqetandî 2 sernivîsan:

A) Meyla Bûyîna Zarok a Baş:

Di vê dewrê da mirov li gor hêvî û normên civakê tevdigerê. Armanc a herî mezin ewe ku bibe zarokê baş ê civakê. Bûk ek ku ji bo xesîya wê jêre bêje “bûk a min ya jêhatî” mal a xwe hertim paqij bikê em dikarin ji vê astê re mînak bidin.

B) Meyla Zagon û Sazûmanîyê

Di vê astê de armanca herî mezin sazûmanîya gel parastin e. Sitendin a berpirsyarîyê û parastin a rûmetê divirde pir girîng e. Midûr ek rêzikbaz ku hemûyên tevgerê xwe li gor rêzik û zagonan rê didîyê dibe di vê astê de be.

3.Asta Piştî Kevneşopiyê:

Di vê astê de mirov dema ku biryarek didê li gor rêzikên sincên civakê û li gor zagonên sincên navnetewî tevdigerin. Di vê dewrê de mirov li gor mafên mirovan biryar a tevger a xwe didê. Wek wekhevî wek xweserî bêjeyên razber girîngin ligel wî. Li gor Kohlberg, ev ast a herî bilind e. Dibêje mirovek di vê astê deye li gor zagonên nivîsandî na li gor zagonên razber yên xweser tevdigerê. Ji bo mirovek di vê astê de ji hebûn û nêrîna mirov rêzdarî li pêş e. Li gor wî hemûyên mirov û nêrînan taybet in. Zagonên ku li gor ûjdan a wî nerastbin wan ji binçav dikê. Belê Kohlberg vê astê jî vediqetîne 2 sernivîsan:

A)Meyla Lêhatina Zagon û Peymanên Civakî:

Di vê astê de mirovek dibê ger zagon li gor berjewendîyên gel bên danîn. Ger dibê zagon ek ne li gor gel hebê jî dê ji bo guhartin a wê zagonê xebat bimeşînî. Aqtîvîstek endamê sendîqayek ku ji bo mafê mirovan tevdigerê mînakek başe ji vê astê re.

B)Meyla Lêhatina Sincên Gerdûnî:

Li gor mirovek di vê astê de, li ser rûyê erdê çiqas mirov hebin bi nêrin, bi nijad, bi zayend, bi ol wekhevin. Mirovek di vê astê de zagonê xwe ew bixwe datînê. Pêdivîya wî bi zagonên hatine danîn tuneye…

Belê li gor Kohlberg geşbûyûnên sincên mirov bi vî awayî tê fêmkirin.

Ji Pirtûka “Rewannasîy a Geşebûyûn ê” ku weşanên Îhtîyaç ê bi Tirkî çapkirî 

Wergêr: Ayetullah Hasanoglu

 

Derbar Rêvebir

Check Also

Ji bo zarokên xwe diyariyekê hilbijêrin

Ez fikirîm ku ji zarokan re diyariyek dibistanê bikirim. Paşê min biryar da ku ez …

Leave a Reply