Xwîn

Xwîn an xûn, av an şileke ron e ku gelek girîng e di jiyana laşên mirov û candaran de. Bi rastî, ew ava jiyanê ye. Di bedena mirovekî mest û gihîştî da, bi giraniya xwe 70 kg û bi bejna xwe 170 cm, nêzîkî 5-6 lître xwîn hene.

Xwîn, silaveke ji gelek elementan pêk tê. Di nav xwînê de li aliyek şaneyên xwînê û li aliyê din da plazma bi tevî proteîn, rûn, karbonhiîrat, madeyên mîneral, wek kalsiyûm, potasiyûm, natriyûm û hesin hene. Ew element tevî xwînê digihîjin hemû derên bedenê û her şaneya bedenê.

Di xwînê da sê cins şane hene. Ji wan re dibêjin erîtrosît (şaneyên sor yên xwînê), lekosît (şaneyên spî yên xwîne) û trombosît (şaneyên biçûk, yên ji bo meyandina xwînê; ger ew tunebin, xwîn nikare bimeye). Erîtrosît (sorgilorik) ji pişikê oksîjen bar dike u digihijîne her şaneyên bedenê. Erîtrosît wekî şaneyên bedenê din nîn in, ji ber ku dendikê wan tune. Ew bi teqrîbî 5.000.000 / mîkrolître di bedenê da tên dîtin.

Lekosît (spîgilorik) bedenê ji mîkroban û hemû tiştên ku beden naxwaze paqij dike. Ango ew leşkerên bedenê ne. Ger mîkroban avêtin ser bedenê, da ku we nexweş bixin, lekosît wan mîkroban nas dikin û di wê gavê da dijî wan şerekî destpêk dikin. Gelek cinsên lekosîtan em nas dikin. Hindek ji wan ji bo kuştina mîkroban, hindek ji bo naskirina mîkroban û hindek jî ji bo çêkirina antîkor (dijîbeden) berpirsiyar in. Ji wan re dibin lenfosît. Ji cinsekî din ê lekosîtan re ji dibêjin monosît. Monosît li kuderê mîkroban dibine, wan dixwe û bi wî awayî wan bêzerar dike. Ev bi teqrîbî 5.000 / mîkrolître di bedenê da tên dîtin.

Şaneyên din ku di xwînê da hene, navê wan trombosît in. Wezêfeya wan meyandina xwînê ye. Ger trombosît tunebin (di bedenê mirovan da, li her dezîlître 200.000 hene) xwîn nikare bimeyî û xwîn biherike heta mirov mir. 

ÇANDNAME

Derbar Çand Name

Check Also

Ji bo Gewrîyê Dermanên Malê

Ji bo dermankirina êşa gewriyê û ji bo kuştina mîkroban, xulxule rê û rêbazeke rehet …

Leave a Reply