Ji Komeleya Nûbiharê Di Derbarê ” WEDA’Î “de semîner

Helbestvan, Nivîskar, Lêkolîner Îbrahîm SÛNKÛR di 25/12/2015an de li Komeleya Nûbiharê (Şaxa Wanê) di derbarê helbestvanê kurd WEDAÎ de semînerek da

Helbestvan, Nivîskar, Lêkolîner Îbrahîm SÛNKÛR di 25/12/2015an de li Komeleya Nûbiharê di derbarê helbestvanê Kurd WEDA’Î de semînerek da. Semîner bi axaftina serokê komeleyê (Serokê Şaxa Wanê) Hanîfî Taşkin dest pê kir. Piştî axavtina birêz Taşkin, birêz Sûnkûr dest bi axavtina xwe kir û got: “ Bi rastî eger birêz Seîd Dêreşî dîwana Wedaî ji Ewropayê dabîn nekiribûya û neanîbûya û pêşkêşî xwendevanên xwe nekiribûya gelek kesan ne Wedaî dinasîn ne jî dîwana wî dixwendin. Ji helbestên Wedaî û vegotinên birêz Dêreşî tête zanîn ku Wedaî ji Miksê ye. Herçiqas ji dayikbûna wî wek roj, mehû sal nehatiye çespandin û teqezkirin jî lê jîna wî di dema Şêxî Beg û Xanmahmûd (Mîrê Miksê) de teqez û bêguman e.

Mirov helbestên wî yên kurdî seranser dixwîne ji nasnavê wî yê hozaniyê ango ‘Wedaî’ pêştir rastî tiştekî din nayê. Lê bele di helbestên seyda yên farisî de seyda navê xwe yê rast nivîsandiye. (di rêza 33an de hatiye nivîsandin). Seyda div ê malike de wiha dibêje:

Bê guneh miskin Wedaî ra mekêş

Zûd xwahî guft “Ey ‘Ebdul-Hemîd”

Wateya vê malika Farisî bi kurdî ev e:

Wedaiyê belengaz bê guneh nekişîne

Dê zû bibêjî: Ey ‘Ebdul-Hemîd

Ji van ristan jî diyar e ku navê Wedaî yê rast Ebdulhemîd e. Wedaî di 1790î de hatiye cîhanê lê di derbarê mirina wî de tu agahî tüne ne. Lê em dizanin ku (di helbetên wî de diyar e) hetanî 1840î jî Wedaî li dinyayê ye. Di derbarê vê salê şunda tu agahî di deste me de tune ne.”

Piştî van agahiyan birêz Sûnkûr, di derbarê malbata Wedaî, rewşa heyama ku Wedaî tê de jiyaye û di derbarê huner û helbestvaniya Wedaî de agahiyên berfireh dan. Piştî axavtinê birêz ji pirtûka xwe ya helbestan “SORGUL”ê helbeta sorgulê xwend. Piştî xwendina helbestê seminer bi dawî bû.

Komanubihar.org

Derbar Rêvebir

Check Also

Akordên muzîka kurdî di pirtûkekê de hatine berhevkirin

Pirtûka Repertuwara Gîtara Kurdî ku tê de kilam û akordên stranan ên bi kilamên kurdî …

Leave a Reply